bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 6
Romans 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 7 →
1
Ma niha em çi bibêjin? Bona ku kerem zêde bibe, ma em dûmahiya gunehkirinê bikin?
2
Haşa! Em, yên ku li hember gunehan mirîne, êdî em ê çawa di wê de bijîn?
3
An jî ma hûn nizanin ku, hemûyên ji me, yên di Mesîh Îsa de vaftîz bûne, di mirina wî de vaftîz bûne?
4
Niha, em bi navgîniya vaftîzê ve bi wî re, ji mirinê re hatin binax kirin; da ku, Mesîh, çawa bi bilindiya Bavo ji mirinê ve vejiyabe, em jî bi vî awayî di nûbûna jiyanê de bimeşin.
5
Ji ber ku ger em di mirinekî mîna ya wî de, bi wî re yek bûbin, di vejînekî mîna ya wî de jî em ê bi wî re bibin yek.
6
Em vêya dizanin ku, êdî em ê ji gunehê re dîlitiyê mekin, bona ku bedena me yî gunehkar ji navendê rabe, mirovê me yî kevn jî bi wî re, hatiye xaçkirin.
7
Ji ber ku kesekî bimire, ji gunehan ve hatiye azad kirin.
8
Lê belê ger em bi Mesîh ve miribin, em bawer in ku em ê bi wî re jî bijîn;
9
ji ber, em dizanin ku Mesîh ji mirinê ve vejiyaye û êdî namire, mirin êdî nikare serweriya xwe li ser wî bajo.
10
Ji ber ku mirina wî di berdêla gunehan de bûye mirina pêşî û ya paşî; lê belê jiyana ku dajo, bona Xwedê dajo.
11
Hûn jî bi vî awayî xwe li berya gunehan mirî û di Mesîh Îsa de, li berya Xwedê zindî bihesibînin.
12
Niha, bila guneh di bedena we yî fanî de, bona ku hûn li gor şehwetên wê bikin, serweriyê neajo.
13
Û endamên xwe nekin navgîniyê neheqiyê û pêşkêşî gunehê mekin; lê belê mîna kesên ku ji mirinê vejiyaye, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên xwe jî bi hacetên pakbûnê ve, pêşkêşî Xwedê bikin!
14
Ji ber ku dê guneh nikaribe serweriyê li ser we bike; ji ber ku hûn ne di bin rêvebiriya zagonê de, lê belê di bin keremê de ne.
15
Niha çi? Ji bona ku em ne di bin rêvebiriya zagonê de ne, lê belê em di bin keremê de ne, ma em gunehan bikin? Haşa!
16
Mîna dîlên îtaetê, hûn ê xwe bidin destê kê, ma qey hûn nizanin ku hûn dîlên wî kesê ku îtaetê jê re dikin in? Hûn an dîlê gunehên dibe mirinê, an jî dîlê îtaetê ku dibe rastiyê ne.
17
Lê belê şikir ji Xwedê re ku, mîna hûn qûlên gunehê bûn, lê li gor sûretê hînkariya ku hûn jê re hatine radest kirin we ji dil îtaet kir
18
û ji gunehan hatin azad kirin û bûn qûlên rastiyê.
19
Bona bêhêzbûna ezitiya we ya xweza, ez li gor pîvana mirovan diaxifim; we çawa endamên bedenên xwe bi dîlitî pêşkêşî bêexlaqiyê û bona xerabiyê ji xerabiyê re pêşkêş kiribin, niha van endamên xwe bona pîrozahiyê, bi dîlitî pêşkêşî rastiyê bikin.
20
Ji ber ku hûn dema ku dîlên gunehê bûn, ji rastiyê azad bûn.
21
Çi berhema wê demê, ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, ji we re hebû? Ji ber ku dawiya wan mirin e!
22
Lê belê niha, wekî ji gunehan bi azad kirinê û ji Xwedê re dîl bûnê bin, bona pîroziyê berhema we heye û dawiya wê jiyana bêdawî ye.
23
Ji ber ku berdêla gunehê mirin e, lê belê xelata Xwedê, di Xudanê me Mesîh Îsa de jiyana bêdawî ye.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16