bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 4
Romans 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 5 →
1
Niha, em ê li gor bedenê di derheqê bapîrê xwe Birahîm de bêjin çi?
2
Ji ber ku ger Birahîm bona karên xwe yî qenc salih hatibe hesibandin, ji pesnvedanê heqê wî heye; lê belê ne li ber Xwedê.
3
Ji ber ku Kitêb dibêje çi? Û Birahîm bawerî bi Xwedê anî û bi vî awayî pak bûyî hate hesibandin.
4
Lê belê heqdestê ku tê dayîna xebatkaran ne kerem e, heq tê hesibandin.
5
Lê yê ku naxebite, lê belê bawerî bi yê ku bêxwedan salih dihesibîne ve tîne, bi saya baweriya xwe pak bûyî tête hesibandin.
6
Herweha Dawid jî, dilxweşiya zilamê ku, Xwedê wî bêlêker salih hesibandiye daxuyanî dike:
7
Xwezî li kesên ku sûcên wan hatiye efû kirin û gunehên wan hatiye nuxumandin!
8
Xwezî li wî zilamî ku, Xudan ji wî re guneh nahesibîne!
9
Ma ev dilxweşî bona bisunetan e, an bona bêsunetan e jî? Em dibêjin ku: Birahîm bi saya baweriya xwe pak bûyî hate hesibandin.
10
Ma çawa ji wî re hate hesibandin? dema bisunet bû, an jî dema bêsunet bû? Ne dema bisunet bû, lê belê dema bêsunet bû!
11
Û gava ew hîn bêsunet bû, bi delîliya bêsunetî pak bûnê, nîşana sunetê girt; da ku, bila bibe bavê manewî yê heçî kesên hîn bi bêsunet bûnê baweriyê anîne û bila ew jî pakbûyî bên hesibandin!
12
Û bi vî awayî bapîrê me Birahîm, bû bavê ew kesên ku, tenê bisunet bûnê nemane, lê belê dema ew bêsunet bû, yên bisunet bûna xwe li pey şopa baweriya wî dimeşin jî.
13
Ji ber ku wada mêraskerbûnê dinê, ne bi navgîniya zagonê, lê belê bi navgîniya pakbûna ku ji baweriyê tê, ji Birahîm û nîjada wî re hate dayînê.
14
Ji ber ku ger yên girêdayiyê zagonê mêrasker bin, bawerî vala û wad betal e.
15
Ji ber ku zagon xezebê pêk tîne; lê belê li cîhê ku zagon tune be, li wê derê tecawuz jî tune.
16
Ji ber vê yekê, bona ku li gor xêrê be, ji baweriyê ye; da ku, wad ji hemû nîjadê re, ne tenê ji yê ku ji zagonê ye re, mîna ku: Min te kir bavê gellek neteweyan, hatiye nivîsandin, bila bi yê ku ji baweriya bavê me hemûyan Birahîm e ve jî ewle bibe;
17
ew Birahîmê ku, li ber Xwedayê ku miriyan divejîne û tiştên tune ne, mîna tiştên ku hebin gazî dike, bawerî anî.
18
Dema ew di rewşeke bêhêvî de bû, bi hêviya ku dê bibe bavê gellek netewan bawerî anî. Bi soza ku: Dê nîjada te ûsa bibe, dibêje ewle bûbû!
19
Û bedena xwe yî bi sed salî bûnê jixwe miriye û mirîbûna rehma Sara, di baweriyê de bi lawaz neketinê fikirî.
20
Wî bê bawerî nekir û ji wada Xwedê şik nekir; lê belê di baweriyê de xurt bû û Xwedê bilind kir.
21
Bi hemûyan ewle bû ku dê Xwedê bona wada xwe bîne cîh, şiyandar e.
22
Ji ber vê yekê jî jê re pak bûyî hate hesibandin.
23
Û ya ku bo wî hate hesibandin, ne tenê ji bo wî,
24
lê belê ji bo yên ku dê pak bûyî bên hesibandin, yanê, bona me, yên bi yê ku Xudanê me Îsa, ji mirinê vejand bawerî anîne jî hate nivîsandin;
25
ew bona sûcên me ji mirinê re hate dayînê û bona pakbûna me, hate vejandinê.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16