bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 1
Romans 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 2 →
1
Pawlosê qûlê Îsa Mesîh, ê ku ji bona bibe şagirt, hatiye dawet kirin ji Mizgîniya Xwedê re hatiye hilbijartin –
2
ew Mizgîniya ku wî bi navgîniya peyxamberên xwe, ji berê ve di Nivîsên Pîroz de wad kiriye,
3
li gor bedenê ji nîjada Dawid ve bûye
4
û li gor ruhê pîroziyê, bi vejîna ji mirinê û bi qûdretê Lawê Xwedê hatiye bang kirin, di derheqê Lawê wî, Xudanê me Îsa Mesîh de ye;
5
di hemû neteweyên ku hûn jî di nav wan de vexwendiyê Îsa Mesîh in,
6
bona ku bona navê wî îtaetê ji baweriyê re bikin, me bi navgîniya wî xêr û wezîfeya şagirtiyê stendin –
7
ji hemû xoşewîstên Xwedê, ên ku li Romayê ne û bona pîrozbûnê hatine dawet kirin re: Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re be!
8
Pêşiyê bona we hemûyan, bi navgîniya Îsa Mesîh ve ji Xwedayê xwe re şikir dikim ku, baweriya we li hemûya dinê tête bang kirin.
9
Ji ber ku Xwedayê ez bona belav kirina Mizgîniya Lawê wî, bi ruhê xwe ve jê re xizmetê dikim şahde ye ku,
10
ez we çawa bêsekin, her tim di duayên xwe de di bîr ve tînim; bi xwestina Xwedê, ya dawîn bona hatina cem we ez dixwazim ku rêyek ji min re bê vekirin.
11
Ji ber ku bona hûn ji aliyê ruh ve zexm bibin, xelatek ruhanî bigihînim we, zahf dixwazim ku ez we bibînim.
12
Yanê, dixwazim bibêjim ku, dema ez di nava we de bim, ez bi ya we, hûn jî bi ya min, em ê bi baweriya xwe xemrevîniyê bibînin.
13
Ya birano, ez naxwazim ji we re nenas bimîne ku, mîna di nava neteweyên din de, bona ku şuxlên min di nava we de jî dexlê bide, pirr caran min nêt anî ku ez werim cem we; lê belê heta niha hatim men kirinê.
14
Berpirsiyartiya min li berya kesên Grek û yên Barbar, ji zaniyaran û ji nezanan re heye.
15
Bi vî awayî, ez amade me ku ji we re, ji yên ku li Romayê ne re jî, Mizgîniyê heta ku ji destê min ve bê waaz bikim.
16
Ji ber ku ez ji Mizgîniya Mesîh fedî nakim; ji ber ku ew pêşiyê ji Cihûdan re, dawiyê jî ji Grekan re, bona xelasiya her bawerkiran hêza Xwedê ye.
17
Ji ber ku pakbûna Xwedê di wê de ji baweriyê, heta baweriyê tête doz kirin; herweha hatiye nivîsandin: Lê belê dê salih bi baweriyê ve bijî.
18
Lewma li dijî hemû bêxwedanî û neheqiya mirovên ku bi neheqiyê dibin astengê rasteqîniyê, xezeba Xwedê ji ezman ve tête nîşan dayîn.
19
Ji ber, çi ku di derheqê Xwedê de tê zanîn li ber çavan e; ji ber ku Xwedê hemûyî raxistiye ber çavên wan.
20
Ji ber ku ji afirandina dinê ve, xisûsiyetê wî yên ku nayên dîtin, yanê, hêza wî ya bêdawî û Xwedaniya wî bi kirinên wî tê fêhm kirin ku, bi eşkeretî tê dîtin; bo vê yekê uzrê wan nîne.
21
Ji ber ku Xwedê dizanîbûn jî, dîsa wî bi Xwedayî bilind nekirin û ji wî re şikir nekirin; lê belê di fikrên xwe de ketin ehmeqiyê; tariyê jî dilê wanî fêhm nake girt.
22
Gava ku wan digotin em baqil in, ew bêaqil bûn
23
û bilindahiya Xwedayê bê mirin bi senemên mîna mirovên bi mirin, civîkan, çarlingan û marîjokan ve guhertin.
24
Bo vê yekê, Xwedê, bona bedenên xwe rezîl bikin, wan di nav şehwetên dilê wan de berda pîsîtiyê.
25
Wan, rastiya Xwedê bi derewê ve guhertin û ji Xalik zêdetir, bi mexlûq ve peristîn û qûlitiyê kirin; ew abadîn bimbarek e! Amîn.
26
Ji ber vê yekê Xwedê wan da azweriyên şermî; ji ber ku heta pîrekên wan jî dêvla têkiliyên xwezayî, yên ne xwezayî bijartin
27
û mîna wê, zilaman jî têkiliyê xweza yên pîreka berdan û di şehwetên xwe de bi hev û din re vêketin û şewitîn; zilam bi zilaman re ket têkiliyên şermî û di xwe de bersiva ku liyaqî ji rê derketinê ye girtin.
28
Û ji ber ku di zanîna xwe de hebûna Xwedê minasîb nedîtin, Xwedê jî bona tiştên ku ne li cîh in bikin, wan da destê ramanên merdût.
29
Mafnezaniya bi her awayî, bi xerabî, bi çavnebarî, bi gir û hêrsê ve tijî bûn; bi hesûdî, bi hêrsa kuştinê, bi koşînê, bi hîlê û bi nêta xerab ve tijî ne.
30
Yên ji Xwedê ve dikerihin, kesên pirsguhêz, rexnekir, qurre, bikubr, pesnê xwe vedidin, xerabiyê dikin, ji dayik û bavan re îtaetê nakin,
31
fêhmkor, li ser soza xwe nasekinin, bêhezkirin û bêrehm in.
32
Kesên van tiştên ûsa dikin, hay ji fermana Xwedê ya di derheqê mirina wan de heye dizanin, lê tenê bi çêkirina vana namînin, lê belê kesên vana çêdikin jî teswîp û tesdîq dikin.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16