bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 11
Mark 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
1
Û dema ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin herêma li qeraxa Çiyayê Zeytûnê Bêytfacê û Beytanyayê, wî du şagirtên xwe şand û ji wan re got:
2
Herin gundê hemberî xwe. Dema ku hûn bikevinê, hûn ê dehşikekî hîn kesek lê siwar nebûye, girêdayî bibînin; wê vekin û ji min re bînin!
3
Ger yek ji we re: Hûn çima vêya dikin? bibêje. Hûn jî bibêjin: Hewceyiya Xudan ji vêya re heye û dê wê hema şunda bişîne vira!
4
Ew çûn û li ser rê, dehşika li ber deriyê xaniyekî girêdayî dîtin û ew vekirin.
5
Hin kesên li wir gotin: Hûn çi dikin, ma hûn çima dehşikê vedikin?
6
Şagirtan jî mîna ku Îsa gotibû, ji wan re gotin û wan kesan dev ji wan berdan.
7
Û wan dehşikê ji Îsa re anîn û kincên xwe li ser raxistin û ew li ser siwar bû.
8
Gellekan kincên xwe, hinekan jî guliyên ji zeviyan jê kiribûn raxistin ser rê.
9
Kesên li pêşiyê diçûn û yên li paş ve dihatin diqêriyan û digotin: Hozanna! Yê di navê Xudan de tê pîroz e!
10
Bila pîroz be Serweriya bapîrê me Dawid, ya ku di navê Xudan de tê! Li herî bilindahiyan Hozanna!
11
Îsa ket Orşelîmê û çû Perestgehê. Û piştî ku her alî ji ber çavan ve derbas kir, ji ber ku wexta êvarê bû, bi Donzdehan ve çû Beytanyayê.
12
Û dotira rojê, dema ku ji Beytanyayê derketin, ew birçî bû.
13
Û dema ku wî darek hêjîra peldayî ji dûr ve dît, got dibe ku ez hêjîran li ser wê bibînim û çû wê derê. Û dema ku ew hate cem, ji bilî pelan tiştekî nedît; ji ber ku ne demsala hêjîran bû.
14
Îsa bersiv da û ji wê re got: Bila êdî abadîn tu kes ji te mêwe nexwe! Şagirtên wî jî vêya bihîstin.
15
Û ew hatin Orşelîmê; Îsa kete Perestgehê û destpêkir û firoşkar û girtiyarên ku di Perestgehê de bûn avête derve û maseyên perehurkêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin.
16
Û wî nehişt ku, tu kes firaqekî di nav Perestgehê de derbas bike.
17
Û wî hîn kir û ji wan re got: Ma ji mala min re; dê mala duayê ji bo hemû netewan bê gotin, nehatiye nivîsîn? Lê belê we ew kiriye geha rêbiran!
18
Serokên kahînan û alimên zagonê vêya bihîstin û bona kuştina wî li rêyekê geriyan; lê ji wî ditirsiyan; ji ber ku hemûya gel li ser hînkirina wî ecêb dima.
19
Û dema ku bû êvar, ew ji bajêr derketin.
20
Û serê sibê, dema ew ji cem ve derbas dibûn; dara hêjîrê ji rehê wê ve hişk bûyî dîtin.
21
Û Pêtrûs di bîra xwe de anî û ji wî re got: Rebbî binihêre, dara hêjîrê ku te lê naletê anî, hişk bûye!
22
Îsa jî bersiv da û ji wan re got: Bila baweriya we bi Xwedê hebe.
23
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Kî ji vî çiyayî re bêje: Rabe û xwe bavêje behrê û di dilê xwe de bê şuphe bawer bibe ku dê xwestina wî bibe, dê jê re bibe.
24
Ji bo vêya ez ji we re dibêjim: Her tiştên ku we bi duê ve xwestiye, bawer bikin ku we wê stendiye û dê ji we re bibe!
25
Û dema ku hûn radibin û dua dikin, ger giliyek we li dijî yekî hebe, wî bibexşînin ku, Bavê we yî li ezmanan jî bila sûcên we bibexşîne.
26
Lê belê ger hûn nebexşînin, Bavê we yî li ezmanan jî sûcên we nabexşîne.
27
Dîsa hatin Orşelîmê. Û dema Îsa di Perestgehê de digeriya serokên kahînan, alimên zagonê û kalepîran hatin cem wî û jê re gotin:
28
Tu van tiştan bi kîjan rayedariyê dikî? An jî rayedariya kirina vana kî da te?
29
Îsa jî ji wan re got: Ez ê jî tiştekî ji we bipirsim; bersivê bidin min, ez ê jî, ka van tiştan bi çi rayedariyê dikim ji we re bêjim.
30
Ma vaftîza Yehya ji ezmanan bû, an ji mirovan bû? Bersivê bidin min!
31
Ew jî di nava xwe de fikirîn û gotin: Ger em bêjin ji ezmanan e, ew ê bêje, wê çaxê çima hûn bi wî bawer nebûn?
32
Lê belê ger em bêjin: Ji mirovan e – ji gel ve ditirsiyan; ji ber ku hemûyan Yehya, bi rastî peyxamber dihesiband.
33
Û bersiva Îsa dan û jê re gotin: Em nizanin! Îsa jî ji wan re got: Ez jî ji we re nabêjim ku, ka ez van tiştan bi kîjan rayedariyê dikim!
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16