bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 3
Romans 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 4 →
1
Niha, çi taybetiya Cihûdan heye? An jî qenciya bisunetbûnê çî ye?
2
Ji her alî ve zêde ye! Ya yekemîn, gotinên Xwedê berê emanetî wan bûn.
3
Ger hinekan bawerî neanîbin, dê çi bibe? Ma bêbaweriya wan, dilsoziya Xwedê ji navendê radike?
4
Haşa! Her mirov derewîn jî be, bila bê zanîn ku Xwedê rast e; mîna ku hatiye nivîsandin: Da ku, tu di gotinên xwe de rast derkeve û dema bê darazdan, dozê qezenc bike.
5
Lê belê ger neheqiya me, dadbûna Xwedê derxe navendê, ma em çi bêjin? Ez bi zimanê mirovan ve diaxifim: Xwedayê ku bi xezebê ceza dike, ma neheq e?
6
Haşa! Ger ûsa be, dê Xwedê çawa darazdana dinê bike?
7
Lê belê ger bi derewên min, rastiya Xwedê, bona bilindiya wî hîn jî zêde bibe, ma ez çima dîsa jî bi gunehkarî tême darazdan?
8
Û mîna ku di derbarê me de hatiye buxtan kirin û mîna ku hin kes dibêjin û îdîa dikin ku me gotiye, ma çima; em nebêjin: Bona qencî were em xerabiyê bikin? Mehkûmiyeta wan rast e!
9
Ango çi? Ma xawêniya me heye? Na, qet nîne. Ji ber ku me ji jor dixwaze bila Cihûd be, dixwaze Grek be, bi gotina; hemû di bin gunehan de ne, sûcdar kirin.
10
Mîna ku hatiye nivîsandin: Qet kesên salih tune ne, yek jî tune.
11
Yê fêhm bike nîne, tu kesê ku li Xwedê digere nîne.
12
Hemû ji rê derketin, pev re bûn bêfêde. Yê ku qenciyê dike nîn e, yek jî nîn e.
13
Devê wan gorek vekiriye; bi zimanê xwe ve dixapînin; di binê lêvên wan de jahra mara heye.
14
Devê wan bi nalet û gotinên tal ve tijî ye.
15
Lingên wan ber bi xwîn rijandinê ve bi lez in.
16
Di rêgehên wan de xerakirin û tengasî heye.
17
Û rêya dilxweşiyê jî nizanin.
18
Li ber çavên wan tirsa Xwedê nîne.
19
Û em dizanin ku, hemû tiştên ku zagon her çiqas tiştan dibêje, ji yên di bin zagonê de ne re dibêje; da ku, her dev bên girtin û bona hemûya dinê li dijî Xwedê sûcdar bibe;
20
ji ber ku di hizûra wî de dê tu kes ji karên zagonê salih neyê hesibandin; ji ber ku zanîna gunehê bi navgîniya zagonê ye.
21
Lê belê niha bi zagon û ji aliyê peyxamberan ve bi şehadetî kirinê,
22
rastiya Xwedê, yanê rastiya Xwedê ya ku ji hemûyên bi navgîniya baweriyê ji Mesîh Îsa re baweriyê anîne re ye, ji bilî zagonê eşkere bûye; ji ber ku qet cihêtî nîne;
23
çimkî hemûyan gunehê kirin û ji bilindahiya Xwedê mehrûm man.
24
Ew bi navdîtiya fîdya ku di Îsa Mesîh de ye, bi xêra wî, bê berdêl salih têne hesibandin;
25
ji ber efûbûna gunehên ji berê ve di sebra Xwedê de hatine kirin, bona nîşandayîna dadiyê,
26
yanê, bona di dema niha de dadiya wî bête nîşan dayîn, di xwîna wî de bi navdîtiya baweriyê, wekî kefaret be, Xwedê wî pêşkêş kir, da ku, ew bi xwe bi dad be û yê ku baweriyê bi Îsa anîne salih bihesibîne.
27
Niha pesnvedan li ku ma? Li derve ma! Lê belê bi sipartina kîjan qanûnê? Ma bi ya şixulan? Na, lê belê bi zagona baweriyê ve!
28
Ji ber, em di wê qenîetê de ne ku, mirov ne bi xwestekê zagonê anîn cîh, bi baweriyê salih têne hesibandin.
29
An jî ma Xwedê tenê Xwedayê Cihûdan e? Ma ne yê neteweyên din e jî? Belê, yê neteweyên din e jî!
30
Ji ber ku Xwedanê bisunetan bi baweriyê, yên ne bêsunetan jî bi eynî baweriyê salih bihesibîne yek e.
31
Niha, ma em bi navgîniya baweriyê, zagonê betal dikin? Haşa! Lê belê em zagonê tesdîq dikin.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16