bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 15
1 Corinthians 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
1
Ya birano, dixwazim ku Mizgîniya min agahî we kir û we jî qebûl kir û pê ve dilsoz mane di bîra we de bînim;
2
ger hûn bi gotina ku min ji we re mizgîn daye ve zexm bigirin, hûn ê bi navgîniya wê xelas bibin; dijberî wê divê we bi valahiyê bawerî anî be.
3
Ji ber ku berî her tiştî yê ku min girt, têgihandim we: Ûsa ku, li gor Nivîsên Pîroz Mesîh, ji bona gunehên me mir û
4
hate binerd kirin û li gor Nivîsên Pîroz, roja sisiyan vejiya
5
û ew ji Kîfas re, pişt re ji Donzdehan re xuya bû.
6
Dawiyê di carekî de xuyayî pênc sedî zêdetir birayan bû; gellekên wan hîn dijîn, lê belê hinekan jî mirin.
7
Li pey vêya xuyayî Aqûp, pişt re ji hemû şagirtan re
8
û dawîna dawîn xuyayî min, yê mîna zaroyê bê dem bûyiye jî bû.
9
Ji ber ku ez herî biçûkê şagirta me; ez ne liyaq im ku bi şagirtiyê bême bang kirin; ji ber ku min tahdê li Dêra Xwedê kir.
10
Lê belê ez her çi bim, bi kerema Xwedê ez ew im û kerema wî ya bona min bi valahiyê neçû; lê belê ji wan hemûyan zêdetir xebitîm; lê ne ez, tenê kerema Xwedê ya bi min re ye.
11
Niha divê ez û divê ew, em wusa waz dikin û we wusa bawerî anî.
12
Lê belê ger vejîna Mesîh ya ji mirinê tê waz kirin, çawa dibe ku hin kesên ji nava we dibêjin, vejîna miriyan tune?
13
Lê belê ger vejîna miriyan tune be, Mesîh jî nevejiya ye!
14
Û ger Mesîh nevejiya be, waza me vala, baweriya we jî vala ye!
15
Û şahdeyiya me yî di derheqê Xwedê de jî dibe ku derew bibe; ji ber, me şahdeyiyê kirin ku Xwedê Mesîh ji mirinê ve vejand; ger bi rastî mirî nevejiyabin, dibe ku wî ew jî nevejandiye.
16
Ji ber ku ger mirî navejin, Mesîh jî nevejiya ye.
17
Û ger Mesîh nevejiya be, baweriya we vala ye; hûn hîn di nava gunehên xwe de ne.
18
Li gor vêya yên bi aidbûnê Mesîh ve mirine jî helaq bûne.
19
Ger tenê bona vê jiyana me hêviya xwe bi Mesîh ve girêda be, em ji her kesî zêdetir kesên belengaz in!
20
Lê belê niha Mesîh, bi mînakbûna kesên miriye yê pêşîn ji mirinê ve vejiya ye.
21
Ji ber ku li gor mirin bi navgîniya mirovekî hat, ji mirinê vejîn jî bi navgîniya mirovekî bû.
22
Ji ber ku her kes çawa di Adem de dimire, bi vî awayî dê her kes di Mesîh de bigihêje jiyanê.
23
Lê belê her kes dema dora wan bê dê bivejin: Mînaka pêşînbûnê Mesîh, dawiyê di hatina wî de yên aidî Mesîh in.
24
Paşê, dema ew her rêvebiriyê û her hikumraniyê û her qudretê ji navendê rake, serweriyê bide Bavo Xwedê, dê dawî bibe.
25
Ji ber, heta ku ew hemû neyarên wî li bin lingê wî raxe, divê ew serweriyê bajo.
26
Dijminê herî dawiyê ji navendê bê rakirin mirin e.
27
Ji ber ku: Hemû tiştan danî bin lingên wî. Lê belê dema bêje: Her tişt bengî wî hatine danîn, aşkere ye ku yê her tiştî bengî wî kiriye, bêhempa ye.
28
Û dema her tişt bi wî ve bête bengî kirin, wê demê dê Law bengî yê ku her tiştî bengî wî kiriye, bibe; da ku, bila Xwedê di her tiştî de her tişt bibe.
29
Ya na, dê yên bi navê miriyan vaftîz bûne çi bibin? Ger mirî tu carî nevejiyabin, mirovan çima bi navê miriyan vaftîz dibin?
