bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 14
Mark 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
1
Piştî du rojî dê biba Cejna Fisihê û Nanê Bêhavên. Serokên kahînan û alimên zagonê lêkolînê dikirin ku ka dê çawa ew bi hîle wî bigirin û bikujin.
2
Lê belê wan digot: Bila di cejnê de nebe, da ku, bila di nava gel de tevlihevî dernekeve!
3
Dema Îsa li Beytanyayê, di mala Şîmûnê bi cizam de li sifrê rûniştî bû, pîrekek hate û di firaqeke ji mermerê spî de rûnê nardînê ya xalis, ya pirr bi qîmet anî; wê firaqê şikand û ew li ser serê wî de rijand.
4
Hinek ji hundirê xwe ve xeyidîn û gotin: Ma çima ev rûna hat destbelavî kirin?
5
Ji ber ku ev rûn ji sê sed dînarî zêdetir karîbû bihata firotin û dikarîbûn bidana xizanan. Û li dijî pîrekê gotin.
6
Lê belê Îsa got: Pîrekê rehet berdin! Çima hûn wê diêşînin? Bona min wê tiştekî qenc kir.
7
Ji ber ku xizan her tim li cem we ne û kengê hûn bixwazin, dikarin alîkariyê bi wan re bikin; lê belê ez ê her tim ne li cem we bim.
8
Pîrek tiştên ku ji dest ve hat kir û wê bedena min bona binerd kirinê ji pêşî ve bi rûn kir.
9
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev Mizgînî li ku derê dinê bê waz kirin, dê kirina vê pîrekê jî bona bîranîna wê bê gotin.
10
Û ji Donzdehan Cihûdayê Îsxeryotî, bona destdana Îsa çû cem serokên kahînan.
11
Wan jî dema ku vêya bihîstin, kêfxweş bûn û wad kirin ku dê pere bidin wî. Ew jî di gera, dema fersend bê ka dê çawa Îsa bide dest de bû.
12
Di roja pêşîn ya Cejna Nanê Bêhavên de ku qurbana Fisihê tê serjêkirin, şagirtên wî ji wî re gotin: Bona ku xwarina Fisihê bixwî, tu dixwazî em herin li ku amadekariyê bikin?
13
Îsa du şagirtên xwe şand û ji wan re got: Herin bajêr û li wir dê zilamek kuzê avê dikişîne derkeve pêşiya we; li pey wî herin
14
û ji xwediyê mala ku zilam bikevê re bibêjin: Mamoste dibêje ku: Ez ê bi şagirtên xwe re xwarina Fisihê bixwim, ka oda min ya mêvanan li ku derê ye?
15
Dê ew ê li qatê jorîn odeyek mezin raxistî û amade rêyî we bide; li wir, bona me amadekariyê bikin.
16
Şagirtên wî jî derketin rê û hatin bajêr û mîna ku wî ji wan re gotiye dîtin û wan Fisihê amade kirin.
17
Dema bû êvar, Îsa bi Donzdehan re hat.
18
Û dema ku li ser sifrê rûniştibûn û xwarinê dixwarin wî got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Yekî ku bi min re xwarinê dixwe, yekî ji we, dê min bide dest!
19
Ew jî bi keserî yek bi yek ji wî re dest bi pirsê kirin: Ma ez im? gotin.
20
Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Ji Donzdehan yek, yê ku nanê xwe bi min re di miqilkê de noq dike ye!
21
Bi rastî jî, Lawê Mirov mîna ku bo wî hatiye nivîsandin diçe, lê belê wey li serê wî zilamî ku Lawê Mirov bi navgîniya wî bi dest ve tête dayîn! Ew zilam qet nebûya, bona wî dê qenctir biba!
22
Û dema ku wan xwarin dixwar, Îsa nan rahişt, dua şikiryê kir û ew şikand, da wan û got: Bigirin, bixwin! Ev bedena min e.
23
Û kaseyek rahişt, şikir kir û da wan û hemûyan jî ji wê vexwarin.
24
Û wî ji wan re got: Ev xwîna min e; ya Peymana nû, ya ku bona gellekan tê rijandinê ye.
25
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta roja ku ez di Serweriya Xwedê de ji ya nû vexwim, êdî carek din ji dexlê mêwê venaxwim.
26
Û piştî ku wan qesîdeyek xwendin, derketin Çiyayê Zeytûnê.
27
Û Îsa ji wan re got: Hûn ê îşev hemû biçerixin û bikevin, ji ber ku hatiye nivîsîn: Ez ê li şivan bixim û dê mîh belav bibin.
28
Lê belê piştî vejîna min, ez ê berî we biçim Celîlê.
29
Lê belê Pêtrûs ji wî re got: Her kes biçerixe û bikeve jî ez nakevim!
30
Îsa jî ji wî re got: Bi rastî ez ji te re dibêjim: Îroj, îşev, berî du carî dîk biure tuyê min sê carî înkar bikî!
31
Lê belê Pêtrûs bi tundî got: Ger divê ku ez bi te re bimirim jî, ez tu car te înkar nakim! Hemûyan jî bi vî awayî gotin.
32
Û ew hatin cîhekî ku navê wê Gêtşêmanî ye. Îsa ji şagirtên xwe re got: Heta ku ez dua bikim, hûn li vir rûnin!
33
Û wî Pêtrûs, Aqûp û Yûhena bi xwe re birin û kete toqînê û gellekî tengezar bû.
34
Ji wan re got: Canê min di dereca mirinê de pirr bi keser e; li vir bisekinin û hişyar bimînin!
35
Hinekî pêş ve çû, li ser rû xwe avêt erdê û bi gotina; ger mimkun be, ev saet jê derbas bibe, dua kir.
