bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 8
Mark 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 9 →
1
Di wan rojan de dîsa gava ajaweyek mezin çêbû û ji ber ku tiştekî wanî xwarinê nemabû, Îsa bangî şagirtên xwe kir û ji wan re got:
2
Ez li ber gel dikevim, ji ber niha ev sê roj e ku bi min re ne û tu tiştekî wanî xwarinê nîne.
3
Ger ez wan bi birçîtî bişînim malên wan, ew ê di rê de bikevin; ji ber ku hin kes ji wan ji rêya dûr hatine.
4
Û şagirtên wî bersiv dan wî: Li vir, li cîhê tenha, dê mirov vana bi nan ji ku derê ve bikaribe têr bike?
5
Û wî ji wan pirsî: Çend nanê we hene? Û wan gotin: Heft.
6
Wî emir da gel ku li erdê rûnin û pişt re heft nanî rahişt, şikir kir û ew parî kir, bona belav kirinê da şagirtên xwe û wan jî danîn ber gel.
7
Çend masiyê wanî biçûk jî hebûn û piştî wî dua şikiryê kir, got ku bila ew vana jî deynin ber wan.
8
Wan xwarin û têrbûn; heft zembîl tijî ji kurtêlên bermayî hildan.
9
Hejmara yên ku xwarin, qasî çar hezar kesî bû û wî ew berdan.
10
Û hema bi şagirtên xwe re li lotkê siwar bû û derbasî aliyê Dalmanûtayê bû.
11
Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi guftegoyê kirin; bona ku wî biceribînin, ji wî xwestin ku elametek ji ezman rê wan bide.
12
Wî jî ji dil ve axînek kişand û got: Ma ev nifşe çima elametekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim: Dê tu elametî ji vê nifşêya re neyê dayîn!
13
Û wî wan berda û dîsa li lotkê siwar bû û derbasî aliyê dinî golê bû.
14
Û wan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nan bistînin û di lotkê de, li cem wan tenê nanek hebû.
15
Îsa jî emir li wan kir û got: Xwe biparêzin, ji havêna Fêrisiyan û havêna Hêrodês ve birevin!
16
Û ew di nav xwe de axifîn û gotin: Ji ber ku nanê me tune!
17
Îsa bi vê dizanîbû û ji wan re got: Çima hûn dibêjin nanê me tune û diaxifin? Ma hûn hîn aqil nagehînin û fêhm nakin? Ma dilê we hişk bûye?
18
Çavên we hene, ma hûn nabînin? Guhên we hene, ma hûn nabihîzin? Ma nayê bîra we,
19
dema min pênc nanî di nava pênc hezar kesî de par kir, we çend zembîl kurtêl berhev kirin? Wan jî ji wî re gotin: Donzdeh!
20
Dema min heft nanî di nava çar hezar kesî de par kir, we çend zembîl tijî kurtêl berhev kirin? Wan jî gotin: Heft!
21
Û wî ji wan re got: Ma hûn hîn fêhm nakin?
22
Û ew hatin Beytsaydayê û zilamekî kor anîn cem wî û ji bo bi destê xwe lêxe li ber wî geriyan.
23
Û wî bi destê yê kor ve girt û wî derxist derveyî gund û gava tû çavên wî kir, destê xwe da ser û jê re pirsî: Ma tu tiştekî dibînî?
24
Wî li jor nihêrt û got: Mirovan dibînim, ji ber ku tiştên mîna daran dimeşin, dibijêrim!
25
Paşê dîsa destê xwe danî ser çavên wî; wî çavên xwe vekir, bi baldarî nihêrt; baş bû û hemû tiştan zelal dît.
26
Îsa jî ew şand mala wî û ji wî re got: Mekeve nav gund, di gund de jî ji kesekî re nebêje!
27
Û Îsa bi şagirtên xwe re çû gundên Qeyseriya Fîlîposê û di rê de ji şagirtên xwe re pirsî û ji wan re got: Li gor gotina gel ez kî me?
28
Wan jî bersiv dan û gotin: Dibêjin Yehyayê vaftîzkar e, hinek dibêjin Êlyas, hinekên din jî dibêjin, ji peyxamberan yek e.
29
Wî jî ji wan re got: Lê hûn, hûn dibêjin ez kî me? Pêtrûs bersiva wî da û jê re got: Tu Mesîh î!
30
Û wî emir da wan ku di derheqê wî de tiştekî ji kesî re nebêjin.
31
Û wî destpêkir û hînkirina, hewcedariya, divê Lawê Mirov gellekî êş bikişîne, ji aliyê kalepîran, serokkahînan û alimên zagonê ve bête red kirin, bête kuştin û piştî sê rojî biveje, ji wan re kir.
32
Û wî ev gotin bi eşkeretî digot. Li ser vêya Pêtrûs wî kişand aliyekî, dest pê kir û wî azirand.
33
Lê belê ew vegeriya û li şagirtên xwe nihêrt, Pêtrûs azirand û got: Ji ber min vekişe Îblîs! Ji ber ku tu ne tiştên Xwedê, lê tiştên mirovan difikirî!
34
Îsa gel bi şagirtên xwe re bangî cem xwe kir û ji wan re got: Yê ku dixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike û bila xaça xwe hilgire û li pey min bê!
35
Ji ber, yê ku bixwaze canê xwe xelas bike, dê ew ê wê winda bike; lê belê yê ku canê xwe di oxra min û Mizgîniyê de winda bike, dê ew ê wê xelas bike.
36
Ji ber ku ger mirovek hemûya dinê qezenc bike û canê xwe winda bike, dê çi feyda wê ji wî re bibe?
37
Ji ber ku ma mirov, dikare çi ji bo canê xwe bide?
38
Ji ber ku di nava vê nifşeya zînekar û gunehkar de, kî ji min û ji gotinên min şerm bike, Lawê Mirov jî, dema di mezinahiya Bavê xwe de, bi milyaketên pîroz ve bê, dê ji wî kesî şerm bike.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16