bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 9
Mark 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 10 →
1
Û wî ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di nava kesên li vir disekinin de, hin kes hene, berî ku bi qudret hatina Serweriya Xwedê nebînin, dê mirinê qet tam nekin!
2
Paşî şeş rojan Îsa, Pêtrûs û Aqûp û Yûhena girt cem xwe û ji yên din cihê derxist çiyayekî bilind. Û li ber wan xuyabûniya wî hat guhertin.
3
Kincên wî rewnaq û pirr spî bûn; li rûyê erdê tu kesên kincan dişon nikarîbû ew wusa spî bikira.
4
Û di wê demê de Êlyas û Mûsa ji wan re xuya bûn û ew bi Îsa re diaxifîn.
5
Û Pêtrûs bersiv da Îsa û jê re got: Rebbî, hebûna me ya vir çi qenc bû! Em sê çardaxan ava bikin; yek ji te re û yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re!
6
Ji ber ku wî nizanîbû dê çi bibêje; ji ber ku zehf tirsiyabûn.
7
Di vê demê de ewrek hat û wan xist bin siya xwe û dengek ji ewr hat: Lawê minî xoşewîst ev e; wî guhdarî bikin! got.
8
Ji nişka ve li dora xwe nihêrtin, lê xeynî Îsa êdî tu kesekî li cem xwe nedîtin.
9
Dema ku ji çiya dadiketin, wî emir li wan kir ku tiştên dîtine, heta ku Lawê Mirov ji nav miriyan ranebe, ji kesekî re nebêjin.
10
Wan jî vê gotinê di nav hev de veşartin û gelo ji nav miriyan vejîn çî ye, ji hev û din dipirsiyan.
11
Û wan ji wî pirsîn û gotin: Çima alimên zagonê dibêjin, dê pêşiyê Êlyas bê?
12
Wî jî ji wan re got: Ma bi gotina; bi rastî pêşiyê Êlyas tê û her tiştî datîne cîhê wê û dê gellek tiştan bikişîne û biçûk bête dîtin, çawa di derheqê Lawê Mirov de hatiye nivîsandin?
13
Lê belê ez ji we re dibêjim: Him Êlyas hat û him jî mîna tiştên ku di derheqê wî de hatiye nivîsîn, çi ku wan xwest bi wî kirin.
14
Dema ew hatin cem şagirtan, dîtin ku ajaweyek mezin li dora wan civiyaye û hinek alimên zagonê bi wan re ketine guftegoyê.
15
Û dema ku hemûya ajaweyê wî dîtin, gellek ecêb man û bi lez çûn cem û silavê dan wî.
16
Û wî ji alimên zagonê pirsî: Ma hûn bi wan re ketine guftegoya çi?
17
Û yekî ji gel bersiva wî da û got: Mamoste, min lawê xwe ji te re anî, yê ku ruhekî wî yê bêziman heye;
18
ruh wî li her ku derê bigire, wî li erdê dixe, ew ji devê xwe kefê davêje û diranê xwe diqîrçîne û hişk dibe. Ji şagirtên te re gotim, ruh derxinin; lê belê wan nikaribûn!
19
Wî jî bersiv da wan û got: Ya nifşeya bê bawerî! Ez ê heta kengê bi we re bimînim? Heta kengê ez ê li we sebir bikim? Wî bînin cem min!
20
Û ew ji wî re anîn û gava ku ruh wî dît, hema lawik bi quwet lerizand û ew ket erdê, ji devê xwe kefan weşand û hol bû.
21
Îsa ji bavê wî re pirsî: Ji kengê ve ev hal hatiye serê wî? Wî jî got: Ji zaroktiyê ve.
22
Û ji bona ku wî bikuje, pirr caran ew him avêt nava agir û him jî nava avê; lê belê ger tiştekî ji destê te bê, dilovanî û alîkariyê ji me re bike!
23
Îsa ji wî re got: Ger ji destê min bê? Ji bo yê bawer bike her tişt dibe!
