bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 5
Mark 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
1
Û ew hatin aliyê dinî golê, welatê Girasîniyan.
2
Gava ku Îsa ji lotkê derket, zilamekî ruhê wî yê mindar heye, hema ji goran derket û çû pêrgîniya wî.
3
Cîhê ku ew lê rûdinişt di nav goran de bû û tu kesî nikarîbû ku wî bi zincîran jî girê bide;
4
ji ber ku pirr caran ew bi qeyd û zincîran ve hatibû girêdan, lê belê wî zincîran şikestandibû û qeydan perçe kiribû û tu kesî nikarîbû ku wî zeft bikira.
5
Û ew her tim şev û roj li serê çiyan û di nava goristanê de diqêriya û xwe bi keviran birîndar dikir.
6
Dema ku wî ji dûr ve Îsa dît, baz da û ji wî re secde kir
7
û bi dengekî bilind qêriya û got: Ya Îsa, Lawê Xwedayê Bilind, ma te çi ji min e? Ez bi heqê Xwedê sondê didim te; ezabê li min meke!
8
Ji ber ku wî jê re gotibû: Ya ruhê xerab; ji vî zilamî derkeve!
9
Û jê pirsî: Navê te çî ye? Û wî bersiv da û got: Navê min Lejyon e, ji ber ku em gellek in!
10
Û bona ku ew wan ji wê herêmê dernexe, ew pirr li ber wî geriya.
11
Li wir, li qeraxa çiya, keriyek beraza ya mezin diçêriya.
12
Û hemû cin li ber wî geriyan û gotin: Me bişîne van berazan, em têkevin wan!
13
Îsa jî destûr da wan. Ruhên xerab jî derketin û ketin berazan û ew keriyê ku qasî du hezarî bû, ji kendala kûr, ber bi golê ve hate avêtin û di golê de fetisîn.
14
Û şivanê berazan reviyan û li bajar û gundan, nûçeyê belav kirin. Û ew jî ji bo dîtina tiştên ku bûye hatin.
15
Û ew hatin cem Îsa, dînê ku berê lejyonek cinan tê de bû, hiş li serî, kinc lêkirî û ew rûniştî dîtin û tirsiyan.
16
Û yên ku bûyerê dîtibûn, têgihandina tiştên ku hatiye serê zilamê bi cin û di derheqê berazan de, ji gel re kirin.
17
Û bona ku ew ji herêma wan here, dest pê kirin û li ber wî geriyan.
18
Û dema ku ew ket lotkê, zilamê ku berê bindestiyê cinan bû, li ber wî geriya ku bi wî re bimîne.
19
Lê belê Îsa nehişt û ji wî re got: Vegere mala xwe, cem yên xwe û hemû tiştên ku Xudan bo te kir û çawa merhametê li te kir, ji wan re bibêje!
20
Ew jî çû, li herêma Dêkapolîsê, dest pê kir û Îsa bona wî her çi kiribû, belav kir û her kes ecêb dima.
21
Dema ku Îsa bi lotkê dîsa derbasî aliyê din bû, ajaweyek mezin li dora wî civiya û ew jî li qeraxa golê bû.
22
Û a vay, yekî ji serokên keniştê ku navê wî Yaîros bû hat, dema wî ew dît, xwe avêt lingên wî
23
û ew pirr li ber wî geriya û got: Keçika min ya biçûk li ber mirinê ye; were û destê xwe deyne ser, da ku, ew baş bibe û bijî!
24
Û ew jî bi wî re çû û ajaweyeke mezin li pey wî diçû û hawirdor lê teng dikirin.
25
Û li wir, pîrekek donzdeh sal e ku xwîn jê diçe hebû
26
û ji destê gellek hekîman zehf kişandibû, hemû hebûna xwe xerc kiribû û baş nebûbû; lê belê hîn jî xerabtir bûbû.
27
Gava wê tiştên ku di derheqê Îsa de hatine gotin bihîst, di nava ajawê de ji paş ve hat û dest da kincên wî.
28
Ji ber ku wê digot: Ger ez tenê destê xwe li kincên wî xim, ez ê xelas bibim!
29
Û hema çavkaniya xwîna wê ziwa bû û pîrekê jî di kûrbûna bedena xwe de hês kir ku, ji wê keserê xelas bû.
30
Îsa hema fêhm kir ku hêzek ji wî çû û di nava ajawê de vegeriya û got: Ma kî destê xwe li kincên min xist?
31
Şagirtên wî jî, jê re gotin: Tu dibînî ku ajawe dor li te teng kiriye, dîsa jî tu dibêjî: Kî destê xwe li kincên min xist?
32
Û ew bona ku kesê vêya kiriye bibîne, li dora xwe nihêrt.
33
Pîrekê jî wergera di xwe de dizanîbû; bi tirs lerizî û hat, xwe avêt lingên wî û hemû rastiyê ji wî re got.
34
Lê belê wî ji wê re got: Keça min, baweriya te, te xelas kir, bi xweşiyê here û ji êşa xwe qenc bibe!
35
Hîn Îsa diaxifî, zilaman ji mala serokê keniştê ve hatin û gotin: Keça te mir, êdî tu çima Mamoste bêaram dikî?
36
Lê belê gava Îsa, gotina ku hate gotin bihîst, ji serokê keniştê re got: Metirse, tenê bawer bike!
37
Û wî nehişt ku xeynî Pêtrûs û Aqûp û birayê Aqûp Yûhena kes li pey wî herin.
38
Û gava ku ew hate mala serokê keniştê, yên ku bi gale gal digirîn û diqêrin dîtin.
39
Gava ew ket hundir, ji wan re got: Çima hûn dikin qêrîn û digirîn? Zarok nemiriye, lê radikeve!
40
Lê ew jî, gellekî bi wî dikeniyan. Lê belê paşî ku wî bi xwe hemûyan derxistin derve, dayik û bavê zarokê û kesên bi wî re ne girt û çû ket cîhê ku zarok lê ye.
41
Bi destê zarokê girt û jê re got: Talîta kûmî! ku wergera wê: Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe! ye.
42
Keçik jî hema rabû û geriya; ji ber ku ew donzdeh salî bû. Û ew gellek şaş û metal man.
43
Û wî ji wan re, bila vêya kes nizanibe û baş li wan emir kir û got ku, bila tiştekî xwarinê bidin keçikê.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16