bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 7
1 Corinthians 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 8 →
1
Niha em bên babetên ku we ji min re nivîsandine. Bona zilam, dê dest nedana pîrekê qenc e.
2
Lê belê ji ber zinê, bila pîrekek ya her zilamî û zilamek ya her pîrekî hebe.
3
Bila zilam mafê pîreka xwe û bi vî awayî pîrek jî mafê zilamê xwe bide.
4
Li ser bedena xwe ne serweriya pîrekê, lê ya zilamê wê heye û bi vî awayî jî li ser bedena xwe ne serweriya zilam, lê ya pîreka wî heye.
5
Xeynî dema duayê ku bi xwesteka her du alî çêdibe, hev û din mehrûm mekin û dîsa tevî hev bin, da ku, bila Îblîs, bona ku hûn bi xwe nikarin we nexapîne.
6
Lê belê ez vêya ne mîna emrekî, mîna rêya li hevkirinê dibêjim.
7
Ji ber, min dixwest ku hemû mirov wekî min bin; lê belê hinek ûsa, hinek wusa xelatek ruhanî ya ji Xwedê ve para her kesî heye.
8
Lê belê ez ji yên nezewicîne re û ji pîrekên bî re dibêjim: Ger mîna min bimînin, ji bo wan qenctir e.
9
Lê belê ger bi xwe nikaribin, bila bizewicin; ji ber ku zewac, ji şewata bi şehwetê ve qenctir e.
10
Lê belê ji kesê zewicî re ne ez, lê Xudan emir dide: Bila pîrek ji zilamê xwe cuda nebe;
11
(lê belê ger cuda bibe jî, bila bê mêr bimîne, an jî bila ew û zilamê xwe li hev bên) û bila zilam pîreka xwe bernede.
12
Lê belê ji yê din re ne Xudan, ez dibêjim: Ger pîrekek birayekî baweriyê neaniye hebe û ger pîrek bi rûniştina tevî wî re razî bibe, bila ew dev ji wê bernede.
13
Û ger zilamê pîrekekê baweriyê neaniye hebe û ew bi rûniştina tevî wê re razî bibe, bila ew dev ji zilamê xwe bernede.
14
Ji ber ku zilamê bawerî neaniye, bi navgîniya pîreka xwe tê pîroz kirin û pîreka bawerî neanîye, bi navgîniya zilamê xwe tê pîroz kirin; an na zarokê we jî dê mindar bibûna; lê belê niha pîroz in.
15
Lê belê yê baweriyê neaniye, ger cuda dibe, bila cuda bibe! Bira an jî xwuşk, ne di bin dîlitiyê de ne; lê belê Xwedê di nav aşîtiyê de bangî me kir.
16
Ji ber ku, ya pîrek, ma tu çi dizanî ku tuyê zilamê xwe xelas bikî? An jî, ya zilam, ma tu çi dizanî ku tuyê pîreka xwe xelas bikî?
17
Lê bila her kes, li gor rewşa ku Xudan ji wî re bijartiye, li gor banga ku ji Xwedê stendiye bijîn! Û di hemû Dêran de bi vî awayî temmî dikim.
18
Dema mirovek bisunetî bû, lê hate bang kirin, bila bêsunet nebe; mirovek dema bêsunet bû, lê hate bang kirin, bila sunet nebe.
19
Bisunetbûn ne tiştek e û bêsunetbûn ne tiştek e; lê belê bi girtina emirên Xwedê.
20
Her kes di çi rewşê de hatiye bang kirin, bila di wê rewşê de bisekinin.
21
Dema tu dîl bû bangî te kirin, xemgîn nebe! Lê belê ger tu dikaribî azad bibe, fersendê nerevîne!
22
Ji ber kesê ku dema banga Xudan girt dîl bû, niha azadê Xudan e; yê bi azadî hatiye bangkirin jî dîlê Mesîh e.
23
Hûn bi bihayê ve hatin stendin, ji mirovan re nebin dîl!
24
Birano, her kes di çi rewşî de hatibe bang kirin, bila li berya Xwedê di wê rewşê de bisekine.
25
Lê belê di derheqê keçikan de, ji Xudan ve emrê min nîne; lê belê mîna yekî liyaqî ewlekariyê bête dîtin, ji aliyê Xudan ve gîhaştiye dilovaniyê bim, ez rayê didim.
26
Bi vî awayî, ez zen dikim ku, niha bona tengasiyan mirov mîna xwe bimîne çêtir e.
27
Ma tu bi pîrekê ve girêdayiye? Li berdanê negere; ma tu ji pîrekê ve serbest bûyî? Li pîrekê negere.
28
Lê belê ger tu bizewicî, nabe ku te guneh kiribe û ger keçikek bizewice, nabe ku guneh kiribe. Lê belê dê di bedenê de tengasiyên kesên ûsa çê bibin û ez dixwazim ku we ji van tengasiyan biparêzim.
29
Ya birano, dixwazim vêya bibêjim: Dem teng bûye! Ji niha ve pêv, bila yên pîrekên wan hene, mîna tunebin û
30
yên digirîn, mîna nagirîn û yên kêfê dikin, mîna ku nakin û yên distînin, mîna ku malê wan tunebin
31
û yên ji dinê ve îstifade dikin, mîna, heta ku tu bibêje îstîfade nakin, bên xuya kirin; ji ber ku rewşa dinê ya niha derbas dibe.
32
Lê belê dixwazim ku hûn bêxem bin. Zilamê ku nezewiciye, bi fikrandina Xudan çawa xoşnûd bike, bona karê Xudan xemê dikişîne;
33
lê belê zilamê zewicî, bi fikrandina pîreka xwe çawa xoşnûd bike difikire, bona karê dinê xemê dikişîne û bi vî awayî dibe du parî.
34
Pîrek an jî keçika nezewicî, bi armanca him bi bedenî, him jî bi ruhî pîroz bibe, bona karê Xudan xemê dikişîne; lê belê pîreka zewicî, bi fikrandina zilamê xwe çawa xoşnûd bike, difikire û bona karê dinê xemê dikişîne.
35
Û ez vêya, ne ku fitrakê bavêjim ser we; lê belê hûn di rewşek ku li tê de bin û bila hişê we belav nebe û hûn bi Xudan ve girêdayî bimînin, bona qenciya we bi xwe dibêjim
36
Lê belê ger kesek difikire ku neheqiyan li keça xwe kiriye, ger temenê keçikê derbas dibe û zewaca wê pêwist be, ew kes bila xwesteka xwe bike, keça xwe bizewicîne; nabe ku guneh kiribe.
37
Lê belê yê ne di bin hewceyê de be, yê di dilê xwe de bi qirar û bikare xwesteka xwe bîne cîh, di dilê xwe de nezewicandina keça xwe qirar bike, dê baş bike.
38
Û bi vî awayî yê ku keça xwe bizewicîne, dê qenc bike û yê nezewicîne, dê hîn jî qenc bike.
39
Pîrekek heta ku zilamê wê bijî, bi zilamê xwe ve girêdayî ye; lê belê ger zilamê wê bimire, ew ji zewaca kesê bi dilê xwe dixwaze re serbest e; lê bila di Xudan de be!
40
Lê belê ger ew mîna xwe bimîne, li gor fikrê min dê hîn jî dilxweş bibe û ez zen dikim ku Ruhê Xwedê di min de jî heye.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16