bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 9
Romans 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 10 →
1
Ez di Mesîh de rastiyê dibêjim, derewan nabêjim; ûcdanê min di Ruhê Pîroz de ji min re şahdeyiyê dike;
2
di dilê min de keserek mezin, êşek bi dûmahî heye.
3
Ji ber ku birayên min, min dixwest ku ez di oxra merivê xwe yî li gor bedenê de ji Mesîh ve bême qewirandin;
4
ew Îsraêlî ne, lawitî û bilindahî û peyman û dayîna zagon û peristinê û wad yên wan in;
5
kalik yên wan in û li gor bedenê Mesîh ji wan e; ew li ser hemûyan abadîn Xwedayê pîroz e! Amîn.
6
Lê belê ev nabe ku gotina Xwedê vala derketiye. Ji ber ku yên ji Îsraêl in, hemû ne Îsraêl in.
7
Ji ber ku ji nîjada Birahîm jî bin, hemû ne zarok in. Lê belê bi avahiya: Dê nîjada te bi Îshaq ve bidome, hatiye nivîsandin.
8
Yanê, zarokên bedenê, ne zarokên Xwedê ne; lê belê zarokên wadê, nifşe têne hesibandin.
9
Ji ber ku gotina wadê ev e: Ez ê di vê demsalê de werim û dê lawekî Sara çê bibe.
10
Û tenê ne ev, lê belê dema Rebeka jî ji yekî, ji bapîrê me Îshaq ve bi ducanî mabû;
11
ji ber, berî ku hîn zarok bûbûn û tiştên qenc an jî xerab bikin, ji Rebeka re hate gotin:
12
Dê yê mezin, qûlitiyê ji yê biçûk re bike. Ûsa ku, armanca Xwedê ku di kirina vê hilbijartinê de ne li gor karan, lê belê bila li gor banga wî bidome;
13
mîna ku hatiye nivîsandin: Ji Aqûp hez kirim, lê belê ji Esav kerihîm.
14
Niha, em bibêjin çi? Ma Xwedê bêdadiyê dike? Haşa!
15
Ji ber ku ji Mûsa re dibêje: Ez ê li yê ku dilovaniyê kirime re dilovaniyê bikim û yê ku ez li ber ketime, ez ê li ber bikevim.
16
Niha, ger wusa be, ne ji yê ku dixwaze, ne ji yê ku baz dide, lê belê ji Xwedayê dilovan e.
17
Ji ber ku Nivîsa Pîroz ji Fîrawûn re dibêje: A vay, bona ku qudreta xwe di te de xuya bikim û navê xwe li hemû rûyê erdê bidim bihîstin, min te bilind kir.
18
Niha, bi vî awayî, ew dikare ji kî re bixwaze, dilovanî bike û ji kî re bixwaze, dikare dilê wî tund bike.
19
Niha, tuyê ji min re bibêje: Wê çaxê ew çima hîn mirovan bisûc dibîne? Ji ber ku ma kî dikare li ber xwesteka wî bisekine?
20
Na, lê belê ya mirov, ma tu kî ye ku, tu bersivê dide Xwedê? Yê ku şikil hatiye dayîn, ji yê ku şikil dayiye re qet dibêje: Te çima min wusa kir?
21
An jî qey rayedariya kûzger tune ye ku, ji heriya wekhev qabekî bona karekî birûmet û qabekî jî bona karekî bêrûmet çê bike?
22
Ger Xwedê bi xwestina xwe yî xezeba xwe xuya bike û hêza xwe bide nasîn, bi kesên dê bibe nîşana xezeba wî û helaq bibin, bi sebrekî mezin baldirêjî kiribe
23
û ji kesên bona bilindkirinê ji berê ve amadeyî û dilovanî kiriye re, bona têgihandina dewlemendiya bilindiya xwe vêya kiribe, em çi bêjin?
24
Ev mirovên ku tenê ne ji Cihûdan, ji neteweyên din jî bangî wan kiriye em in.
25
Mîna ku ew di pirtûka Hoşeya de jî dibêje: Ez ê ji yê ne gelê min e re bibêjim gelê min, ji yê ne xoşewîst e re jî xoşewîst bibêjim.
26
Û dê wusa bibe ku, yên li wî cîhê ku ji wan re hatiye gotin: Hûn ne gelê min in, li wê derê bi navê lawên Xwedayê zindî bên nav kirin.
27
Û Îşaya di derheqê Îsraêl de bi vî awayî diqêre: Hejmara lawên Îsraêl qasî qûma behrê zêde be jî, tenê dê bermayiya wan xelas bibe.
28
Ji ber ku Xudan dê karên darazdana li rûyê erdê zû çêke û biqedîne!
29
Û mîna ku Îşaya ji berê ve gotiye: Ger Xudanê artêşan nîjadek ji me bajo ne parastiba, em ê mîna Sodom bibûna û wekhevê Gomora bibûna!
30
Niha, em bibêjin çi? Neteweyên ku ne li pey pakbûnê diçûn, gîhaştin pakbûnê, pakbûna ji baweriyê ve tê;
31
lê belê Îsraêla ku li pey zagonekî pakbûnê tîne çû, negîhaşt wê zagonê.
32
Çima? Ji ber ku mîna ne bi baweriyê, lê belê bi karên qenc ve dibe, bona pakbûnê şuxulîn û di kevirê xijiyê de pelitîn;
33
mîna ku hatiye nivîsandin: A vay, ez li Siyonê kevirekî xijiyê û latekê tilpekiyê datînim û yên ku baweriyê bi wî bînin, dê neşermin!
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16