bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 16
Romans 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
1
Xizmetkara Dêra li Kenherê, xwuşka me Fîbî salixî we didim; mîna ku li pîrozan bê, wê bi navê Xudan qebûl bikin
2
û ger di tiştekî de motajiyek wê ji we hebe, alîkariyê bi wê bikin; ji ber ku, wê jî alîkariya gellekan û ya min jî kiriye.
3
Ji Prîska û Akvîla, yên di rêya Mesîh de hemkedên min in re silav bikin;
4
wan di oxra canê min de jiyana xwe avêtin talûkê; bona vêya ne ez tenê, lê belê hemû Dêrên neteweyên din jî ji wan re spas dikin;
5
ji Dêra ku di mala wan de ye re jî silav bikin! Ji yê ku nûberê Mesîh yê Asyayê ye, xoşewîstê min Epenetûs re silav bikin.
6
Ji Meryema ku bona we zahf şuxuliye re silav bikin.
7
Ji meriv û hevalên minî girtîgehê Andronîqûs û Yûnîas, yê di nava şagirtan de zahf hatine nas kirin û berî min bi Mesîh ve bawerî anîne re silav bikin.
8
Di Xudan de xoşewîstê min, ji Ampliyatûs re silav bikin.
9
Di Mesîh de hemkedê me ji Ûrbanûs re û ji xoşewîstê min Stakîs re silav bikin.
10
Ji Apellîsê di Mesîh de hatiye ecibandin re silav bikin. Yên ji maliyên Arîstobûlûs in re silav bikin.
11
Ji merivê min Hêrodiyon re silav bikin. Ji maliyê Narkîs yê ku aidî Xudan in re silav bikin.
12
Ji Trîfêna û Trîfosa yê di Xudan de duşuxulin re silavê bikin. Ji Persîsê xoşewîst yê pirr di Xudan de şuxuliye re, silav bikin.
13
Ji Rufûsê di Xudan de hatiye hilbijartin û ji diya wî ya ji min re jî diyêtî kiriye re silav bikin.
14
Ji Asînkrîtûs, Flêgon, Hêrmes, Petrovas, Hêrmas û hemû birayên li cem wan in re silav bikin.
15
Ji Fîlologûs û Yûlîa, ji Nêreyûs û xwuşka wî û ji Olîmpas û hemû pîrozên li cem wan in re silav bikin.
16
Silavê, bi ramûsana pîroz ve bidin hev û din! Hemû Dêrên Mesîh, silavê li we dikin.
17
Niha, ya birano, ez li ber we digerim, li kesên ku li dijbera hînkirina ku we girtiye radibin û dibin sedemê veqetandin û rêguhertinê balkêş bin û ji wan ve, li xwe miqate bibin!
18
Ji ber ku kesên ûsa ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin û dilê kesên saf bi gotinên xwe yî çaplûsî yên bi guhan ve xweş tê dixapînin.
19
Ji ber ku îtaetkirina we gihaşt guhê her kesî. Bo vê yekê, ez ji bo we kêfxweş dibim; lê belê dixwazim ku di babeta qencîtiyê de hûn zaniyar û di babeta xerabiyê de bêceribandin bin.
20
Û Xwedayê dilxweşiyê, pirr derbas nebe dê Îblîs di binya lingên we de bieciqîne. Bila kerema Xudanê me Îsa Mesîh bi we re be!
21
Hemkedê min Tîmotêyos, ji merivên min Lûqyûs û Yason û Sosîpater silavê li we dikin.
22
Yê ku nameyê derbasî nivîsê kiriye, ez Tertiyûs, di Xudan de ji we re silav dikim.
23
Gayûsê ji min û ji hemûya Dêrê re mêvanperweriyê dike, silavê li we dike. Xeznedarê bajêr Êrastûs û birayê Kûartûs ji we re silav dikin.
24
Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn.
25
Niha, li gor daxuyanî kirina raz a ku, li gor Mizgîniya min û li gor waza Mesîh Îsa, ji demên bêpêşî ve veşartî maye;
26
lê belê niha eşkere bûye û li gor emrê Xwedayê bêpêşî bi navgîniya pirtûkên peyxamberan ve ji hemû neteweyan re, bona ku li ber baweriyê îtaetê bikin hatiye agihandin; ji Xwedayê alimê tekane ye re,
27
yê bona pêdandina we şiyandar e, bila bi navgîniya Îsa Mesîh ve, abadîn bilindahî bibe! Amîn.
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16