bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 2
Mark 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
1
Piştî çend rojên din, dema ku ew dîsa vegeriya Kefernahûmê, hat bihîstin ku ew li mal e.
2
Û pirr mirov civiyabûn; wusa ku, êdî li cem derî jî cîhê sekinê nema bû û Îsa gotin ji wan re digot.
3
Û hinek mirov hatin cem wî û kûdek ku ji aliyê çar kesan ve hatibû hilgirtin, anîn.
4
Ji ber ku, ji ber ajaweyê nikarîbûn nêzîkî wî bibin; paşî wan banê xaniyê mala ku ew lê ye vekirin û rakirin, livînê ku yê kûd tê de veketiye daxistin jêr.
5
Lê belê dema ku Îsa baweriya wan dît, ji yê kûd re got: Lawo, gunehên te efû bûn!
6
Lê belê hinek ji alimên zagonê li wir rûniştibûn û di dilên xwe de difikirîn:
7
Ev mirov çima ûsa diaxife? Kufrê dike! Ma ji Xwedê pê ve kî dikare gunehan bibexşîne?
8
Îsa jî hema di ruhê xwe de bi van ramanên wan hesiya û ji wan re got: Çima hûn van tiştan di dilê xwe de difikirin?
9
Ma kîjan hîn hêsan e? Ji yê kûd re gotina: Gunehên te hatin bexşandin, an gotina: Rabe, livînê xwe rake û bimeşe?
10
Lê belê bona hûn bizanibin ku rayedariya Lawê Mirov li rûyê erdê heye ku gunehan bibexşîne; ji yê kûd re got:
11
Ez ji te re dibêjim, rabe, livînê xwe rake û here mala xwe!
12
Û ew jî rabû, hema livînê xwe rakir û li pêş çavên her kesî derket çû; wusa ku, hemû şaş û metal mabûn û ji Xwedê re şikir kirin û gotin: Me tu carî tiştekî ûsa nedîtiye!
13
Û ew dîsa çû qeraxa golê û hemû gel dihatin cem wî, wî jî hînî wan dikir.
14
Dema ku ew derbas dibû, di cîhê bacgirtinê de rûniştî Lêwiyê lawê Alfay dît û ji wî re got: Li pey min were! Ew jî rabû û li pey wî çû.
15
Û wusa bû ku, dema ew di mala wî de li ser sifrê rûniştibû, gellek karmendên bacê bi Îsa û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştîbûn; ji ber ku hejmara yên ku li pey wî diçûn gellekî bûn.
16
Û gava alimên zagonê û Fêrisiyan, dîtin ku ew bi gunehkar û bacgirtan re xwarinê dixwe, ji şagirtên wî re gotin: Çima ew bi bacgirt û gunehkaran re dixwe û vedixwe?
17
Dema Îsa vêya bihîst, ji wan re got: Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewceyî bijîşk in. Ez ne ji bo banga kesên salih, lê ji bo banga gunehkaran hatim.
18
Şagirtên Yehya û Fêrisiyan rojiyê digirtin û ew hatin cem wî û pirsîn: Şagirtên Yehya û yên Fêrisiyan rojiyê digirin, gelo çima şagirtên te rojiyê nagirin?
19
Îsa jî ji wan re got: Heta ku zava bi wan re be, ma kesên dawetê dikarin ku rojiyê bigirin? Heta ku zava bi wan re be, ew nikarin rojiyê bigirin.
20
Lê belê rojên ku zava ji wan bê stendin dê bên, wê demê, dê ew ê di wan rojan de rojiyê bigirin.
21
Tu kes kincekî kevin, bi perçê cawê nû pîne nake; ya na dê pîna nû ji cawê kevin biqete û cîhê çiriyayî hîn jî xerabtir dibe.
22
Û tu kes xemra nû naxe meşkên kevin; ya na dê xemra nû meşkan biteqîne, xemr jî ziyan dibe, meşk jî; lê xemra nû tenê dikin meşkên nû.
23
Û wusa bû ku, roja Sebtê Îsa di nava zeviya dexlê re derbas dibû. Û dema dimeşiyan, şagirtên wî dest pê kirin, similên genim qetandin.
24
Fêrisiyan ji wî re gotin: Binihêre, çima ew roja Sebtê tiştên ku ne caiz e, dikin?
25
Û Îsa ji wan re got: Ma qey we qet nexwend, dema Dawid û yên pê re birçî û motaj man çi kirin?
26
Di dema Serokkahîn Abiyatar de ew ket mala Xwedê nanên xweşiyê, yên ku xeynî kahînan ji kesên din re ne caiz e, xwar û da kesên bi xwe re jî.
27
Û ji wan re got: Mirov ne ji bo roja Sebtê, roja Sebtê ji bo mirovan hatiye afirandin!
28
Bi vî awayî Lawê Mirov, Xudanê roja Sebtê ye jî.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16