bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 15
Mark 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
1
Û sibê zû, serokên kahînan, kalepîran û alimên zagonê û hemûya Civata Netewî şêwirîn, Îsa girêdan û wî birin dan destê Pîlato.
2
Pîlato jî ji wî pirsî: Ma tu qiralê Cihûdan î? Wî jî bersiv da û ji wî re got: Mîna ku tu dibêje yî!
3
Serokên kahînan, bi gellek tiştan wî tawanbar kirin.
4
Pîlato dîsa ji wî pirsî û got: Ma tu qet bersivê nadî? Binêre, bi çiqas tiştan tawanbariyê li te dikin!
5
Lê belê êdî Îsa tu bersivê neda; wusa ku, Pîlato şaş ma.
6
Wî di her cejnekî de girtiyekî ku wan jê dixwestin, ji wan re berdida.
7
Yekî bi navê Barabas hebû; tevî dijrabirên di serî hildanê de mirov kuştine, hatibû zincîr kirin.
8
Û gel derket cem wî û xwestin ku mîna her demî bona wan yekî berde.
9
Pîlato jî bersiv da wan û got: Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we qiralê Cihûdan berdim?
10
Ji ber, wî dizanibû ku serokên kahînan ji ber çavnebariyê wî dane dest.
11
Lê belê serokên kahînan hîn zêde ji bo wan Barabas bête berdan, gel kişkişandin.
12
Û Pîlato dîsa bersiv da û ji wan re got: Wê çaxê ez çi bi wî zilamê bikim, yê ku hûn jê re qiralê Cihûdan dibêjin?
13
Ew jî bi gotina: Wî xaç bike! dîsa qêriyan.
14
Û Pîlato ji wan re got: Ma wî çi xerabiyê kiriye ku? Lê ew jî bi gotina: Wî xaç bike! hîn jî bi zêdeyî qêriyan.
15
Pîlatoyê dixwest ku dilê gel razî bike, bona wan Barabas berda û piştî ku Îsa da ber qamçiyan, bona ku bê xaçkirin da.
16
Leşkeran wî birin hindurê qesrê ku navê wê Prêtoryûm e û hemûya tabûrê civandin.
17
Û wan kincekî erxewanî li wî kirin û ji sincikan tacekî çêkirin û dan ser serê wî.
18
Û bi gotina: Bijî qiralê Cihûdan! dest bi silavdana wî kirin.
19
Û wan bi qamîşekî li serê wî xistin û tûyî wî kirin û li ber wî çok dan û ji wî re secde kirin.
20
Û piştî ku wan qerfê xwe bi wî kirin, kincê mor ji wî kirin û dîsa kincên wî lê kirin. Û bona ku wî xaç bikin, derxistin derve.
21
Yekî bi navê Şîmûnê Kûrêneyî tête nasîn, yê bavê Îskender û Rûfûs bû û ji beyarê dihat û derbas dibû, bona ku xaça Îsa bikişîne, kirin suxrekar.
22
Û wan Îsa anîn cîhê ku jê re Golgota tête gotin, ku ger bête wergerandin, di mana cîhê hestiyê serî de ye.
23
Û wan xemra bi murê ve tevlihev dan wî, lê belê wî ranehişt.
24
Û piştî ku wan ew xaç kirin, bona ku ka çi ji kê re dimîne pişkê avêtin û kincên wî di nava hev û din de par kirin.
25
Dema wî xaç kirin, saet sisê bû.
26
Sûcê wî di yafta li ser wî de: QIRALÊ CIHÛDAN hatibû nivîsîn.
27
Û wan bi wî re, yek li aliyê wî yê rastê û yek jî li yê çepê, du rêbirî jî xaç kirin.
28
Bi vî awayî nivîsa ku dibêje: Û ew bi gunehkaran re hate jimartin, hate cîh.
29
Yên ji wir derbas dibûn, kufr ji wî re dikirin û serê xwe dihejandin û digotin: Kanê teyê Perestgehê xera bikira û di sê rojan de ya nû ava bikira!
30
Ka ji xaçê dakeve û xwe xelas bike!
31
Mîna vê yekê serokên kahînan û alimên zagonê jî henekê xwe bi wî dikirin û di nava xwe de digotin: Kesên din xelas kirin, nikare xwe xelas bike!
32
Bila qiralê Îsraêlê Mesîh, niha ji xaçê dakeve ku em bibînin û bawer bikin! Yê bi wî re hatibûn xaçkirin jî heqaretê li wî kirin.
33
Gava saeta şeşan hat, tariyek heta saeta nehan daket ser hemûya erdê.
34
Di saeta nehemîn de Îsa, bi dengekî bilind qêriya: Elohî, Elohî, lama sabaxtanî? ku dema bête wergerandin, tê wateya: Xwedayê min, Xwedayê min, ma te çima min berda?
35
Hin kesên li wir sekinîbûn, dema vêya bihîstin, gotin: A vay, ew bangî Êlyas dike!
36
Yekî baz da û sungerekî di sîrkê de dakir û xist serê qamîşekî û da wî ku vexwe û got: Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas dê bê û wî bîne xwar?
37
Lê belê Îsa bi dengekî bilind qêriya û ruhê xwe da.
38
Û perda Perestgehê, ji jor ve heta jêr çiriya û bû du perçe.
39
Gava serleşkerê ku li hemberî Îsa disekinî, dît ku wî bi vî awayî ruhê xwe da, got: Ev zilam bi rastî Lawê Xwedê bû!
40
Li wê derê di nav pîrekên ku ji dûr ve temaşe dikirin de, dema ew hîn li Celîlê bû pîrekên li pey Îsa çûbûn û xizmetê ji wî re kiribûn; Meryema Mejdelanî û Meryema diya Aqûpê biçûk û Yosê û Şalomê
41
û gellek pîrekên din jî, yên ku bi wî re hatibûn Orşelîmê hebûn.
42
Û gava ku êdî bû êvar, ji ber ku roja Amadekariyê, yanê roja beriya Sebtê bû;
43
Ûsivê Arîmatyayî yê endamekî birêz yê Civata Netewî û bi hêvî li benda Serweriya Xwedê bû hat, wêriya û derket hizûra Pîlato û cesedê Îsa xwest.
44
Pîlato, bi ewqas zû mirina wî ve şaş ma, bangî serleşker kir û jê pirsî: Mirina wî gellek bû?
45
Û dema ku wî rewşê ji serleşker ve bihîst, cesed da Ûsiv.
46
Wî jî cawekî keten stend û wî ji xaçê daxist, bi caw ve pêça û bir goreke ji latê ve hatiye kolan danî û kevirekî gindirand deriyê gorê.
47
Lê belê Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yosê dîtin ku ew li ku derê danîn.
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16