bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 2
Romans 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
1
Bo vê sedemê, ya her zilamê ku daraziyê dike, tu ne bi uzrî; ji ber, di tiştên ku tu kesên din daraz dikî de, tu xwe mehkûm dikî; ji ber ku tu, ya kesê daraziyê dikî, tu eynî tiştî dikî!
2
Û em dizanin ku, li dijî kesên tiştên ûsa dikin, daraziya Xwedê li gor rastiyê ye.
3
Û ya zilamê kesên ku tiştên ûsa dike, daraz dikî û tiştên mîna wan dikî, tu dibêjî qey tuyê ji darazdana Xwedê birevî?
4
An jî ma tu bi nezaniya qenciya Xwedê, ya ku te dibe tobê, tu zêdeyiya qencî û sebr û tehemûla wî kêm dibînî?
5
Lê belê ji ber inyadkirina xwe û dilê xwe yî bê tobe bona roja xezebê ku darazdana Xwedê ya dadî bê eşkere kirin, tu xezebê ji xwe re dicivîne;
6
dê Xwedê bersiva kirinên her kesî bide wan!
7
Dê jiyana bêdawî bide kesên bêsekin qenciyê dikin û bi vî awayî li bilindî, birêzî û bêmiriniyê digerin!
8
Lê belê dê xezeb û hêrsê bibarîne li ser kesên xweperest û li gor rastiyê nakin û li pey neheqiyê diçin!
9
Pêşiyê ji kesên Cihûdan re, him jî ji Grekan re, dê tengasî û keserê ji her kesê xerabiyê dike re bide
10
û dîsa pêşiyê ji Cihûdan re, him jî ji Grekan re, dê bilindî, dilxweşî û birêzî bide her kesên ku qenciyê dike.
11
Ji ber ku, Xwedê di nava mirovan de cihêtiyê nake.
12
Heçî kesên ku bi zagonê nizanibe û gunehan bike, zagon tune be jî dê helaq bibin. Yên bi zanîna zagonê gunehan bike jî, dê bi vê zagonê ve bên darazdan.
13
Ji ber ku kesên di qatê Xwedê de pak bibin ne yên zagonê bihîstine, lê yên zagonê anîne cîh in.
14
Ji ber ku, ger neteweyên ji zagonê ve bê hay bin, dema ku xwestekê vê zagonê tînin cîh, zagona xwe jî ava dikin.
15
Bi vî awayî xuya dikin ku xwestinên zagonê, di dilê wan de nivîsiye; ûcdanên wan jî şahdeyiyê li vê dide; ramanên wan jî an wan bi sûc dike, an jî diparêze;
16
li gor Mizgîniya min, bi navgîniya Îsa Mesîh ve roja ku Xwedê mirovan bona sûcê wanî dizî bide darazdanê, dê ûsa bibe.
17
Lê belê tu ji xwe re dibêje Cihûd û xwe dispêre zagonê û bi Xwedê ve pesnê xwe vedidî
18
û tu bi xwestina Xwedê dizanî û cihê kirina qîmetên herî bilind tu ji zagonê ve hîn bûyî
19
û tu bawer bûyî ku, tu di zagonê de bi gîhaştina derûniya zanîn û rastiyê, bûyî rêberê koran,
20
roniya kesên di tariyê de mayî, hînkerê bêaqilan û mamosteyê zarokan;
21
niha, dema ku tu hînî kesên din dikî, tu jî nikarî hîn bibî? Dema tu nekirina diziyê waz dikî, tuyê diziyê bikî?
22
Dema tu dibêjî: Zinê mekin, tuyê zinê bikî? Dema tu ji pûtan ve dikeribî, tuyê Perestgehê talan bikî?
23
Dema tu bi zagonê ve pesnê xwe vedidî, tu dikarî li berya Xwedê rabe û wî biçûk bibînî?
24
Ji ber ku ûsa hatiye nivîsandin: Ji ber we di nava netewan de, kufrê ji navê Xwedê re dikin.
25
Niha, ger tu bi zagonê ve bigire, dê qenciya bisunetbûnê hebe; lê belê ger tu êrîşkirê zagonê be, bisunetbûna te bûye bêsunetbûn.
26
Bo vê yekê ger yên bêsunet, li gor emirên zagonê bikin, ma dê ew jî bisunet neyên hesibandin?
27
Ger tu bi xwedîbûna xwe ya Nivîsên Pîroz û bisunetbûnê, zagonê dicûyî; kesên bi bedenê ve ne bisunet, lê belê yê li gor zagonê dike, dê te nede darazdanê?
28
Ji ber ku kesên ji derve Cihûd be, ne Cihûd e, ne jî suneta şiklî, ya bedenî bisunetbûn e.
29
Lê belê kesên ji hundir ve Cihûd be, Cihûd e û ne di tîpê de, lê di Ruh de bisunetbûna dil, bisunetbûn e; pesnahiya wî jî ne ji mirovan e, ji Xwedê ye.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16