bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 10
Mark 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
1
Û ew ji wir rabû û hat sînorên Cihûstanê û aliyê dinî çemê Urdunê. Dîsa ajawe li dora wî civiyabûn û wî li ser adeta xwe dîsa hînî wan dikir.
2
Û Fêrisiyan hatin cem wî û bona wî biceribînin, jê pirsîn: Ma jin berdana zilamekî caiz e?
3
Wî jî bersiv da û ji wan re got: Mûsa çi emir da we?
4
Wan jî gotin: Mûsa bona nivîsandina kaxeza berdanê û berdana pîrekê destûrê daye.
5
Lê belê Îsa bersiv da û ji wan re got: Wî ji ber dilhişkiya we vî emrî ji we re nivîsand.
6
Lê belê Xwedê di destpêka afirandinê de ew nêr û mê afirandin.
7
Ji ber vê yekê dê zilam dayik û bavê xwe berde û bi pîreka xwe ve bê girêdan
8
û herdu jî bibin bedenek; ûsa ku, êdî ew ne dudu ne, lê bedenek in.
9
Niha, yên ku Xwedê gihandiye hev, bila mirov veneqetîne!
10
Şagirtan li malê, di derheqê vê babetê de dîsa ji wî pirsîn.
11
Û wî ji wan re got: Kî ku pîreka xwe berde û bi yeka din re bizewice, li dijî wê zînayê dike.
12
Û ger pîrekek mêrê xwe berde û bi yekî din re bizevice, zînayê dike.
13
Û wan zarok dianîn cem wî ku ew destên xwe li wan bixe, lê şagirtan yên ku wan dianîn azirandin.
14
Dema Îsa vêya dît; hêrs bû û ji wan re got: Berdin, bila zarok werin cem min; ji wan re nebin asteng! Ji ber ku Serweriya Xwedê ji yên mîna vana re ye!
15
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku Serweriya Xwedê mîna zarokekî qebûl meke, tu carî nikare bikeve wê!
16
Û wî zarok himbêz kir, destê xwe danî ser wan û wan pîroz kir.
17
Dema derket rê, yekî bi bazdan hate cem wî û li ber wî çok da û jê pirsî: Mamosteyê qenc, bona ez jiyana bêdawî bi mêrasî bistînim, gelo ez çi bikim?
18
Îsa jî ji wî re got: Ma çima tu ji min re dibêjî qenc? Xeynî yekî tu kes ne qenc e, ew jî Xwedê ye!
19
Tu bi emiran dizanî: Mekuje! Zinê meke! Diziyê meke! Bi derewî şahdeyiyê meke! Heqê kesekî nexwe! Hurmetê ji dayik û bavê xwe re bike!
20
Lê wî got: Mamoste, min vana hemû ji ciwantiya xwe ve, heta niha anîne cîh.
21
Îsa li wî nihêrt û jê hez kir û jê re got: Tiştekî te kêm e! Here, çiyî te heye bifiroşe, bide xizanan û bi vî awayî dê li ezmanan xezîneya te bibe û were, xaçê hilgire û li pey min bimeşe!
22
Lê belê li ser vê gotinê wecê zilam daliqî û bi keser çû; ji ber ku gellek malê wî hebû.
23
Îsa li dora xwe nihêrt û ji şagirtên xwe re got: Çiqas zehmet e ku yên dewlemend bikevin Serweriya Xwedê!
24
Şagirtan bi gotinên wî şaş man. Lê belê Îsa dîsa ji wan re got: Zarokno, çiqas bi zehmet e yên ku hêviya xwe bi dewlemendiyê ve girêdane, bikevin Serweriya Xwedê!
25
Derbasbûna devê ji qula derziyê, ji ketina kesên dewlemend a Serweriya Xwedê hêsantir e.
26
Ew zehf ecêb man û ji hev û din re gotin: Wê çaxê dê kî xelas bibe?
27
Îsa li wan nihêrt û got: Li ba mirovan ev nabe, lê belê ne li ba Xwedê! Ji ber ku li ba Xwedê her tişt dibe.
28
Pêtrûs dest pê kir û ji wî re got: A vay; me her tiştî berda û li pey te hatin!
