bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 12
Mark 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
1
Û wî bi wekokan ji wan re dest bi gotinê kir: Zilamekî rez danî û dora wê çeper kir û kortikekê kola û qûleyek çêkir. Û wê bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.
2
Û wexta demsala wê hat, wî kolekî şand bona tiriyê para xwe ketiye bistîne.
3
Û rezvanan ew girtin, lê dan û destvala şandin.
4
Û wî dîsa koleyekî din ji wan re şand; lê belê wan serê wî şikand û heqaret li wî kirin û şandin.
5
Wî yekî din şand, ew jî kuştin û wekî din hîn gellekên din şandin; li hinekan xistin, hinek jî kuştin.
6
Lawekî wî yê xoşewîst jî hebû; dawiyê lawê xwe ji wan re şand û got: Dê ew ê ji lawê min re hurmetê bikin!
7
Lê belê rezvanan ji hev û din re gotin: Mêrasxwer ev e! Werin, em wî bikujin, dê mêras bibe ya me!
8
Û wan bi wî girtin, kuştin û avêtin derveyî rezê.
9
Niha, dê xwediyê rezê çi bike? Ew ê bê, rezvanan helaq bike û rez bide kesên din!
10
Ma we vê Nivîsa jî qey nexwendine? Kevirê ku çêkeran nexwest, bû kevirê serê quncikê.
11
Ev ji aliyê Xudan ve çêbû û ew di çavên me de karekî nûwaze ye.
12
Û wan xwestin ku wî bigirin, lê belê ji gel ve tirsiyan; ji ber wan fêhm kirin ku ew di vê wekoka de qala wan dike. Û wan wî berdan û çûn.
13
Û bona ku wî bi gotinên wî bixînin dafikê, hin kesên Fêrisî û alîgirê Hêrodês şandin cem wî.
14
Ew hatin û jê re gotin: Mamoste, em dizanin ku, tu mirovekî rast î û tu di nava mirovan de bê bijartin û bê veqetandin, rêya Xwedê bi duristî hîn dikî, ji ber ku tu li rûyê mirovan nanihêrî. Ma caiz e ku em bacê bidin Qeyser an na? Ma divê em bidin, an nedin?
15
Lê belê Îsa bi durûyitiya wan dizanîbû û ji wan re got: Ma hûn çima min diceribînin? Ka dînarekî ji min re bînin ku ez bibînim!
16
Wan jî anîn. Wî ji wan re got: Ev sûret û ev nivîs yê kî ye? Wan gotin: Yê Qeyser in!
17
Îsa ji wan re got: Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê! Û ew li wî ecêb man.
18
Sadûqiyên ku digotin vejîn nîne, hatin cem wî û jê pirsîn û gotin:
19
Ya Mamoste, Mûsa ji me re nivîsiye ku: Ger birayê zilamekî bimire, pîreka xwe bî bihêle û zarok nehêle, bila birayê wî pîreka wî bistîne û nifşeya wî bajo.
20
Heft bira hebûn. Yê pêşîn pîrekek girt û zarok nehişt û mir.
21
Yê duduyan wê pîrekê girt, ew jî nebû xwedî zarok û mir û yê sisêyan jî wusa bû.
22
Û her heftan jî wê girtin û bê zarok mirin. Paşî hemûyan pîrek jî mir.
23
Di vejînê de, ger ew bivejin, dê pîrek bibe ya kîjanî? Ji ber ku her heft jî bi wê re zewicîn.
24
Îsa jî ji wan re got: Hûn ne Nivîsên Pîroz, ne jî Hêza Xwedê dizanin, ma sedema şaşbûna we ne ev e?
25
Ji ber ku dema ew ji mirinê ve bivejin ne dizevicin, ne jî tên zewicandin; lê mîna milyaketên ezman in.
26
Lê belê ger em bên vejîna miriyan; di Pirtûka Mûsa de, di birra deviyê de Xwedê ji wî re: Ez Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûp im gotiye, qey we nexwendin?
27
Ew ne yê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e; hûn gellekî ji rê derketine.
28
Gava alimekî zagonê guftegoya wan guhdarî dikir û dît ku wî bersivek xweş da wan; ber bi wî hat û jê pirsî: Di nav hemû emiran de ya yekemîn kîjan e?
29
Îsa bersiv da wî: Ya yekemîn ev e: Bibihîze, ya Îsraêl! Xudan Xwedayê me, Xudanê yek e.
30
Û ji Xudan, Xwedayê xwe, bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû ramanê xwe û bi hemû hêza xwe hez bike!
31
Ya duwemîn jî ev e: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike! Ji vana mezintir, emirek din tune.
32
Alimê zagonê ji wî re got: Te qenc got Mamoste! Te bi gotina xwe yî: Xwedê yek e û xeynî wî yekî din nîne, rast got.
33
Û bi hemû dil û bi hemû feraset û bi hemû hêzê ji wî hez kirin û hez kirina cînarê xwe mîna xwe, ji hemû pêşkêşiyên şewitandinê û ji hemû qurbanan zêdetir e!
34
Gava Îsa dît ku wî bersivek bi baqilî da, jê re got: Tu ji Serweriya Xwedê ne dûr î! Êdî kesî newêribû ku ji wî bipirse.
35
Dema Îsa di Perestgehê de hîn dikir, dest pê kir û got: Çawa dibe ku alimên zagonê dibêjin; Mesîh Lawê Dawid e?
36
Dawid bi xwe ji Ruhê Pîroz ve gotiye: Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim; li rastê min rûne!
37
Dawid bi xwe ji wî re dibêje: Xudan; ma ew çawa dibe Lawê Dawid? Û ajaweya mezin, bi kêfxweşî li wî guhdarî dikirin.
38
Dema hînkirinê wî got: Xwe ji alimên zagonê biparêzin, yên ku hez dikin bi kincên dirêj bigerin, di qadan de
39
silav li wan bê kirin û di keniştan de li kursiyên pêş û di dawetan de li cîhên jorîn rûnin.
40
Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û bona nîşandanê bi dûdirêjî dua dikin; hukumê wan dê hîn jî girantir be.
41
Îsa li hemberî xeznê rûniştibû û gelên ku pere davêjin qutîkê temaşe dikir. Gellek kesên dewlemend, pirr avêtinê.
42
Pîrekek bî ya xizan hat, du perê paxirî, qasî yek manqerî bi qîmet avêtê.
43
Îsa şagirtên xwe bangî cem xwe kir û ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Vê pîreka bî ya xizan ji her kesî zêdetir pere avêt qutîkê.
44
Ji ber ku wan hemûyan, zêdeyiya ji ber dewlemendiya wan maye avêtinê; lê belê vê pîreka ji xizaniya xwe, hebûn û tunebûna xwe, bona jiyana wê çi di dest de bû, hemû avêtê.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16