30
Û em bo çi xwe her demjmêrî davên talûkan?
31
Ya birano, ji bona we bi heqê wê pesnvedana ku ez di Xudanê me Mesîh Îsa de xwediyê wê me, her roj dimirim!
32
Ger li Efesê, bi mirovî, bi cenawiran re cengê kiribim, çi qenciya vêya ji min re heye? Ger mirî nevejin; em ê bixwin û vexwin, ji ber ku em ê sibê bimirin!
33
Nexapin: Hevaliyên xerab xûyê qenc xera dikin!
34
Bi rastî şiyar bibin û gunehan mekin! Ji ber ku di hinekan de zanîna Xwedê nîne; bona ku hûn bişermin ez vêya dibêjim.
35
Lê belê yek dikare bibêje ku: Dê mirî çawa bivejin û dê bi bedenekî çawa bên?
36
Ya bêaqil, heta ku tiştê te çandiye nemire, naveje!
37
Û dema tu biçîne, tu reha ku bê nîne, tenê tovê wê, tovê genim an jî tovê riwekî din diçînî.
38
Lê belê Xwedê li gor xwestina xwe bedenê dide wê û ji her tovê bedenek taybetî dide.
39
Her goşt ne wekhev e; lê belê goştê mirovan tewrek û goştê heywanan tewrek û goştê masî û civîkan jî tewrek e.
40
Bedenên semawî hene û bedenên dinyewî hene; lê belê rewnaqiya yên semawî tewrek û yên dinyewî tewrek e.
41
Rewnaqiya rojê tewrek û rewnaqiya heyvê tewrek û rewnaqiya stêrkan tewrek e; ji ber ku di rewnaqiyê de stêrk ji stêrkê cihêtir e.
42
Vejîna miriyan jî ûsa ye. Di rizandinê de tête çandin û di nerizandinê de tête vejandin;
43
di bêhurmetiyê de tête çandin û di bilindahiyê de tête vejandin; di lawaziyê de tête çandin û di qudretê de tête vejandin;
44
bi bedenekî xwezabûnê tê binerd kirin û bi bedenek ruhanî ve tê vejandin. Mîna ku bedena xweza heye, bedena ruhanî jî heye.
45
Ûsa jî hatiye nivîsandin: Mirovê yekemîn Adem, bû canê ku dijî. Ademê dawîn bû ruhek divejîne.
46
Lê belê pêşiyê ne yê ruhanî, lê yê xweza hat; yê ruhanî dawiyê hat.
47
Mirovê pêşîn ji erdê, yanê ji axê ye; mirovê duwemîn Xudanê ji ezmana ye.
48
Yê ji axê ve çawa be, yên ji axê ne jî ûsa ne û yê ezmanan çawa be, yên ezmanî jî ûsa ne.
49
Û çawa ku me sûretê yê erdê kişandiye, em ê sûretê yê ezmanî jî bikişînin.
50
Lê belê ya birano, ez vêya bibêjim, goşt û xwîn nikare Serweriya Xwedê bi mêrasî bigire; yên dirizên jî nikarin nerizandinê bi mêrasî bigirin.
51
A vay, ez razekê ji we re dibêjim: Em ê gişt di xew de neçin, lê belê di dema borîjêna dawîn de, em ê hemû nişka ve, di çavşikanînkê de bêne guhertin;
52
ji ber ku dê borîjên bê pifkirin û dê mirî bi nerizandinê ve bivejin û em ê bên guhertin.
53
Ji ber ku divê ev ê dirize bêrizandinê û ev ê bimirinî jî bêmiriniyê li xwe ke.
54
Lê belê dema ev yê ku dirize, nerizînê li xwe bike û ev yê ku dimire, bêmiriniyê li xwe bike, kelama ku hatiye nivîsandin dê wê çaxê bête cîh: Mirin di serfiraziyê de hate daqurtandin!
55
a mirin, serfiraziya te li ku derê yî? Ya mirin, kelemê te li ku derê yî?
56
Kelemê mirinê guneh e û hêza guneh zagon e.
57
Lê belê bila ji Xwedê re şikir be, wî bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh serfirazî daye me!
58
Bo vê yekê birayên minî xoşewîst, bi zanîna ku keda we di Xudan de ne vala ye, pêdandî, bêhejîn û her tim di karê Xudan de li ser zêdebûnê bin!
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16