29
Îsa bersiv da û got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Tu kes nîne ku, bona min û Mizgîniyê mal, an bira, an xwuşk, an dayik, an bav, an zarok, an jî erdên xwe berde,
30
niha, di vê demê de, tevî zilma ku bikişîne sed qatî zêdetir mal û bira û xwuşk û dayik û zarok û erd û di dema bê de jiyana bêdawî nestîne.
31
Lê belê pirr kesên yekemîn dê bibin dawîn û pirr kesên dawîn jî dê bibin yekemîn.
32
Ew di rê de diçûn Orşelîmê; Îsa ji pêşiya wan ve diçû û şagirtên wî ecêb diman; yên ku li pey wî diçûn jî ditirsiyan. Wî dîsa Donzdehan girt cem xwe û dest bi gotina tiştên ku dê bêne serê xwe kir:
33
A vay, em diçin Orşelîmê; Lawê Mirov dê bidin destê serokên kahînan û alimên zagonê; ew jî, dê ceza mirinê bidin wî û wî bidin destê neteweyan;
34
ew ê henekê xwe pê bikin û tifî ser wî bikin û wî qamçî bikin û bikujin û ew ê piştî sê rojî dê dîsa biveje.
35
Lawên Zebedî Aqûp û Yûhena nêzîkî wî bûn û gotin: Mamoste, xwestinek me heye, em dixwazin ku tu vêya ji bo me bikî!
36
Wî ji wan re got: Hûn çi dixwazin ku ez bona we bikim?
37
Wan jî jê re gotin: Ji me re bibexşîne, di bilindiya te de, yek ji me li rastê te û yek ji me li çepê te bila rûnên!
38
Îsa jî ji wan re got: Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin kaseya ku ez jê vedixwim, vexwin? Û hûn dikarin bi vaftîzbûna ku ez ê pê bêm vaftîzkirin, vaftîz bibin?
39
Wan jê re gotin: Em dikarin! Îsa ji wan re got: Kaseya ku ez jê vexwim, hûn ê vexwin û bi vaftîzbûna ku ez pê bêm vaftîzkirin, hûn ê vaftîz bibin;
40
lê belê hiştina rûniştina we yî li çep û rastê min, ne di destê min de ye; lê ev ji bo kî hatibe amadekirin; ji bo wan e.
41
Û dema deh şagirt vêya bihîstin, dest pê kirin bi Aqûp û Yûhena re xeyidîn.
42
Îsa wan bangî cem xwe kir û ji wan re got: Hûn dizanin ku, di nav netewan de yên serok tên dîtin, serweriyê li wan dikin û kesên pêş ve tên jî li ser wan hukumdariyê dajon.
43
Lê belê dê di nava we de ûsa nebe; kesê ku di nava we de dixwaze bibe mezin, bila bibe xizmetkarê we
44
û kesê ku di nava we de dixwaze bibe yekemîn, bila bibe xulamê hemûyan.
45
Ji ber ku Lawê Mirov jî ne bona ku jê re xizmet bête kirin, lê bona xizmetê bike û canê xwe di oxra gellekan de bi berdêl bide, hat.
46
Û ew hatin Êrîhayê. Û dema Îsa û şagirtên xwe, bi ajaweyeke mezin ji Êrîhayê ve derket, parsekek kor, bi navê lawê Tîmay, Bar-Tîmeyo li qeraxa rêgehê rûniştî bû.
47
Û dema ku wî bihîst Îsayê Nisretî derbas dibe, dest pê kir qêriya û got: Ya Lawê Dawid Îsa, li min were rehmê!
48
Gellek kesan bona ku hiş bibe, wî azirandin; lê belê ew hîn zêde qêriya û bang kir: Ya Lawê Dawid, li min were rehmê!
49
Îsa jî sekinî û got: Bangî wî bikin! Û wan bangî zilamê kor kirin û jê re gotin: Xwezî ji te re, bangî te dike!
50
Wî jî eba xwe avêt, hol bû û hate cem Îsa.
51
Îsa destpêkir û ji wî pirsî: Ma tu çi dixwazî ku, ez ji bo te bikim? Yê kor jî jê re got: Rabbûnî, bila çavên min bibînin!
52
Îsa jî ji wî re got: Here, baweriya te, tu xelas kirî! Û hema çavên wî dîtin û di rê de, li pey Îsa çû.
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16