bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 14
1 Corinthians 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
1
Li pey hezkirinê baz bidin; lê belê xelatên ruhanî, bi taybetî peyxambertî kirinê bi xîret ve bixwazin!
2
Ji ber ku yê bi zimanan ve diaxife, ne ji mirovan re, lê ji Xwedê re diaxife; ji ber ku kes fêhm nake; lê ew bi ruh ve hemrazan dibêje.
3
Lê belê yê peyxamberiyê dike, bona ava kirinê, teşwîq kirinê û xemrevînî, ji mirovan re diaxife.
4
Yê ku bi ziman ve diaxife, xwe bi xwe ava dike; lê belê yê ku peyxamberiyê dike, Dêrê ava dike.
5
Niha, ez dixwazim ku, hûn hemû bi zimanan ve biaxifin, lê belê hîn zêde dixwazim ku hûn peyxamberiyê bikin. Ji ber, heta ku ev zimanana bona Dêrê neyên wergerandin, kesê ku peyxamberiyê dike, ji kesên bi van zimanan ve diaxife mezintir e.
6
Lê belê niha, ya birano, ger ez bi zimanan gotinê ve werim cem we û ger ez bi peyxamê, an bi zanînê, an bi peyxambertiyê, an jî bi hînkariyê ve ji we re nebêjim, dê çi qenciya min ji we re çê bibe?
7
Heta tiştên bêcan yên mîna bilûr û çenkê dengên guhêrbar dernexin, kî fêhm dike ku bi bilûr û çenkê çi tê lêxistin?
8
Ji ber ku ger borîjen jî dengekî nenas bide, ma kî ji şer re amade dibe?
9
Mîna vêya, ger hûn jî bi zimanekî fêhmbar neaxifin, dê gotinên we çawa bêne fêhm kirin? Wê gavê axaftina we berhewa ye!
10
Bê şik li dinê gellek tewr deng hene û yek jî ne bê mane ye.
11
Niha, ger ez maneya deng fêhm nekim, ez ê ji bo yê ku diaxifî bibim xerîb û yê ku diaxife dê ji bo min bibe xerîb.
12
Bi vî awayî, madem ku hûn jî ji xelatên ruhanî ve bixîret in, ji bona pêş ve birina Dêrê, li zêdebûna xwe bigerin.
13
Ji bo vêya, kesê bi ziman ve diaxife, bila bona wergerîna gotinên xwe dua bike.
14
Ji ber, dema ez bi ziman ve dua bikim, ruhê min dua dike, lê belê hişê min bê berdar e.
15
Niha, divê çawa be? Ez ê bi ruh dua bikim û bi hiş jî dua bikim; bi ruh qesîda bibêjim û bi hiş jî qesîda bibêjim.
16
Ger tu tenê bi ruh ve şikiryê bînî, yekî ji gel, ji ber ku gotina te fêhm nake, dê çawa ji dua şukranê ku te kiriye re: Amîn! bibêje?
17
Ji ber, dibe ku tu qenc şikiryê bikî, lê belê yê din nayên ava kirin.
18
Bona ez ji we hemûyan pirrtir bi zimanan ve diaxifim, ji Xwedê re şikir dikim.
19
Lê belê heta ku ez di Dêrê de di zimanekî de deh hezar gotinî bibêjim, bona kesên din perwerde bikim di hişê xwe de axaftina pênc gotinî çêtir digirim.
20
Birano, di fêhmkirinê de nebin zarok; lê di babeta xerabiyê de bibin mîna zarokan, lê belê di ramanên xwe de mîna kesên gîhaştî bibin.
21
Di zagonê de hatiye nivîsandin: Xudan dibêje: Bi navgîniya kesên zimanê xerîb diaxifin û bi lêvê xerîban ez ê bangî vî gelî bikim û dê dîsa jî min guhdarî nekin!
22
Ji ber vê yekê, axaftina bi zimanan ne bona bawermendan, lê bona bêbaweriyan nîşanek e; lê belê peyxambertî ne bona bêbaweriyan, lê bona bawermendan e.
23
Ger niha hemûya Dêrê li cîhekî bên cem hev û dema hemû pev re bi zimanan ve biaxifin û yekî baweriyê neaniye, an jî yekî ji gel têkeve nava wan, dê nebêjin: Hûn har bûne?
24
Lê belê ger dema hemû peyxamberiyê bikin û yekî bawerî neaniye, an jî yekî ji gel têkeve nava wan, bi her gotinên ku tê gotin dê bê qanih kirin û bê daraz kirin
25
û dê ramanên dizî yên dilê wî bê eşkere kirin û bi vî awayî dê ew bibêje: Bi rastî jî Xwedê di nava we de ye û ser rû xwe bavêje erdê û ji Xwedê re peristinê bike.
26
Niha çî ye, birano? Dema hûn dicivin, Zebûrek her yekî heye, hînkirina wî heye, peyxama wî heye, zimanê wî heye, wergera wî heye. Bila her tişt bona ava kirinê be!
27
Ger kesek bixwaze bi zimanekî biaxife, bila dudu, an herî zêde sê kes bi dor biaxifin û yek jî bila yên tê gotin wergerîne.
28
Lê belê ger werger tunebe, bila ew di Dêrê de bêdeng bimîne û di hundirê xwe de bi Xwedê re biaxife.
29
Û bila du an jî sê peyxamber bibêjin û bila yên din daraziyê bikin.
30
Lê belê ger peyxamek bê kesekî li wê derê rûniştiye, bila yê yekemîn bêdeng bisekine.
31
Ji ber ku hûn hemû dikarin yek bi yek peyxamberiyê bikin, da ku, hemû hîn bibin û hemû bên teşwîq kirin.
32
Û ruhên peyxamberan bengî peyxamberan in.
33
Ji ber ku Xwedê ne yê tevliheviyê, lê Xwedanê dilxweşiyê ye; mîna di hemû Dêrên pîrozan de ûsa ye.
34
Bila pîrekên we di Dêran de bê deng bimînin; ji ber ku ji axaftina wan re destûr nîne; mîna ku zagon jî dibêje, bila bengî bin.
35
Û ger tiştekî ku bixwazin hîn bibin, bila li malê ji zilamê xwe bipirsin; ji ber ku di Dêrê de axaftina pîrekan şerm e.
36
An ma gotina Xwedê ji we derket? An jî tenê gîhaştiye we?
37
Ger kesek xwe peyxamber, an jî ji aliyê ruh ve gihaştî zanîbe, bila bizane ku yên min ji we re nivîsandiye emirên Xudan in.
38
Lê belê ger kesek nezan be, bila nezan be!
39
Ji ber vê yekê, birayên min, peyxambertî kirinê bi xîret bixwazin û nebin astengê axaftina bi zimanan.
40
Lê belê bila her tişt bi rastî û bi rêzî bê çêkirin!
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16