bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 3
1 Corinthians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 4 →
1
Ya birano, hêz neanîm ku, ji we re, mîna ku ji ruhaniyan re dibêjim, bibêjim; lê wekî ji cismaniyan re û di Mesîh de ji zarokan re bibêjim, gotim.
2
Min şîr da we, ne xwarinên hişk; ji ber ku we hîn nikarîbûn xwarina hişk bixwarana û niha jî hûn nikarin bixwin;
3
ji ber ku hûn hîn cismanî ne; ji ber, madem ku çavnebarî û keftûleftî di nava we de heye, ma hûn ne cismanî ne? Û ma hûn li gor mirov nameşin?
4
Ji ber ku ger yek bibêje: Ez yê Pawlos im! Û yê din: Ez yê Apollos im! Ma hûn ne cismanî ne?
5
Ji ber ku Apollos kî ye û Pawlos kî ye? Li gor ku Xudan daye her yekî, xizmetkarên ku we bi navgîniya wan baweriyê anîne ne.
6
Min daçikland, Apollos av da; lê belê Xwedê mezin kir.
7
Bi vî awayî ne yê çandî, ne jî yê avdayî tiştek nîn in, lê belê Xwedayê ku yê hatiye çandin mezin kiriye yî.
8
Niha yê çandî û avdayî yek in; lê belê her yek dê mişeya xwe li gor keda xwe bistîne.
9
Ji ber ku em kedkarên Xwedê ne û hûn jî zeviya Xwedê û xaniyê Xwedê ne.
10
Min li gor xêra Xwedê, ya ku ji min re hatiye dayîn, mîna mîmarekî zaniyar, bingeh danî; kesên din jî li ser vê bingehê ava dikin. Lê belê bila her kes bala xwe bidinê ku ka çawa li ser wê ava dikin.
11
Ji ber ku tu kes, xeynî bingeha hatiye danîn, yanê, xeynî Îsa Mesîh nikare bingehek din deyne.
12
Lê belê ger kesek li ser vê bingehê bi zêr, zîv, kevirên biqîmet, dar, gîha, qamîş ava bike,
13
dê karê her kesî eşkere bibe; dê roj wê bide xuya kirin; ji ber ku dê bi agir ve eşkere bibe; ka karê her yekî çi celeb e dê agir bi xwe bide îspat kirin.
14
Ger karê yekî ku li ser wê ava kiriye bisekine, dê ew kes mişeyê bistîne.
15
Ger karê yekî bişewite, dê ziyanê bike; lê belê ew bi xwe xelas bibe, lê dê bibe mîna ku di nava agir de derbas bûye.
16
Ma qey hûn nizanin ku, hûn perestgeha Xwedê ne û Ruhê Xwedê di we de disekine?
17
Ger kesek, perestgeha Xwedê xera bike, dê Xwedê wî xera bike; ji ber ku perestgeha Xwedê pîroz e û ew perestgeh hûn in.
18
Bila tu kes xwe bi xwe nexapîne! Ger yekî di nava we de, xwe li gor pîvana vê dinê zaniyar bihesibîne, bila bona zaniyar bibe, bêaqil bibe!
19
Ji ber ku zaniyariya vê dinê, di çavê Xwedê de bêaqilî ye; ji ber ku hatiye nivîsandin: Ew, zaniyaran di hîleyên wan de digire.
20
Û dîsa: Xudan, valahiya ramanên zaniyaran dizane.
21
Bo vê yekê bila tu kes, bi mirovan ve pesnê xwe nede; ji ber ku her tişt yê we ne:
22
Divê Pawlos, an Apollos, an Kîfas, an dinya, an jiyan, an mirin, an dema niha, an jî ya ku bê, her tişt yê we ye;
23
lê belê hûn yê Mesîh in, Mesîh jî yê Xwedê ye.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16