bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 6
Mark 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 7 →
1
Û ew ji wir derket û hat welatê xwe û şagirtên wî jî li pey wî çûn.
2
Dema bû roja Sebtê, li keniştê dest bi hînkirinê kir; gellekan wî bihîstin, şaş man û gotin: Ev tiştan ji vî zilamî re ji ku derê ne? Zaniyariya ku ji wî re hatiye dayîn, gelo çî ye? Ma ev karên bi qudret yên ku bi destên wî ve çêdibin, çine?
3
Ma ev ne xeratê lawê Meryem û birayê Aqûp û Yose û Cihûda û Şîmûn e? Ma xwuşkên wî ne li vir, li cem me ne? Û di wî de tilpekî bûn.
4
Îsa jî ji wan re got: Peyxamberekî, xeynî welatê xwe, li nav mirovê xwe û ji mala xwe pê ve, li cîhekî din ne bêrûmet e!
5
Û li wê derê hêz neanî ku karê bi qudret bike, sirf destên xwe danî ser çend nexweşan û wan qenc kirin.
6
Bi bêbaweriya wan ve şaş ma. Û ew li gundên dorê digeriya û hîn dikir.
7
Û wî bangî Donzdehan kir û dest pê kir, wan dudo bi dudo şand û rayedariya qewirandina ruhên xerab da wan.
8
Û wî emir da wan ku, bona rêwîtiyê xeynî çoyekê tiştekî bi xwe re nebin; divê ne nan, ne kîs, ne jî di nava şûtikê xwe de pere bi xwe re bibin;
9
lê belê ji wan re got ku bila çarixan bikin lingê xwe û du kirasan li xwe mekin.
10
Û wî ji wan re got: Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wir derkevin, li wê derê bimînin.
11
Her ku der we qebûl neke û we guhdarî nekin, dema hûn ji wir derkevin, toza bin lingên xwe, bona ku ji wan re bibe şahdeyî, dawişînin! Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di roja daraziyê de dê rewşa welatê Sodom û Gomorayê ji ya wî bajarî çêtir bibe!
12
Ew jî derketin û bona ku mirov tobe bikin, waz dan.
13
Û wan gellek cin diqewirandin û gellek nexweşan, rûn li wan didan û baş dikirin.
14
Qiral Hêrodês jî bihîst; ji ber ku namdariya wî belavî her derê bûbû û hinekan digotin: Ev Yehyayê vaftîzkar e ku ji nav miriyan rabûye; ji ber vê yekê di wî de keramet tên kirin!
15
Lê hinekên din digotin: Ew Êlyas e û hinekên din jî digotin: Mîna peyxamberên din peyxamberek e.
16
Lê belê dema Hêrodês vêya bihîst, got: Yehyayê ku serê wî jêkirime, ji nav miriyan vejiyaye!
17
Ji ber ku Hêrodês bi xwe, bona Hêrodiya jina Fîlîpoyê birayê xwe zilam şandibû û Yehya girtibû, girêdabû û avêtibû zindanê; ji ber ku ew bi wê pirekê re zewicîbû.
18
Ji ber ku Yehya ji Hêrodês re gotibû: Zewaca te û jinbira te ne caiz e!
19
Hêrodiya jî bo vê yekê gir bi wî ve girêdabû; dixwest wî bikuje, lê belê wê nikarîbû bikira.
20
Ji ber ku Hêrodês zanîbû Yehya mirovek rast û pîroz e; ji wî ditirsiya û ew diparêst. Dema ku wî guhdarî dikir, pirr şaş dima û bi dilşahî wî guhdarî dikir.
21
Di roja bûyîna Hêrodês de, dema roja munasib ya ku ji zilamên xwe yî mezin re, serpêlan re û ji kesên pêşhatiyên Celîlê re ziyafetê dide hat,
22
dema keça Hêrodiyayê ket hundir û reqisî, ew rewş li xweşiya Hêrodês û yên ku pê re li ser sifrê rûniştine re çû û qiral ji keçikê re got: Bixwaze ji min, tu çi bixwaze ez ê bidim te!
23
Û wî ji wê re sond xwar: Tu ji min her çi bixwazî, heta nêviyê qiraletiya xwe, ez ê bidim te!
24
Ew jî derket û çû ji diya xwe re got: Ez çi bixwazim? Diya wê got: Serê Yehyayê vaftîzkar bixwaze!
25
Û ew hema bi lez çû cem qiral û daxwaza xwe ji wî re got: Ez dixwazim ku tu niha serê Yehyayê vaftîzkar li ser sêniyekê bidî min!
