bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 8
Romans 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 9 →
1
Bi vî awayî, niha ji kesên di Mesîh Îsa de ne re, êdî qet mehkûmiyetek nîne.
2
Ji ber, zagona Ruhê ku jiyanê dide, di Mesîh Îsa de, min ji zagona guneh û mirinê ve azad kir.
3
Ji ber ku Xwedê Lawê xwe di dirûvê bedena gunehê de û bona gunehê şand û gunehê di bedenê de mehkûm kir û tiştê ku zagon, bona ku ji ber bedenê lawaz e nikare bike, kir;
4
da ku, xwestina zagonê ne li gor bedenê, di me de, di yên li gor Ruh ve dijîn de were cîh.
5
Ji ber, yên ku li gor bedenê ne tiştên bedenê, lê belê yên ku li gor Ruh in tiştên Ruh difikirin.
6
Ji ber ku ramanê li gor bedenê mirin e, lê belê ramanê li gor Ruh e jî jiyan û dilxweşî ye.
7
Ji ber ku ramanê li gor bedenê, neyartiya li dijî Xwedê ye; ji ber ku ji zagona Xwedê re îtaet nake, him jî nikare bike
8
û kesên di bedenê de ne, nikarin Xwedê xoşnûd bikin.
9
Çi heye ku, ger Ruhê Xwedê di we de bijî, hûn ne di bedenê de, lê belê di Ruh de ne. Lê belê di kesekî de Ruhê Mesîh tune be, ew kes ne yê Mesîh e.
10
Û ger Mesîh di we de be, beden ji ber gunehan mirî ye, lê belê ruh ji ber pakbûnê jîyan e.
11
Lê belê ger Ruhê yê ku Îsa ji mirinê vejandiye di we de bimîne, yê ku Mesîh Îsa ji mirinê vejandiye, bi navgîniya Ruhê xwe yî di we de dimîne, dê bedenê we yî bi mirin bivejîne.
12
Niha ger wusa be, ya birano, em li gor ji bo bedenê bijîn, ne deyndarê bedenê ne!
13
Ji ber ku ger hûn li gor bedenê bijîn, hûn ê bimirin, lê belê ger hûn karên bedenê bi Ruh ve bikujin, hûn ê bijîn.
14
Ji ber ku hemû kesên ku bi Ruhê Xwedê ve tên îdare kirin, lawên Xwedê ne.
15
Ji ber ku we, dîsa ji bo tirsê ruhê dîlitiyê negirtin, lê belê we ruhê lawitiyê girtin û em bi wî ve: Abba, Bavo! bang dikin.
16
Ruh bi xwe, bi ruhê me ve, şahdeyiyê dike ku em zarokên Xwedê ne.
17
Û ger em zarok bin, di heman demê de mêrasker in jî; mêraskerên Xwedê û şirîkên mêraskerên Mesîh in; ger em di rastiyê de jî bi wî re elemê dikişînin, ev bona pev re jî bilindkirina me ye.
18
Lewma ez dihesibînim ku ahênên vê demê, li ber bilindahiya ku dê ji me re bête kişif kirin, qet ne tiştek in.
19
Ji ber ku xuluqandin, bi bêrîkirina mezin li benda derketina lawên Xwedê ya navendê ye.
20
Ji ber ku xuluqandin ne bi daxwaziya xwe, lê bi sedema yê ku têkildar kiriye bi ya pûç ve hate têkildarkirin, lê belê hêvî heye
21
ku dê xuluqandin bi xwe jî, ji qûlitiya fanî ve xelas bibe û bigihêje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet.
22
Ji ber, em dizanin ku heta niha hemû xuluqandin dinale û jana welidînê dikişîne.
23
Û tenê ne ev, lê belê em bi xwe jî, yên xwediyê nûberê Ruh jî bi bêrî kirinê li benda girtina lawitiyê, yanê, xelaskirina bedenê xwe ne û di hundirê xwe de dinalin.
24
Ji ber ku em bi hêviyê ve xelas bûn; lê belê hêviya ku xuya dibe, ne hêvî ye; ji ber, ma kî dikare tiştê ku dibîne hêvî bike?
25
Lê belê ger me hêviya xwe li ya hîn me nedîtiye girê dabe, em ê bi sebir li benda wê bin.
26
Û bi vî awayî, Ruh jî di bêhêzbûna me de alîkariyê bi me re dike; ji ber, em nizanin ku ka em ê çawa dua bikin, lê belê Ruh bi xwe bi axînên nayên gotinê ve ji bona me şefaetê dike.
27
Û yê ku lêkolînan li dil dike, dizane ku fikrê Ruh çî ye; ji ber ku ew li gor xwestina Xwedê, bona pîrozan şefaetê dike.
28
Û em dizanin ku hemû tişt, bi hev re, bona kesên ku ji Xwedê hez dikin, bona kesên ku li gor mirazê xwe hatine bang kirin re, bona qenciyê dişuxulin.
29
Ji ber ku wî, kesên ji berê ve zanîbû, bona wergerîne mînakê Lawê xwe, ji berê ve hilbijartî ye; da ku, bila ew di nava gellek birayan de bibe yê pêşîn welidiye.
30
Û wî, bangî kesên ku ji berê ve hilbijartiye kir û kesên ku bangî wan kiribû salih jî hesiband û kesên ku salih hesibandibû bilind jî kir.
31
Niha, em ji vêya re bibêjin çi? Ger Xwedê li aliyê me be, kî dikare li dijî me be?
32
Yê ku Lawê xwe ne parêst, lê belê wî di oxra me hemûyan de da mirinê, ma ew dê tevî wî jî, hemû tiştan çawa ji me re nebexşîne?
33
Dê kî li dijî kesên ku Xwedê hilbijartiye gilî bike? Yê ku wan mafdar derdixe Xwedê ye;
34
ma yê ku sûcdar bike, kî ye? Yê ku miriye û hîn zêde, vejiyaye Mesîh Îsa ye ku, li aliyê rastê Xwedê ye û bona me şefaetê dike!
35
Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh ve veqetîne? Qey tengasî, an keser, an zilm, an birçîbûn, an tazîbûn, an xeterî, an jî şûr?
36
Mîna ku hatiye nivîsandin: Em di oxra te de hemûya rojê tên kuştin, em mîna mîhên qesabî hatine hesibandin!
37
Lê belê em bi navgîniya yê ku ji me hez dike, di vana hemûyan de ji kesê serketine jî jortir in.
38
Ji ber, ez bawer im ku, ne mirin, ne jiyan, ne milyaketan, ne rêvebiriyan, ne tiştên dema niha, ne jî tiştên dema ku bê, ne qudretan,
39
ne bilindahî, ne kûritî, ne jî tiştekî dinî hatiye afirandin, nikare ku me ji hezkirina Xwedê ya di Xudanê me Mesîh Îsa de ye veqetîne.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16