bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 10
Romans 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
1
Ya birano! Xwesteka dilê min û bergera min a di derheqê Îsraêlê de ji Xwedê re, bona xelasiya wan e.
2
Ji ber ku ez şahdeyiyê li wan dikim ku, bona Xwedê xîreta wan heye, lê belê ne li gor zanyariyê ye.
3
Ji ber ku wan, bi nezaniya rastiya Xwedê, bona pêdandî dayîna ya xwe xebitîn û bengî rastiya Xwedê nebûn.
4
Ji ber ku bona her kesê ku bawerî aniye pak bibe, Mesîh dawiya zagonê ye.
5
Ji ber ku Mûsa, di derheqê pakbûna ku ji zagonê ve tê de vana nivîsandiye: Mirovê ku van tiştan bîne cîh, dê bi navgîniya vana ve bijî.
6
Lê belê pakbûna ku ji baweriyê ve tê ûsa dibêje: Di dilê xwe de: Dê kî here ezman? – yanê bona daxistina Mesîh –
7
an jî: Dê kî dakeve warê miriyan – yanê bona ku Mesîh ji miriyan ve derxîne? – nebêje.
8
Lê belê çi dibêje? Gotin nêzîkî te ye, di dev û dilê te de ye! A vay, gotina baweriyê ku em didin bihîstin ev e.
9
Ji ber ku ger tu bi devê xwe bi eşkeretî bibêjî Îsa Xudan e û ji dilê xwe baweriyê bînî ku Xwedê wî ji mirinê vejandiye, tuyê xelas bibî.
10
Ji ber ku mirov bi bawerkirina ji dil ve pak dibe û baweriya xwe bi devê xwe eşkere bêje jî xelas dibe.
11
Ji ber ku Nivîsa Pîroz dibêje: Tu kesê bi wî re bawerî aniye, dê neyê şermezarî kirin!
12
Ji ber ku cihêbûna Cihûd, an jî Grek nîne; ji ber ku eynî Xudan, yê hemûyan e; ji hemûyên li ber wî digerin re dewlemend e;
13
ji ber: Her kesê ku bangî navê Xudan bike, dê xelas bibe.
14
Lê belê dê çawa bangî kesê ku bawerî pê neanîne bikin? Ji kesê ku nebihîstine re, dê çawa bawer bikin? Ger yê ku waz bike tune be, dê çawa bibihîzin?
15
Û ger neyên şandin, dê çawa wazê bidin? Mîna ku hatiye nivîsandin: Lingên kesên ku mizgîniya tiştên qenc didin, çi xweşik in!
16
Lê belê hemûyan guhdariya Mizgîniyê nekirin. Ji ber ku Îşaya dibêje: Ya Xudan, ma kî bi nûçeya ku me da bawer bû?
17
Ûsa tê ku, bawerî bi bihîstina gotinê û bihîstin bi navgîniya gotina Xwedê ve dibe.
18
Lê belê ez dipirsim: Ma qey wan nebihîstin? Belê, bihîstin! Dengê wan gîhaşt hemûya rûyê erdê û gotinên wan jî gîhaştin çar hawirdorê erdê.
19
Lê belê ez dipirsim: Ma Îsraêl fêhm nekir? Pêşiyê Mûsa dibêje: Ez ê we bi yên netew nebûne ve çavnebar bikim û bi netewek fêhmneker ve jî we hêrs bikim.
20
Û Îşaya bi cesaret dibêje: Yên li min nedigeriyan min dîtin, min xwe nîşanî kesên ku min nedipirsîn da.
21
Lê belê ew di derheqê Îsraêlê de dibêje: Min di hemûya rojê de, destê xwe, dirêjî gelekî bêîtaetiyê dike û li dijî disekine, kir!
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16