36
Û wî got: Abba Bavo, bona te her tişt mimkun e, vê kasê ji min dûr bixe! Lê belê bila ne xwestina min, bila xwestina te bibe!
37
Û hat û wan di xew de dît û ji Pêtrûs re got: Şîmûn, ma tu radikevî? Ma tu hema saetekî jî nikarîbû hişyar bimaya?
38
Hişyar bisekinin û dua bikin ku, hûn neyên ceribandin. Ruh bi daxwaz e, lê belê beden bêhêz e.
39
Û ew dîsa çû, bi eynî gotinan dua kir.
40
Û gava ew cardin vegeriya û dîsa wan di xew de dît; ji ber ku çavên wan giran bûn û nizanîbûn ku dê çi bersivê bidin wî.
41
Û ew cara sisiyan vegeriya cem wan û ji wan re got: Êdî rakevin û rehet bikin. Bes e! Saet hat. A vay, Lawê Mirov didin destê gunehkaran.
42
Rabin, em herin! A vay, yê min daye dest nêzîk bû.
43
Û ew hîn diaxifî, Cihûdayê ku yekî ji nava Donzdehan bû, hema xuya bû û tevî wî ajaweyek ku ji aliyê serokên kahînan, alimên zagonê û kalepîran ve hatibû şandin bi dar û şûran hatin.
44
Lê belê yê ku ew dabû dest, nîşanek dabû wan û gotibû: Ez kî ramûsim, ew e; wî bigirin û bi ewledariyê wî bibin!
45
Gava ku ew hat, hema ber bi Îsa çû û got: Rebbî, Rebbî! û wî ramûsa.
46
Wan dest avêtin ser wî û bi wî girtin.
47
Lê belê yekî ji kesên ku li cem wî sekinîbûn, şûrê xwe kişand û li koleyê Serokkahîn xist û guhê wî jêkir.
48
Îsa bersiv da û ji wan re got: Mîna ku li pey rêbirekî bin, ma hûn bi şûr û daran hatin ku min bigirin?
49
Ez her roj li Perestgehê di nav we de bûm, min hîn dikir û we ez negirtim. Lê belê ev, bona ku nivîs bêne cîh çêdibe!
50
Û hemûyan Îsa berdan û reviyan.
51
Xortekî ku bi cawê kitanê bedena xwe ya tazî pêçabû, li pey wî diçû û zilamên ciwan bi wî girtin.
52
Lê belê wî, cawê kitanê hişt û tazî ji ber wan reviya.
53
Îsa birin cem Serokkahîn û hemû serokên kahînan û kalepîran û alimên zagonê li wir civiyan.
54
Pêtrûs, heta nava hewşa Serokkahîn ji dûr ve li pey wî çû û di hewşê de, bi nobedaran re, li cem agir rûnişt û dest bi germbûnê kir.
55
Lê belê hemûya Civata Netewî û serokên kahînan, bona ceza mirinê bidin Îsa ji xwe re li şahdeyan digeriyan û nedidîtin.
56
Ji ber ku gellek kesî li dijî wî bi derewan şahdeyî kirin, lê belê şahdeyiya wan hev û din nedigirt.
57
Hinek kes rabûn û bi derewan li dijî wî şahdeyiyê kirin û gotin:
58
Me gotina wî yî: Vê Perestgeha ku bi destan ve hatiye avakirin, ez ê xera bikim û di sê rojî de yekî din, ya ku bi destan ve çênebûyî ava bikim bihîst.
59
Lê belê çawa ku wusa bû jî, şahdeyiya wan hev û din negirt.
60
Serokkahîn rabû, derket navendê, ji Îsa pirsî û got: Ma qey tu qet bersivê nadî? Çî ye şahdeyiya vana ku li dijî te dikin?
61
Lê belê ew bêdeng ma û qet bersivê neda. Serokkahîn dîsa pirsî û ji wî re got: Ma Lawê Yê Pîroz, Mesîh tu yî?
62
Îsa jî got: Ez im! Û hûn ê rûniştina Lawê Mirov li aliyê rastê yê Qudretê û hatina wî yî bi ewrên ezmên ve bibînin!
63
Serokkahîn kincê xwe çirand û got: Êdî çi motajiya me ji şahdeyan re heye?
64
We kufrê bihîstin, hûn çi dibêjin? Bi gotina, wî ceza mirinê li xwe heq kiriye, hemûyan daraziya xwe dan.
65
Hin kesan dest bi tû kirina ser wî, bi çavgirêdan û kulmikkirina wî kirin û jê re digotin: Ka peyxambertiyê bike! Nobedaran wî girtin û sîleyan lê xistin.
66
Dema Pêtrûs li jêr, li hewşê bû, keçikekî ji xizmetkarên Serokkahîn hat.
67
Û gava ku wê Pêtrûsê germ dibe dît, li wî nihêrt û got: Tu jî bi Îsayê Nisretî re bû!
68
Lê belê wî vêya înkar kir û got: Tu qala çi dike ez nizanim û fêhm jî nakim! Û ew derket ber deriyê ji derve û dîk uriya.
69
Gava keçika xizmetkar wî dîsa dît, ji yên ku disekinin re dest bi gotina: Ev ji wan e! kir.
70
Lê belê wî dîsa înkar kir. Kesên li dorê sekinîbûn, piştî demekê din dîsa ji Pêtrûs re gotin: Bi rastî tu ji wan î! Ji ber ku tu jî ji Celîlê yî.
71
Lê belê wî dest bi naletê û sond xwarinê kir: Ez wî zilamê ku hûn dibêjin nas nakim!
72
Û hema dîk cara duwemîn uriya. Gotina ku Îsa jê re gotibû: Berî ku dîk du caran biure, tuyê min sê carî înkar bikî, Pêtrûs anî bîra xwe. Û vêya fikirî û giriya.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16