bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 7
Romans 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 8 →
1
An ma qey hûn nizanin ku, ya birano – ji ber ku ez ji yên zagonê dizanin re dibêjim – zagon, li ser mirovekî heta ku dema dijî serweriyê dike?
2
Ji ber, mîna ku pîreka bi zewac, heta ku zilamê wê bijî, bi zagonê ve bi wî ve girêdayî ye; lê belê ger zilamê wê bimire, pîrek ji zagona zilam ve azad dibe.
3
Niha ger wusa be, heta ku zilamê wê sax be, biçe mêrekî din, jê re zinêkir tête gotin; lê belê ger mêrê wê bimire, ji zagonê ve azad dibe, wusa ku, ger bi zilamekî din re bizewice, ne zinêkir e.
4
Ji ber vê yekê, birayên min, bona ku em ji Xwedê re mêwe bînin; hûn jî bona yekî din, yanê, bona gîhaştina yê ji mirinê vejiyaye, bi navgîniya bedena Mesîh, ji zagonê re mirin.
5
Ji ber ku dema em di cîsmaniyetê de bûn, azweriyên gunehê, yê bi navgîniya zagonê ne, di endamên me de bona ji mirinê re mêwe bîne, dixebitî.
6
Lê belê niha, bi tiştê ku em pê ve hatine girtin wekî em miribin, ji zagonê ve azad bûn; da ku, em ne di kevnariya tîpê de, lê di nûtiya Ruh de qûlitî bikin.
7
Wê demê em çi bibêjin? Ma qey zagon guneh e? Haşa! Lê belê navgîniya zagonê tunebûya, min ê bi gunehê ve nizanîba; ji ber ku ger zagonê negotiba: Çavbirçî mebe, min ê nizanîba çavbirçîtî çî ye.
8
Lê belê guneh bi dîtina fersendê, bi navgîniya emrê, di min de bi her avayî çavnebarî ava kir; ji ber heta ku zagon tune be, guneh mirî ye.
9
Û gava ku hîn zagon tunebû, ez zindî bûm; lê belê dema ku emir hat, guneh vejiya û ez mirim.
10
Û emirê ku bona jîyanê bû, ji min re bû bona mirinê.
11
Ji ber ku guneh, bi navgîniya emir fersendê dît, fenekiyê li min kir û bi navgîniya wê min kuşt.
12
Ûsa ku, zagon pîroz e û emir pîroz û rast û qenc e.
13
Ma niha, qey ya qenc ji min re bû mirin? Haşa! Lê belê da ku, bona guneh bi gunehî bê nas kirin, bi navgîniya ya qenc mirinê ji min re dianî; da ku, bona bi navgîniya emrê bila baş bê fêhm kirin ku guneh heta dereca dawîn bi gunehî ye.
14
Ji ber, em dizanin ku, zagon ruhanî ye; lê belê ez bedenî me, mîna dîlekî di gunehê de hatime firotin.
15
Ji ber ku ez bi kirina xwe nizanim; nikarim tiştê ku dixwazim bikar bînim, lê belê tiştê ku jê dikerihim, dikim.
16
Lê belê ger ez tiştê ku naxwazim bikim, ez ê bi gotina zagon qenc e, bipejirînim.
17
Wê gavê vêya êdî ne ez, gunehê ku di min de dimîne çêdike.
18
Ji ber, ez dizanim ku, tiştekî qenc di min de, yanê, di ezitiya minî xweza de nîne; ji ber ku di min de bona çêkirina tiştekî qenc xwestin heye, lê belê hêz tune ye.
19
Ji ber ku tiştê qenc yê ez dixwazim çêbikim, nakim, lê belê tiştê xerab yê ku ez naxwazim çêkim, dikim.
20
Lê belê ger ez, tiştên ku naxwazim dikim bim, êdî ne ez, lê belê gunehê ku di min de dimîne wê dike.
21
Ger wusa be, ez ê vê zagonê bibînim; dema ku ez dixwazim tiştên qenc bikim, ji bona min xerabî amade ye.
22
Ji ber ku ji hebûna xwe yî hundirîn ve zewqê ji zagona Xwedê ve digirim;
23
lê belê di endamên xwe de zagonekî din dibînim ku, li dijî zagona aqilê min şer dike û min dike bindestê zagona ku di endamên bedena min de ye.
24
Ez çi mirovekî belengaz im! Ma kî yê min ji vê bedena ku dibe mirinê xelas bike?
25
Ez bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh ve, ji Xwedê re şikir dikim! Niha, bi vî awayî ez bi aqilê xwe ji zagona Xwedê re, lê belê bi bedenê ji zagona gunehê re qûlitî dikim.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16