bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 4
Mark 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 5 →
1
Û wî li qeraxa golê, dîsa dest bi hînkirinê kir. Û li dora wî ajaweyek ewqas mezin civiya ku, ew li lotkeya di golê de yî siwar bû û rûnişt û hemû ajaweyî li qeraxa golê, li reşayiyê bûn.
2
Û wî gellek tişt bi wekokan hînî wan dikir û di hînkirina xwe de ji wan re got:
3
Guhdarî bikin! A vay, cotkar derket ku tovê biçîne.
4
Û wusa bû ku, gava wî tov direşand, hinek ketin qeraxa rêgehê û civîkan hatin û ew xwarin.
5
Û hinek ketin nava baxiran, cîhê ku axa wê kêm bû û ji ber ku axa wan ne kûr bû, hema şiv dan.
6
Lê belê dema roj hilat, qemirî û bona ku reha wê tunebû, hişk bû.
7
Û hinek ketin nav histiriyan; histirî mezin bûn û wê xeniqandin û wê berê neda.
8
Û hinek ketin axa qenc, mezin û zêde bûn û ber dan û hinekan sîh, hinekan şêst û hinekan jî sed qat ber dan.
9
Û wî ji wan re got: Yên ku guhê wanî bibihîze hene, bila bibihîze!
10
Dema ew bi tenê ma, tevî Donzdehan yên ku li hawirdora wî bûn, ji bo wekokan jê pirsîn.
11
Wî jî ji wan re got: Razên Serweriya Xwedê ji we re hatine dayîn, lê belê ji kesên li derve ne re, her tişt bi wekokan tê gotin;
12
da ku: Yên dinêrin bila binihêrin û nebînin û yên dibihîzin bila bibihîzin û fêhm nekin, nebe ku vegerin û ji wan re bête bexşandin.
13
Û wî ji wan re got: Ma hûn van wekokan fêhm nakin? Wê çaxê hûn ê hemû wekokan çawa fêhm bikin?
14
Cotkar gotinê diçîne.
15
Li cîhê gotin tête çandin, yên ku li qeraxa rê ew in; dema ku dibihîzin, Îblîs tê û gotina di dilê wan de hatiye çandin radihêje, dibe.
16
Û bi vî awayî yên ku li ser baxiran hatine çandin ew in; gava gotinê dibihîzin hema bi dilşayî wê qebûl dikin,
17
lê belê ji ber ku rehê wan tune, tenê demekê kurt dimînin. Yên ûsa dema ku ji bo gotinê tengasî û zilmê bibînin, hema diçerixin û dikevin.
18
Û yên ku di nav stiriyan de hatine çandin ew in ku; gotinê dibihîzin,
19
lê belê xema vê dinyayê û xapînokiya dewlemendiyê û hewesên wekî din dikevin navê û gotinê dixeniqînin û ew bê ber dimîne.
20
Û yên ku li axa qenc ve hatine çandin ew in ku; gotinê dibihîzin, qebûl dikin û hinek sîh, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.
21
Û wî ji wan re got: Ma qendîlê bona xistina bin olçeka zadê, an jî bin livînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser şimadankê ye?
22
Ji ber ku ger ne bona kişfbûnê be, tu tiştê veşartî nîne û ger ne bona derkeve ronahiyê be, tiştekî veşartî nîne.
23
Yê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!
24
Û wî ji wan re got: Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kîjan olçekê bipîvin, bi wê olçekê dê ji we re bê pîvandin û ji we re dê bi ser de bê zêdekirin.
25
Lewma yê kî hebe; dê ji wî re bête dayîn; lê belê yê kî tune be; yê ku pê re ye jî, dê jê bête stendin.
26
Û wî got: Serweriya Xwedê, mîna zilamê ku tovê direşîne axê ye.
27
Dibe şev, radize; dibe roj radibe. Bi xwe ew nizane, lê belê tov şivê dide û pêş ve diçe.
28
Ax bi xwe zad dide; pêşiyê şivê, dawiyê simil, dawiya dawîn jî hebên ku simil tijî dikin dide.
29
Dema zad digihêjin, zilam hema oraxê lê dixe. Ji ber ku dema çinandina zad hatiye.
30
Û wî got: Em Serweriya Xwedê mîna çi bişibînin, an jî em bi wekokek çawa li ber we daynin?
31
Mîna hebek xerdelê ye ku, dema tête çandin, her çiqas li rûyê erdê, di nava hemû tovan de ya herî biçûk be jî,
32
paşî çandinê digihêje û hemû nebatan hîn jî mezintir dibe; guliyê mezin berdide; ûsa ku, civîkên li ezmîn dikarin di bin siya wê de bi cîh bin.
33
Û wî gotinê bi gellek wekokên mîna vêya bi axaftinekî gel jê fêhm bike, dianî ziman.
34
Û bêyî wekokan ji wan re nedigot; lê belê dema ku bi şagirtên xwe re tenê dima, her tiştî ji wan re eşkere dikir.
35
Wê rojê, dema bû êvar, wî ji wan re got: Em derbasî aliyê din bibin!
36
Wan jî ajawe berdan û wî bi lotka ku ew tê de ye birin; bi wî re lotkên din jî hebûn.
37
Û bahozeke mezin teqiya û şepêl ûsa êrîşî lotkê dikirin ku, êdî lotke tijî dibû.
38
Ew jî, li aliyê paşê lotkê bû û li ser balîfekê radiket. Wan, wî hişyar kirin û jê re gotin: Mamoste, ma xema te bi helaqbûna me nîne?
39
Ew jî rabû, bi bahozê ve xeyidî, ji golê re got: Hiş be, bisekine! Ba daket û benderayeke mezin çêbû.
40
Û wî ji wan re got: Ma çima hûn ûsa tirsonek in? Ma hîn baweriya we nîne?
41
Ew jî bi tirsekî mezin tirsiyan û ji hev û din re gotin: Ma ev kî ye ku, him bahoz û him jî gol jê re îtaet dikin?
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16