bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 14
Romans 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
1
Yê ku di baweriyê de lawaz e qebûl bikin; lê belê li ser fikrê wî, bi wî re nekevin guftegoyê.
2
Yek bawer dike ku, ew kare her tiştî bixwe; lê belê li aliyê din yê ku lawaz e, tenê sewze dixwe.
3
Yê ku dixwe, bila yê naxwe biçûk nebîne û yê ku naxwe, bila yê dixwe daraz meke; ji ber ku Xwedê ew qebûl kiriye.
4
Ma tu kî ye ku, daraziyê li qûlê yekî din dikî? Yê ku qûl bi heq jî dike, bi sûc jî dike efendiyê wî bi xwe ye. Lê belê dê ew bi heq derkeve; ji ber hêza Xudan heye ku wî bi heq derxe.
5
Hin kes ji rojekê re, ji rojên din ve zêdetir hurmetê dike û hin kes jî hurmetê ji her rojê re dike; bila her kes di dîtina xwe de qanih be!
6
Yê ku giramiyê dide rojê, bona Xudan giramiyê dide û yê ku dixwe, bona Xudan dixwe, ji ber ku ji Xwedê re şikir dike û yê ku naxwe bona Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike.
7
Ji ber ku ji me tu kes bona xwe najî û tu kes bona xwe namire.
8
Ji ber ku ger em bijîn, em ê bona Xudan bijîn û ger em bimirin, em ê bona Xudan bimirin; niha ger em bijîn jî, bimirin jî, yê Xudan in.
9
Ji ber ku Mesîh bona vêya mir û dîsa vejiya, da ku, him bibe Xudanê miriyan û him jî yê zindiyan.
10
Lê belê tu, çima tu birayê xwe daraz dikî? An tu, çima birayê xwe biçûk dibînî? Ji ber ku em ê hemû derkevin berya kursiya Xwedê ya darazdanê.
11
Ji ber ku hatiye nivîsandin: Xudan dibêje: Bona heqê hebûna min, dê her çong li ber min bê xwarê û dê her ziman Xwedê qebûl bike.
12
Bi vî awayî em her yek, di derheqê xwe de hisabê bidin Xwedê.
13
Bona vêya êdî em hev û din daraz nekin; lê belê hîn jî zêde bona kevirekî tilpekiyê, an jî xijbûnê daneynin ser rêya birayê xwe bi biryar bin!
14
Ez dizanim û di Xudan Îsa de bawer im ku; tu tişt bi xwe ne mindar e; lê bona kesê ku tiştekî mindar dihesibîne, ew tişt mindar e.
15
Ji ber ku ger bona xwarinekî birayê te biêşe, êdî tu li gor hezkirinê nameşe. Yê ku Mesîh di oxra wî de miriye, bi xwarina xwe helaq meke!
16
Bila di derheqê qenciya we de xerab neyê gotin.
17
Ji ber ku Serweriya Xwedê ne pirsa xwarin û vexwarinê ye, lê belê rastî û dilxweşî û di Ruhê Pîroz de kêfxweşî ye.
18
Ji ber ku yê di vê rêya de xizmetê ji Mesîh re dike, dê Xwedê xoşnûd bike û ecibandina mirovan bi dest bixe.
19
Niha, bi vî awayî em xwe bidin karên ku dilxweşiyê ji me re tîne û me pêş ve dibe.
20
Di oxra xwarinê de karê Xwedê xera meke! Her tişt paqij e, lê belê ji kesê ku bi tilpekîbûnê dixwe re xerab e.
21
Goşt nexwarina te, xemr venexwarina te û tiştekî ku rê li tilpekîbûna birayê te, an jî bêarambûna wî yan jî lawazketina wî veke nekirina te, qenc e.
22
Baweriya xwe yî di derheqê vê bûyerê de li berya Xwedê ji xwe re veşêre. Kesê bi tiştê ku tesdîq kiriye, xwe nede darazê çiqas dilgeş e!
23
Lê belê kesê ku şubhe bigire û bixwe, dê bê daraz kirin; ji ber ku ji baweriyê nîne û her tiştê ku ji baweriyê nîne guneh e.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16