bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 5
1 Corinthians 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
1
Bi rastî di nava we de hebûna zinê tê bihîstin û zînayek ûsa ku di nava neteweyan de jî nayê dîtin; heta yekî jina bavê xwe girtiye!
2
Û hûn, ji ber yê ku vî karî kiriye ji nav we nehatiye avêtin, ji bilî şînê bigirin, dinepixin.
3
Ji ber ku ez bi bedenî windayî lê belê bi ruhî, bi amadebûnê ve, wekî ji zilamê ku vêya bi vî awayî bikar aniye amade bim, jixwe daraziyê dam; ev jî
4
bi navê Xudanê me Îsa, ruhê we û min bi hêza Xudanê me Îsa, wekî civiyabin,
5
bona ku beden helaq bibe vî zilamî bidin destê Îblîs; da ku, bila ruhê wî di roja Xudan Îsa de xelas bibe.
6
Pesnvedana we ne qenc e! Ma qey hûn nizanin ku hinek havên, hemû hevîr tirş dike?
7
Havêna kevin bimalin û bavêjin derve! Da ku, çawa hûn bê havên bin, hûn bibin hevîrek nû! Ji ber ku Mesîhê berxika me yî Fisihê jî hatiye qurban kirin.
8
Bo vê yekê ne bi havêna kevin, ne jî bi havêna xerabî û girrî, lê belê bi nanê bêhavên yê ji dil û rastiyê ve cejnê bikin.
9
Min di nameya xwe de bi kesên ku bêexlaqiyê dikin re hevaltiyê mekin nivîsand;
10
bê şik min nexwest ku ez bibêjim bi bêexlaqên, an çavbirçiyên, an rêbirên, an jî senemperestên vê dinê ve; gava wusa ba, hûn hewcedarbûn ku ji vê dinê derketana!
11
Lê belê kesekî bi biratî tête nasîn, ger bêexlaq, an çavbirçî, an senemperest, an kufirbaz, an serxweş, an jî rêbir be, bi wî re hevaltî nekirina we, bi kesekî ûsa re heta xwarinê jî nexwarina we, ez niha ji we re dinivîsînim.
12
Ji ber, ma çi heqê min heye ku ez kesên li derve ne daraz bikim? Yên ku hûn jî daraz bikin, ma ne kesên ku di hundir de ne?
13
Lê belê yên li derve ne, dê Xwedê daraz bike. Zilamê xerab ji nava xwe biqewirînin!
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16