bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 13
Romans 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 14 →
1
Bila her kes, bengî rêvebiriya ku li ser xwe ye bibe; ji ber ku rêvebirtiya ne ji aliyê Xwedê be nîne û yên ku hene, ji aliyê Xwedê ve hatine sazûman kirin.
2
Ji ber vê yekê, yên ku li dijî rêvebiriyê di berxwe bide, dibe ku li dijî ya Xwedê sazûman kiriye di berxwe bide û yên ku li dijî wê rabin, dê bên daraz kirin.
3
Ji ber ku divê ne kesê ku qenciyê dikin, lê belê yê ku xerabiyê dikin ji rêvebirên xwe bitirsin. Û ma tu dixwazî ji rêvebiriyê ve netirsî? Yê qenc bike û tuyê pesnvedana wê qezenc bike.
4
Ji ber ku ew, bona qenciya te di xizmeta Xwedê de ye. Lê belê ger tu yê xerab bikî, bitirse! Ji ber ku wî şûr bona bêfêdeyî li xwe bar nekiriye; ji ber ku ew xizmetkarê Xwedê ye, bona xezeba ji xerabiyê kirinan re tolhildankar e.
5
Bo vê yekê, tenê ne bona xezebê, lê belê divê bona ûcdanê jî mirov bengî wê bibe.
6
Ji ber ku sedema bacdana we jî ev e. Ji ber ku ew, xizmetkarên Xwedê yên bona vê armancê bi xîret dişuxulin in.
7
Yê heqê wî li bacê heye bacê, yên heqê wî li bacgehê heye bacgehê, yên heqê wî li tirsê heye tirsê, yên heqê wî li birêziyê heye birêziyê, heqê her kesî bidinê.
8
Xeynî ji hev û din hezkirinê pê ve, qet nebin deyndarê kesekî; ji ber ku yên ji kesên din hez dike, zagonê aniye cîh.
9
Ji ber ku emirên: Zinê meke, mirov mekuje, diziyê meke, şahdeyiya derewîn meke; çav bernede malê kesekî din û xeynî wê çi emir hebe, ew jî di vê gotinê de bi kurtayî tê zimên: Ji cîranê xwe, mîna xwe hez bike!
10
Hezkirin, xerabiyê bi cîranan ve nake; bo vê yekê hezkirin cîhanîna zagonê ye.
11
Û (em ê) vêya bikin; ji ber, em demê dizanin ku, bi rastî ji bo me saeta ji xewê hişyarbûnê ye; ji ber ku niha xelasiya me, ji dema me bawerî anîbû hîn jî nêztir e.
12
Şev pêş ve çû û roj nêzîk bûye; bo vê yekê em karê tariyê ji ser xwe bavêjin û çekên ronahiyê li xwe rapêçin!
13
Em ne bi qeşmerî û serxweşî, ne bi bêexlaqiya cinsî û sefahetê, ne bi koşîn û çavnebariyê ve, lê belê mîna ku di ronahiya rojê de, jiyanek birêzî bajon;
14
lê belê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin û bona şehwetan peydayiya bedenê nekin!
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16