bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 11
Romans 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
1
Niha ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Haşa! Ji ber ku ez jî Îsraêliyek ji nîjada Birahîm û ji eşîra Benyamîn im.
2
Xwedê ji gelê xwe yî ji berê ve zanîbû rû nezivirand. Ya na hûn Nivîsa Pîroz, di birra derheqê Êlyas de çi dibêje û giliyê ku ew li dijî Îsraêlê li Xwedê dike, qey nizanin?
3
Ya Xudan, peyxamberên te kuştin, pêşkêşgehên te xera kirin û tenê ez mam û bona kuştina min dişuxulin!
4
Lê belê bersiva ku Xwedê da wî çi dibêje? Min heft hezar kesê li berya Baal çong neşikandine ji xwe re cihê kir.
5
Mîna vêya di dema niha de jî, civakekî biçûk ya ji keremê ve hatiye bijartin heye.
6
Lê belê ger ev bi keremê bûbe, êdî ne ji karan e; ya na dê kerem êdî ne kerem be!
7
Dawî çî ye? Îsraêl, negîhişt tiştê ku lê digeriya, lê belê yên hatine bijartin gîhaştin û yên din hatin tund kirin;
8
mîna ku hatiye nivîsandin: Xwedê ruhê xewariyê da wan; heta roja îro çavên ku nabînin û guhên ku nabihîzin da wan.
9
Û Dawid dibêje: Bila sifra wan li wan bibe kemîn û feq û tilpekî û ceza.
10
Bila çavên wan bona nedîtinê tarî bibe û pişta wan her dem xwar bike!
11
Niha ez dipirsim: Ma ew bona xerabûnê lewitîn? Haşa! Lê belê bona behecandina wan, ji ber sûcên wan, xelasî ji netewan re hat.
12
Û ger sûcê wan bûbe dewlemendiya dinê û xerabûna wan bûbe dewlemendiya netewan, dê temambûna wan hîn çiqas zêde dê bibe dewlemendî!
13
Lê belê ji we re, ji yên neteweyan re dibêjim: Ji ber ku ez bûme şagirtê neteweyan, ez wezîfeya xwe bilind dihesibînim;
14
bi vî awayî dibe ku ez kesên ji netewa xwe bibehicînim û ji wan hinekan xelas bikim.
15
Ji ber ku, ger redbûna wan li hev hatina dinê ava kiribe, qebûl kirina wan, ji mirinê derbasî jiyanê bûn nebe, gelo çî ye?
16
Û ger pariyê pêşîn pîroz be, hevîr jî û ger kok pîroz be, gulî jî pîroz in.
17
Lê belê ger hinek gulî hatibin jêkirin û tu, mîna darê zeytûnê ya bejî, hatibe lûl kirin û bûbe şirîkê koka darê zeytûnê, ya qelew, li dijî guliyan pesnê xwe nede!
18
Lê belê ger tu pesnê xwe dide, (ji bîr meke ku) tu rehê nakişîne, reh te dikeşîne!
19
Niha, tuyê bibêjî: Bona ku ez lûl bibim guliyan jêkirin.
20
Rast e! Ew ji bêbaweriya xwe hatin jêkirin û tu jî bi baweriya xwe li cîhê xwe sekiniye. Quretiyê meke, lê bitirse!
21
Ji ber ku ger Xwedê guliyên esil neparastiye, dê te jî neparêze.
22
Niha, li qencî û tundiya Xwedê binihêre; ew, li dijî kesên ketî tund e; lê belê ger tu di qenciya wî de bimîne, dê li dijî te qenc bibe; ya na tuyê jî bête jêkirin!
23
Û ger ew jî di bêbawerbûnê de nedomînin, dê lûl bibin; ji ber, hêza Xwedê heye ku wan dîsa lûl bike.
24
Ji ber ku ger tu, ji darê zeytûnê ya bejî ya di xwezaya xwe de bête jêkirin li dijî xwezaya xwe, li darekî zeytûnê ya qenc ve hatibe lûl kirin, ew ku, guliyên xweza ne, dê çiqas bi zêdeyî li darê xwe yî zeytûnê ve bêne lûl kirin!
25
Ji ber ku, ya birano, bona ku hûn bi xwe û xwe nebin zana, ez naxwazim hûn ji vê razê ve bêhay bimînin: Heta ku hejmara kesên ji neteweyên din ên ku dê xelas bibin temam bibe, dilê beşekê Îsraêliyan tund bûye.
26
Û bi vî awayî, dê hemûya Îsraêlê xelas bibe; mîna ku hatiye nivîsandin: Dê Xelasker ji Siyonê bê û bêxwedayiyê ji Aqûp ve bi dûr bixe.
27
Û dema ku ez gunehên wan rakim; peymana ku ez bi wan re bikim ev e.
28
Her çiqas ew li gor Mizgîniyê di oxra we de bûn dijmin, lê belê li gor bijartinê, di oxra kalikan de xoşewîst in.
29
Ji ber ku bang û xelatên Xwedê paş ve nayên girtin.
30
Ji ber çawa ku demekê we ji Xwedê re bawerî nedikirin, lê belê niha ji ber bi bêbaweriya wan hûn gîhaştin dilovaniyê;
31
mîna vêya, niha vana jî bûn bêîtaetker, da ku, bi dilovaniya ku ji we re hatiye nîşan dayîn ew jî niha bigihêjin dilovaniyê.
32
Ji ber, bona ku Xwedê ji hemûyan re dilovaniyê bike, hemûyan di nav bêîtaetîkirinê de girt.
33
Ya kûritiya zanyarî û zanîn û dewlemendiya Xwedê! Daraziyên wî çiqas ku aqil nagihêje û rêyên wî çiqas nayên fêhm kirinê!
34
Ji ber ku ma kî bi ramanên Xudan zanî? An jî kî bû şîretkirê wî?
35
An jî kî tiştekî berê da wî ku û dîsa berdêlê jê re bê dayîn?
36
Ji ber ku hemû tişt ji wî û bi navgîniya wî û bona wî ne. Bila bilindahî heta bêdawiyê ji wî re be! Amîn.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
Recommended Reading
Commentary
Romans Commentaries
→
Devotional
Romans Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→