26
Qiral zehf xemgîn bû; lê belê ji ber sondê û yên ku bi wî re li sifrê rûniştîbûn, nexwest keçikê red bike.
27
Û qiral hema ji leşkeran yekî şand û emir da ku serê wî bîne.
28
Ew jî çû di zîndanê de serê wî jê kir û serê wî li ser sêniyekê anî û ew da keçikê û keçikê jî ew da diya xwe.
29
Û dema ku şagirtên Yehya vêya bihîstin, hatin û meytê wî girtin û kirin gorekê.
30
Û şagirt li cem Îsa civiyan û hemû tiştên ku kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin.
31
Wî jî ji wan re got: Hûn bi tena serê xwe werin cîhekî tenha û hinekî rawestin! Ji ber yên ku dihatin û diçûn pirr bûn, ûsa ku, wan wext nedidît xwarinê bixwin.
32
Û ew bi lotkê, bi tena serê xwe çûn cîhekî tenha.
33
Gellek kesên ku çûna wan dîtin, wan nas kirin û ji hemû bajaran, bi peyatî ketin rê û berî wan gîhîştin wî cîhî.
34
Û dema Îsa peya bû, ajaweyeke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, ji ber ku ew mîna mihên bê şivan bûn û ji wan re dest bi hînkirina gellek tiştan kir.
35
Û ji ber ku wext pirr dereng bû, şagirtên wî hatin cem wî û jê re gotin: Ev der cîhekî tenha ye û wext jî dereng e;
36
wan berde ku, bila herin çewlîg û gundên der û dorê, ji xwe re xwarinê bistînin.
37
Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Hûn xwarinê bidin wan! Û wan ji wî re gotin: Ma em herin bi du sed dînarî nan bistînin û bi wan bidin xwarin?
38
Wî jî ji wan re got: Çend nanê we hene? Herin û lê binihêrin! Û gava ku wan fêhm kirin, gotin: Pênc nan û du masiyê me hene.
39
Û wî emir da wan ku, hemû kom bi kom li ser giyayê hêşîn rûnin.
40
Û ew jî bi sedan û bi pênciyan, kom bi kom rûniştin.
41
Û wî pênc nan û du masî rahişt li ezmanan nihêrt, dua şikiryê kir û nan parî kir û ji bo di nava gel de par bikin, da şagirtên xwe; herdu masiyan jî di nava hemûyan de par kir.
42
Û hemûyan xwarin û têr bûn.
43
Ji perçeyan û ji masiyan donzdeh zembîl tijî hildan.
44
Û hejmara yên ku ji wan nanan xwarin, pênc hezar mêr bûn.
45
Heta ku ew gel berde, bona hema li lotkê siwar bibin û berî wî derbasî aliyê din, Beytsaydayê bibin, zorê da şagirtên xwe.
46
Û piştî ku wî xatir ji wan xwest, bona dua kirinê çû çiyê.
47
Û dema bû êvar, lotke di nava golê de bû û ew jî tena serê xwe li reşayiyê bû.
48
Û wî dît ku, ew di bêrkişandinê de di tengasiyê de ne; ji ber ku ba li dijî wan bû. Û ber bi sibê ew li ser golê meşiya û nêzîkî wan hat û wî xwest ku ji wan derbas bibe.
49
Lê belê wan dema ku dîtin ew li ser golê dimeşe, gotin qey ew xeyaletek e û qêriyan.
50
Ji ber ku hemûyan wî dîtin û ketin şaşwaziyê. Lê belê wî hema bangî wan kir û got: Cesûr bin; ez im, metirsin!
51
Û ew li cem wan, li lotkê siwar bû û ba sekinî. Û ew di nav xwe de gellek şaş bûn.
52
Lewma wan bi karê nanan fêhm nekiribûn; ji ber ku dilê wan hişk bûbû.
53
Dema ku ew derbasî aliyê din bûn, li Cenasêrtê derketin reşayiyê û lotke girê dan.
54
Dema ku ew ji lotkê derketin, gel hema wî nas kir
55
û hemû hawirdorê herêmê bi bazdan geriyan; cîhê ku Îsa lêbû bihîstin; dest pê kirin û nexweşan li ser livînan birin wê derê.
56
Û li gund, li bajaran, an jî li çewlîgan, biketa her ku derê, nexweşan dixistin qadan û bona ku tenê destê xwe bi dawa kincên wî bixin, li ber wî digeriyan. Û hemûyên ku destê xwe lê dixistin, baş dibûn.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16