bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 5
Romans 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
1
Niha, em bi baweriyê ve salih hatine hesibandin, bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re aştiya me heye;
2
em, bi navgîniya wî ve jî û bi baweriyê ve gîhaştin vê kerema ku em tê de pêdandî ne û bi hêviya gîhaştina bilindahiya Xwedê em pesnê xwe didin.
3
Û tenê ne bi ewqasî, lê belê em heta bi tengasiyan jî pesnê xwe didin.
4
Ji ber, em dizanin ku tengasî hêza berxwedanê, hêza berxwedanê ecibandinê û ecibandin jî hêviyê ava dike
5
û hêvî jî naşermîne; ji ber ku bi navgîniya Ruhê Pîroz ku ji me re hatiye dayîn, hezkirina Xwedê rijiyaye dilê me.
6
Ji ber ku gava em hîn bêçarebûn, Mesîh di dema ku hatibû hilbijartin de, bona bêxwedêyan mir.
7
Ji ber ku kesekî bona mirovekî salih, zor dimire, lê belê dibe ku mirovek li dêvla yekî qenc mirinê bide ber çav.
8
Lê belê Xwedê, ji me hezkirina xwe bi vêya îspat dike: Gava ku hîn em gunehkar bûn, Mesîh bona me mir.
9
Niha, li gor em bi xwîna wî salih hatine hesibandin, hîn jî biryar e ku em ê bi navgîniya wî, ji xezebê xelas bibin!
10
Ji ber ku ger em, dema neyar bûn, bi navgîniya mirina Lawê wî, bi Xwedê re li hev hatibin, hîn jî biryar e ku bi li hev hatinê, em ê bi jiyana wî xelas bibin!
11
Û tenê ne ewqas e, lê belê bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh, yê ku me niha li hev aniye, bi Xwedê re jî em pesin vedidin.
12
Bo vê yekê, çawa ku guneh bi navgîniya mirovekî û mirin jî bi navgîniya gunehê ve ketibe dinê; bi vî awayî mirin jî derbasî hemû mirovan bû; ji ber ku hemûyan guneh kirin;
13
– ji ber ku berî zagonê jî guneh di dinê de hebû; lê belê dema zagon tune be, guneh nayê hesibandin.
14
Lê belê li gor şîb a destdirêjiya Ademê ku wekokê kesê dê bê ye, li ser yên ku guneh nekirine jî, ji Adem heta Mûsa mirin serweriyê dikir.
15
Lê belê sûc çawa be, xelat jî wusa nîne; ji ber ku, ger bi sûcê yekî, gellek miribin, bo gellekan bi xêra Xwedê û zilamekî yanê bi xêra Îsa Mesîh bexşandin hîn jî zêde bû.
16
Û bexşandin, ne mîna gunehên bi navgîniya kesekî ye; ji ber ku darazî bona ji sûcekê mehkûmiyetê; lê belê xelat, bona ji gellek sûcan pakbûnê çêbû.
17
Ji ber ku, ger mirin bona sûcê yekî, bi navgîniya mirovekî serweriyê ajotibe, yên ku zêdeyiya kerem û bexşa safîbûnê girtine, bi yekî, yanê, bi navgîniya Îsa Mesîh ve di jiyanê de dê bi zêdeyî serweriyê bajon! –
18
Niha, çawa ku sûcek li mehkûmiyeta hemû mirovan re rê vedike, kirinek rastîn jî pakbûna jiyanê dide hemû mirovan ava kir.
19
Ji ber, çawa ku bi sedema bêîtaetî kirina mirovekî gellek kes gunehkar hate kirin, bi vî awayî bi îtaet kirina mirovekî jî gellek kes dê bêne salih kirin.
20
Û zagon, bona ku sûc zêde bibe ket navendê; lê belê li cîhê ku guneh zêde bûye, kerem hîn jî zêde bûye;
21
da ku, wekî guneh serweriya xwe bi mirinê ve dajo, kerem jî bila bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh ve, bona dayîna jiyana bêdawî, bi pakbûnê serweriyê bajo.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16