bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 16
Mark 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
1
Û dema roja Sebtê derbas bû, Meryema Mejdelanî û Meryema diya Aqûp û Şalomê çûn, bona ku li wî bidin biharatê stendin.
2
Û di roja heftê ya pêşîn de sibehê gellekî zû, gava ku roj hilat, ew hatin gorê.
3
Û wan di nava xwe de digotin: Ma kevirê di deriyê gorê de ye, dê kî bona me bigindirîne?
4
Û dema ku wan mêze kirin, dîtin ku ew kevirê mezin gindiriye, ji ber ku ew zehf mezin bû.
5
Û ew ketin gorê û zilamekî qeftanê spî li xwe kirî, li aliyê rastê rûniştiye dîtin û pirr şaş man.
6
Wî jî ji wan re got: Şaş nebin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin, ew ji mirinê rabûye; ew ne li vir e! A vay, cîhê ku ew lê dirêjkirî bû!
7
Lê belê hûn herin ji şagirtên wî re û ji Pêtrûs re bibêjin: Ew berî we diçe Celîlê; mîna ku ji we re gotibû, hûn ê wî li wir bibînin!
8
Pîrek jî ji gorê derketin û reviyan; ji ber ku ricifandin û şaşiyek bi wan ve ketibû; ji tu kesî re jî tiştekî negotin; ji ber ku ditirsiyan.
9
Di roja heftê ya pêşîn de, sibê zû dema ku Îsa vejiya, pêşiyê xuyayî Meryema Mejdelanî bû, ya ku heft cinan ji vê qewirandibû.
10
Ew jî çû û xeber da yên ku bi Îsa re mabûn; wan şîn digirtin û digiriyan.
11
Û gava wan bihîst ku Îsa zindî ye û xuyayî wê bûye, pê bawer nekirin.
12
Piştî van tiştan, wî xwe bi xuyangek din nîşanî duduyan ji wan da ku, ew derketibûn çolê û dimeşiyan.
13
Ew çûn û xeberê dan yên din; lê belê ew bi gotina vana jî bawer nebûn.
14
Pişt re dema li sifrê rûniştibûn, ew xuyayî Yanzdehan bû û bona bêbaweriya wan û hişkbûna dilê wan, ew şermezar kirin; ji ber bi yên ku ew ji mirinê rabûyî dîtine re, bawer nekiribûn.
15
Û wî ji wan re got: Herin hemûya dinê û Mizgîniyê ji hemûya gerdûnê re bibêjin!
16
Yê ku bawer bike û vaftîz bibe, dê xelas bibe; lê belê yê ku bawer neke, dê mehkûm bibe.
17
Şaneyên ku bi kesên bawer bikin re xuya bibin ev in: Dê bi navê min, cinan biqewirînin, dê bi zimanên nû ve biaxifin,
18
dê bi maran bigirin û rakin û ger ew tiştekî ku bikuje vexwin, dê tu xesarê ji wê nebînin; dê destê xwe deynin ser nexweşan û dê ew ê qenc bibin.
19
Piştî ku Xudan Îsa van gotinan ji wan re got, bi ezmanê ve hate girtin û li aliyê rastê Xwedê rûnişt.
20
Ew jî derketin û li her derê waz kirin û Xudan bi wan re dişuxulî û kelamê bi nîşanên ku ji paş ve tên tesdîq dikirin. Amîn.
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16