24
Bavê lawik hema qêriya û bi hêstirên çavan got: Ez bawer dikim, ya Xudan, alîkariyê ji bêbaweriya min re bike!
25
Îsa jî gava ku dît gel bi lezîn tê, ruhê xerab azirand û jê re got: Ez emir didim te, ruhê lal û kerr, ji wî derkeve û êdî carek din nekeve wî!
26
Ruh jî qêriya, wî bi hêz lerizand û derket; lawik bû mîna miriyan; ûsa ku, gellekan digotin: Ew mir!
27
Lê belê Îsa bi destê wî girt, rakir û lawik rabû.
28
Piştî ku Îsa ket malê, şagirtên wî bi xisûsiyetê jê pirsîn: Çima me nikarîbû ku wî derxînin?
29
Ji wan re got: Yên bi vî cûreyî ji dua û rojiyê pê ve bi tiştekî din nayên qewirandin.
30
Ew ji wir çûn û ji nav Celîlê re derbas bûn û Îsa nedixwest ku kes bi vêya bizane.
31
Ji ber ku wî ders dida şagirtên xwe û ji wan re digot: Dê Lawê Mirov bidin destê mirovan û dê wî bikujin û sê rojî li pey kuştina xwe, ew dê biveje.
32
Lê belê wan vê gotinê fêhm nekirin û ditirsiyan ku ji wî bipirsin.
33
Û ew hat Kefernahûmê û gava ku li malê bû, ji wan re pirsî: Guftegoya di rê de di nava we de bû, çi bû?
34
Lê ew bêdeng man; ji ber ku di rê de, di nava xwe de guftegoya, kî herî mezin e, kiribûn.
35
Piştî ku ew rûnişt, bangî Donzdehan kir û ji wan re got: Ger kesek bixwaze bibe yê yekemîn, dê ew ê bibe yê dawîn û xizmetkarê her kesî.
36
Û wî zarokek girt û di nav wan de da sekinandin; dawiyê wî himbêz kir û ji wan re got:
37
Her kesê ku zaroyekê wiha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û her kesê ku min qebûl dike, ne min, lê yê ku ez şandime qebûl dike.
38
Yûhena ji wî re got: Mamoste, me yekî bi navê te cinan diqewirand dîtin û em ji wî re bûn asteng, ji ber ku ew li pey me nedihat.
39
Lê belê Îsa got: Ji wî re nebin asteng; ji ber kesek tune ye ku bi navê min kerametekê bike û hema ji bo min xerabî bibêje.
40
Ji ber yê ku ne li dijî me be, ji aliyê me ye.
41
Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Bona ku hûn yên Mesîh in, her kesê ku qedehek av bi we de, ew ê xelata xwe qet winda nake.
42
Lê belê her kî ku yekî ji van biçûkên baweriyê bi min tînin, tilpekî bike, ji wî re çêtir e ku kevirekî mezin yê aşê bi histuyê wî ve daliqînin û wî bavêjin behrê.
43
Ger destê te, te têxe gunehê, wî jêke, ji bo te bêdest gihaştina jiyanê, bi hebûna du destî çûna dojehê û agirê ku qet venamire qenctir e.
44
Li wê derê kurmê wê namire û agir jî venamire.
45
Ger lingê te, te têxe gunehê, wî jêke! Ji bo te bi lingekî ketina jiyanê, bi du lingî avêtina dojehê qenctir e.
46
Li wê derê kurmê wê namire û agir jî venamire.
47
Ger çavê te, te têxe gunehê, wî derxîne! Ji bo te bi çavekî çûna te yî Serweriya Xwedê, bi du çavî ve avêtina te yî dojehê çêtir e.
48
Li wê derê kurmê wê namire û agir jî venamire.
49
Ji ber ku, mîna her qurban bi xwê ve tête xwê kirin, dê her kes bi agir ve bête xwê kirin.
50
Xwê qenc e; lê belê ger xwê xwêybûna xwe winda bike, hûn ê bi çi tamê bidin wê? Bila di we de xwê hebe û pev re li ser xweşiyê bin!
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16