bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Mark 13
Mark 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 14 →
1
Û dema ew ji Perestgehê derket, şagirtekî wî jê re got: Mamoste, binihêre, kevirên bi çi celebî û xaniyên bi çi şiklî!
2
Îsa jî ji wî re got: Tu van xaniyên mezin dibînî? Dê li vir, kevir li ser kevir nemîne ku, neyê helweşandin!
3
Û dema ew li Çiyayê Zeytûnê, li hemberê Perestgehê rûniştibû, Pêtrûs û Aqûp û Yûhena û Andrêyas, bi taybetî ji wî pirsîn:
4
Ji me re bibêje, ev tiştana dê kengê bibin? Û elametê çêbûna hemû van tiştana dê çi be?
5
Îsa jî ji wan re dest bi gotinê kir: Xwe biparêzin ku, bila tu kes we ji rê dernexe!
6
Gellekan dê bi navê min bên û bibêjin: Ez ew im! û gellek kesî ji rê derxinin.
7
Dema hûn galegala şer û nûçeyên şer bibihîzin, metirsin! Divê vana bibin, lê belê ev hîn dawî nîne.
8
Ji ber ku dê netew li dijî netewê û welat li dijî welatê rabin û cîh bi cîh zelzele bibin û dê xela çêbibe. Vana destpêka êşan in.
9
Lê belê hûn li xwe miqate bin! Ji ber ku dê ew we bidin dadgehan, li keniştan dê li we xin û bona min, bona ku ji wan re bibe şahdeyî hûn ê li ber walî û qiralan bêne sekinandin.
10
Û divê pêşiyê Mizgînî ji hemû netewan re bê waz kirin.
11
Dema we bigirin û bidin dadgehan ji pêşiyê xemê mekin ku hûn ê çi bibêjin; lê belê di wê demê de çi ji we re bê dayîn, wê bibêjin! Ji ber ku yê diaxife ne hûn in, lê Ruhê Pîroz e.
12
Bira birayê xwe û bav lawê xwe dê bide mirinê û dê zarok li dijî dayik û bavên xwe serî hildin û wan bidin kuştinê.
13
Ji ber navê min dê her kes ji we bikerihe. Lê belê yê heta dawiyê li berxwe bide, ew ê xelas bibe.
14
Û dema we dîtin, tiştê mekrûh yê ku xerab dike li cîhê ku ne liyaq e sekiniye, (yê ku dixwîne, bila fêhm bike) wê çaxê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan.
15
Û yê ku li ser xanî ye, bona tiştekî ji mala xwe bigire, bila danekeve jêr û mekeve hundir.
16
Û yê ku li zeviyê be, bona eba xwe bigire, bila şunde venegere.
17
Wey li serê yên ku di wan rojan de bi ducan in û dimêjînin!
18
Dua bikin ku, bila ev di zivistanê de nebe.
19
Ji ber ku dê di wan rojan de ewqas tengasî bibe ku; tengasiya mîna wê, ji destpêkê ve, gava Xwedê dinya afirandiye û heta niha çênebûye û ne jî dê çêbibe.
20
Ger Xudan wan rojan kurt nekiriba, tu kes dê xelas nebûya; lê belê ji bo xatirê kesên bijartî yên ku wî ew bijartine, wî wan rojan kurt kiriye.
21
Ger wê demê yek ji we re bibêje: A vay, Mesîh li vir e! An jî: A vay, li wir e! Pê bawer nebin.
22
Ji ber ku dê Mesîhên derewîn û peyxamberên derewîn derkevin û keramet û mucîzetan bikin; ger mimkun be, dê yên hatine bijartin jî ji rê derxînin.
23
Lê belê hûn miqate bin! A vay, min her tiştî ji pêşiyê ve ji we re got.
24
Lê belê di wan rojan de, li pey wê tengasiyê: Dê roj tarî bibe, heyv ronahiya xwe nade,
25
stêrk dê ji ezmên ve bikevin û qudretên li ezman in dê bihejin.
26
Wê demê dê hatina Lawê Mirov bi hêz û bilindiyek mezin di nav ewran de bibînin.
27
Û wê demê dê ew milyaketên xwe bişîne û kesên ku wî bijartine, ji aliyê erdê heta aliyê ezmên, ji çar bayî bicivîne.
28
Lê belê ji darê hêjîrê ve hînî methelokê bibin: Dema guliyê wê binermije û pelên xwe bajo, hûn fêhm dikin ku, havîn nêz e.
29
Bi vî awayî, dema ku hûn jî çêbûna van bûyeran bibînin, bizanibin ku, ew nêz e, li ber derî ye.
30
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku ev tiştana hemû nebin, ev nifşe derbas nabe.
31
Erd û ezman dê ji navendê rabin, lê belê gotinên min ranabin.
32
Lê belê di derheqê wê rojê an wê saetê de, ne milyaketên li ezman, ne jî Law, xeynî Bav kesek bi tiştekî nizane.
33
Bala xwe bidinê, hişyar bin û dua bikin! Ji ber ku hûn nikarin bizanibin ku ew wext dê kengê bê.
34
Ev, mîna rewşa zilamekî ku derdikeve rêwîtiyê ye. Dema ji mala xwe vediqete, rayedariyê dide dîlên xwe û kar jî dide her yekî û emira hişyarmayînê jî dide notirvanê ber derî.
35
Bi vî awayî, hişyar bimînin! Ji ber ku hûn nizanin ku dê efendiyê malê kengê were, êvarê, nîvê şevê, dema dîk biure, an jî berbi sibehê.
36
Nebe ku ji nişka ve were û we di xewê de bibîne!
37
Ez çi ji we re bibêjim, ji her kesî re dibêjim: Hişyar bimînin!
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16