bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 7
Mark 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 8 →
1
Fêrisî û hinek alimên zagonê, yên ku ji Orşelîmê hatibûn, li dora wî civiyan
2
û dîtin ku hinek şagirtên wî bi destên gemarî, yanê, neşuştî nan dixwin.
3
Ji ber ku Fêrisî û hemû Cihûd li gor kevneşopiya bav û kalên xwe, heta ku destên xwe baş neşon, xwarinê naxwin.
4
Û dema ji sûkê jî bên bêşuştin xwarinê naxwin. Û wekî din, di derheqê şuştina kase û şerbik û firaxên sifir de gellek kevneşopên din jî hene ku, bi cîh anînê wan qebûl kirine.
5
Fêrisiyan û alimên zagonê ji wî pirsîn: Çima şagirtên te li gor kevneşopa kalan nameşin û bi destê gemarî nan dixwin?
6
Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Îşaya li ser we durûyan qenc peyxamberîtî kiriye! Mîna ku hatiye nivîsîn: Ev gel bi lêvên xwe min dihesibîne, lê belê dilên wan ji min dûr e.
7
Û wekî talîmatê emirên mirovan didin hînkirinê û bi berhewayî bi min re diperistin.
8
Ji ber ku hûn dev ji emrê Xwedê berdidin û bi kevneşopa mirovan digirin.
9
Û wî ji wan re got: Hûn çi xweş dikarin bona ajotina kevneşopa xwe, emrê Xwedê red bikin!
10
Ji ber ku Mûsa gotiye: Ji bavê xwe û dayika xwe re hurmetê bike! Û: Yê ku kufrê li dayik û bavê xwe bike, bila muheqeq bê kuştin!
11
Lê belê hûn dibêjin: Ger zilamek ji dayika xwe re an jî ji bavê xwe re bibêje: Tiştê ku ji aliyê min ji te re bibe fêde qurban e, yanê, hatiye nezirkirin,
12
êdî hûn nahêlin ku ji bo dayika xwe an jî bavê xwe tu tiştî bike.
13
Bi vî awayî hûn vê kevneşopa xwe ji nifşan digihînin nifşan û gotina Xwedê radikin. Û hûn pirr tiştên mîna vêya çêdikin.
14
Û wî dîsa gel bangî cem xwe kir û ji wan re got: Hûn hemû min guhdarî bikin û fêhm bikin!
15
Tu tiştek nîne ku ji derve bikeve hundirê mirov û wî gemarî bike; lê belê tiştên ku mirov gemarî dikin, yên ji hundirê mirov ve derdikevin in.
16
Ger guhên kesekî ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze!
17
Û dema ew ji ajaweyê veqetiya û vegeriya malê, şagirtên wî mana wekokê ji wî pirsîn.
18
Wî jî ji wan re got: Ma hûn jî wusa fêhmkor in? Ma qey hûn fêhm nakin, her çi tiştê ku ji derve bikeve hundirê mirov, nikare wî gemarî bike?
19
Ji ber ku ew naçe dilê wî, lê belê diçe mahdê wî û ji wir diçe derve. Wî bi vê gotina, hemû xwarinan paqij kir.
20
Û wî got: Yên ku mirov gemarî dike, tiştên ku ji hundirê mirov ve derdikevin in.
21
Ji ber ku, ji hundir, ji dilê mirovan ve, fikrên xerab, bê exlaqî, dizî, kuştin, zîna,
22
timayî, xerabî, hîle, sefahet, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî, derdikeve.
23
Hemûyên van tiştên xerab ji hundir ve derdikevin û mirov gemarî dikin.
24
Ew ji wir rabû û çû herêma Sûr û Saydayê; ket malekê û nexwest ku tu kes bi vêya bizanibe û hêz neanî ku xwe veşêre.
25
Lê belê pîrekek ku di keçika wê de ruhê xerab heye, di derheqê Îsa de agahiyê stend û hema hat û xwe avêt lingên wî.
26
Ev pîrek Grekî bû û ji nîjada Fênîkiya Sûriyê bû. Bona cin ji qîza wê biqewirîne, li ber wî geriya.
27
Îsa ji wê re got: Berde, bila pêşiyê zarok têr bibin! Ji ber ne rast e ku mirov nanê zarokan bigire û bavêje ber kûçikan!
28
Pîrekê jî bersiv da û ji wî re got: Belê, ya Xudan, lê kûçik jî li binya sifrê kurtêlê ber zarokan dixwin!
29
Û wî ji wê re got: Ji ber vê gotinê here, cin ji keçika te derketiye!
30
Û pîrek çû mala xwe dît ku cin jê derketiye û keçik di nava livînan de raketiye.
31
Dîsa ji herêma Sûrê derket, di nav Saydayê û di nava herêma Dêkapolîsê de derbas bû û hat gola Celîlê.
32
Yekî kerr û lal anîn cem wî û bona destê xwe deyne ser, li ber wî geriyan.
33
Wî jî ew girt cîhekî ji ajawê cihêtir e û tiliyên xwe xist guhê zilam û tû kir û destê xwe li zimanê wî xist.
34
Dawiyê li ezman nihêrt û axîn kişand û jê re: Effata! Yanê: Vebe! got.
35
Û hema guhên wî vebûn û zimanê wî vebû û bi avahiyek xweş dest bi axaftinê kir.
36
Wî bona ku ji kesekî re nebêjin, emir li wan kir; lê belê her çiqas wî bi zêdeyî emir li wan dikir, wan ewqas zêde bang dikirin.
37
Û ew gellek ecêb diman û digotin: Wî her tiştî baş kir; him guhên kerran vedike, him jî lalan diaxifîne!
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16