bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 1
Mark 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 2 →
1
Destpêka Mizgîniya Lawê Xwedê Îsa Mesîh.
2
Mîna ku di Îşaya peyxamber de hatiye nivîsandin: A vay, ez nûçevanê xwe li ber rûyê te ve dişînim; ew ê rêya te amade bike.
3
Dengê ku ji çolê ve bang dike: Rêya Xudan amade bikin, rêyên wî rast bikin!
4
Û bi vî awayî Yehyayê ku li çolê vaftîzê dikir û bona bexşandina gunehan waza vaftîz a tobê dikir, hat.
5
Hemû gelê Cihûstanê û hemûya Orşelîmiyan dihatin cem wî, li gunehên xwe mukur dihatin û ji aliyê wî ve di Çemê Urdunê de vaftîz dibûn.
6
Yehya pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî şûtika çermîn hebû û wî kulî û hungivê bejî dixwar.
7
Û wî waz dida û digot: Li pey min, yê ji min xurttir e tê û ez ne liyaq im ku xwar bibim û benikê pêlavên wî vekim.
8
Min we bi avê ve vaftîz kir, lê belê ew ê we bi Ruhê Pîroz vaftîz bike.
9
Û di wan rojan de wusa bû ku, Îsa ji Celîlê, ji bajarê Nisretê hat û ji aliyê Yehya ve di Çemê Urdunê de vaftîz bû.
10
Û dema ku ji avê derket, wî hema dît ku ezman qelişî û Ruh mîna kevokekê daket ser wî.
11
Û ji ezmanan dengek hat: Tu lawê min ê xoşewîst î, ez ji te razî me!
12
Û Ruh hema ew şand çolê.
13
Û ew çel roj li çolê ma û ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin; ew bi heywanên hov re bû û milyaketan jî ji wî re xizmetê dikirin.
14
Li pey girtina Yehya, Îsa bi waz dana Mizgîniya Serweriya Xwedê hat Celîlê û got:
15
Wext temam bû û Serweriya Xwedê nêzîk e. Tobe bikin û bi Mizgînê bawer bikin!
16
Dema ew ji qeraxa Gola Celîlê derbas dibû, wî dît ku Şîmûn û birayê wî Andrêyas tora xwe diavêtin nava golê; ji ber ku ew masîgir bûn.
17
Û Îsa ji wan re got: Li pey min werin û ez ê we bikim nêçîrvanên mirovan!
18
Wan jî hema torên xwe berdan û li pey wî çûn.
19
Û gava ku ew ji wir hinekî pêşve çû, lawê Zebedî Aqûp û birayê wî Yûhena dît; wan di lotkê de torên xwe pîne dikirin.
20
Hema bangî wan kir û wan jî bavên xwe Zebedî, tevî karkeran di lotkê de hiştin û li pey wî çûn.
21
Û ew hatin Kefernahûmê û Îsa roja Sebtê hema ket keniştê û dest bi hînkirinê kir.
22
Û ew bi hînkirina wî pirr ecêb man; ji ber ku wî ne mîna alimên zagonê, lê belê mîna yekî rayedar hînî wan dikir.
23
Û di kenişta wan de zilamekî bi ruhê xerab ve hebû, ew qêriya
24
û got: Ya Îsayê Nisrêtî; tu çi ji me dixwazî? Ma qey tu bona helaq kirina me hatiye? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê Xwedê yî!
25
Lê belê Îsa ew azirand û jê re got: Hiş be û ji wî derkeve!
26
Ruhê xerab jî ew hejand û bi avêtina qêrînên mezin ji wî derket.
27
Hemû jî ewqas şaş û metal man ku, ji hev û din pirsîn û digotin: Ev çî ye? Ma ev çawa hînkariyek nû ye? Ew dikare bi rayedariyê emir bide ruhên xerab û ew jî jê re îtaet dikin!
28
Û nûçeyên di derheqê wî de, hema li her derê Celîlê belav bûn.
29
Gava ku ew ji keniştê derketin, bi Aqûp û Yûhena re hema hatin mala Şîmûn û Andrêyas.
30
Xwesiya Şîmûn, di nava tayê nexweşiyê de radiket û ji bo wê hema ji Îsa re gotin.
31
Ew jî hat û bi destê wê ve girt, rakir; tayê dev ji wê berda û pîrekê ji wan re xizmet kir.
32
Dema bû êvar û roj çû ava, hemû nexweşan û yên bindestê cinan anîn cem wî.
33
Hemû gelên bajêr li ber derî civiya bûn.
34
Îsa gellek kesên cûr bi cûr nexweşiyan ketine, baş kir; gellek cin qewirand û nedihişt ku cin biaxifin; ji ber ku wan wî nas dikir.
35
Sibehê, gellekî berî hilatina rojê Îsa rabû; derket û çû cîhekî tenha, li wir dua kir.
36
Şîmûn û kesên pê re li pey Îsa çûn
37
û gava ku wan wî dîtin, ji wî re gotin: Her kes li te digere!
38
Îsa jî ji wan re got: Em herin bajarên nêzîkî vir ku, ez li wan deran jî wazê bidim; ji ber ku ez ji bo vê yekê hatim!
39
Û di keniştên wan de bi waz dayînê û bi cinan qewirandinê ve li hemûya herêma Celîlê geriya.
40
Û yekî bi cizam hate cem Îsa û li ber wî geriya, çok da û ji wî re got: Ger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!
41
Dilê Îsa bi wî şewitî û destê xwe dirêjî wî kir, pê da û ji wî re got: Dixwazim, paqij bibe!
42
Û gava ew diaxifî hema cizam jê çû û ew paqij bû.
43
Îsa wî zehf îkaz kir, hema ew şand û ji wî re got:
44
Hay ji xwe hebe, ji tu kesekî re tiştekî nebêje; lê biçe, xwe nîşanî kahîn bide û bona ku ji wan re bibe şahdeyî, ji bo paqij bûna xwe, tiştên ku Mûsa emir kiriye, bide!
45
Lê belê ew derket û dest bi bang kirina gellek tiştan û belavkirina vê gotinê kir, ûsa ku, êdî Îsa nikarîbû bi eşkereyî biketa bajarekî; lê li derve, li derê tenha dima û ji her alî ve dihatin cem wî.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16