bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 12
Romans 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
1
Niha ya birano, ez bona dilovaniya Xwedê li ber we digerim ku hûn bedenên xwe mîna qurbanên zindî, pîrozî û wî xoşnûd kirî pêşkêşî Xwedê bikin; peristina we yî ruhanî ev e!
2
Û li gor vê alemê mekin; lê belê bona ku hûn bizanibin viyana Xwedê, ya qenc, xweş û bêkêmasî çî ye, bi nûbûna ramanên xwe ve bêne guhertin.
3
Ji ber, ez bi wê xêr a ku ji min re hatiye bexşandin ji her zilamê ku di nav we de ye re dibêjim, bila kes di derheqê xwe de ji hewcekirina fikirandinê zêdetir nefikire; lê belê her kes, bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê dayiyê, bi eqlî selîm bifikire.
4
Ji ber, mîna ku di bedenekê de gellek endamên me hene û karên hemû endaman ne wekhev e,
5
em jî, yên ku gellek in, di Mesîh de yek beden in û endamên hev in.
6
Û li gor xêra ku ji me re hatiye bexşandin, xelatên me yî ruhanî yên cihê hene; ger peyxamberî be, bila li gor pîvana baweriya xwe;
7
ger xizmet be; bila di xizmetê de; ger yekî hînker be, bila di hînkirinê de be;
8
an jî ger şîretker be, bila şîretan bide; yê ku bexşê dike, bila bi comerdî; yê ku rêvebirtî dike, bila bi xîretê; yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûkenî bike!
9
Bila hezkirina we, ne bi durûyî be! Ji xerabiyê bikerihin; bi qenciyê ve xwe girêdin!
10
Di hezkirina biratiyê de ji hev û din bi dilovanî hez bikin; di hurmetê de yên din çêtir bibînin!
11
Di xîretê de sist nebin; di Ruh de agirîn bibin; qûlitiyê ji Xudan re bikin!
12
Bi hêviyê kêfxweş bibin; di tengasiyê de di ber xwe bidin; di duê de bi xîret bidomînin!
13
Beşdarî motajiya pîrozan bikin; bala xwe bidin mêvan perweriyê!
14
Bona kesê zilmê li we dikin, qenciyê bixwazin; qenciyê bixwazin û lanetê mekin!
15
Bi kêfxweşan re kêfxweş bibin; bi kesên digirîn re bigirîn!
16
Li dijî hev û din yekraman bin. Tiştên bilind nefikirin, lê belê hevaltiyê bi kesên biçûk tên dîtin re bikin. Ji cem xwe zane nebin!
17
Li dijî xerabiyê ji tu kesî re xerabiyê mekin! Li ber çavên her kesî, bona çêkirina ya qenc, bala xwe bidin.
18
Ger bibe, heta ku ji destê we tê, bi hemû mirovan re di nava aşitiyê de bijîn.
19
Ya xoşewîstno, ji bo xwe tolê nestînin; lê belê cîh bidin xezeba Xwedê; ji ber ku hatiye nivîsandin: Xudan dibêje: Tol ya min e, ez ê berdêla wê bidim.
20
Lê belê: Ger neyarê te birçî bûbe, wî têr bike; ger tî bûbe, avê bide wî. Ji ber ku bi çêkirina vana, tuyê pêtên agir li ser serê wî kom bikî.
21
Nebe binketê xerabiyê, lê belê xerabiyê bi qenciyê bindest bike!
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16