bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Romans 15
Romans 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
1
Lê belê em, yên xurt, ne deyndarê xwe xoşnûd kirinê, lê deyndarê kişandina lawaziyên yê nexurtan in.
2
Bila her yekê ji me, di oxra pêş ve birinê de, ji bo qenciyê cîranê xwe xoşnûd bike.
3
Ji ber ku Mesîh jî xwe xoşnûd nekir; lê belê mîna ku hatiye nivîsandin: Ruswatiya kesên ku te ruswa dikin, daket ser min.
4
Ji ber ku ji berê ve her çi hatiye nivîsandin, bona hînkirina me hate nivîsandin; da ku, bi sebir û xemrevîniyên Nivîsên Pîroz ve hêviya me hebe.
5
Bila Xwedayê çavkaniya sebr û xemrevîniyê, we li gor xwestina Mesîh Îsa di fikrekê de bike yek;
6
da ku, hûn pev re û bi devekî Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh bilintir bikin.
7
Ji ber vê yekê, mîna ku Mesîh we qebûl kiriye, bona bilindahiya Xwedê hûn jî hev û din qebûl bikin!
8
Lê belê ez dibêjim ku, Îsa Mesîh bona ewledarbûna Xwedê xuyanî bike, bû xizmetkarê bisunetiyê; da ku, bila sozên bi bapîran ve hatine dayîn rast bibin û
9
neteweyên din, bona dilovaniya wî, Xwedê bilind bikin; mîna ku hatiye nivîsandin: Bo vê yekê, ez ê di nava netewan de ji te re hemd bikim û ji navê te re murxan bistirêm!
10
Û dîsa dibêje: Ya neteweno, bi gelê wî re kêfxweş bibin!
11
Û dîsa: Ya hemû neteweno, pesnê Xudan vedin! Û bila hemû gel, wî bilindtir bikin!
12
Û dîsa Îşaya dibêje: Dê yekî ji reha Îşay bê û bona serweriyê li ser gelan bike; dê gel hêviya xwe bi wî ve girê bidin.
13
Lê belê Xwedanê çavkaniya hêviyê, bona ku hûn bi hêza Ruhê Pîroz ve bi hêviyê ve tijî bibin, bila di baweriyê de we bi hemû kêfxweşî û aştiyê ve tijî bike!
14
Ya birayên min; ez bi xwe jî di derheqê we de bawer im ku, hûn bi qenciyê û bi her zanînê ve hatine xemilandin û hûn di wî rewşê de ne ku dikarin şîretan bidin hev û din.
15
Lê belê bi kerema Xwedê ku ji min re bexşandiye; min hîn zêde bi cesaretê ve nivîsandina çend nexşeyên ku bînim bîra we dît.
16
Ev kerema jî, bona xizmetkarbûna min ya ji Mesîh Îsa re, ya ji neteweyên ku kahîntiyê ji Încîla Xwedê re dikin re ye; da ku, bila pêşkêş kirina neteweyan bi Ruhê Pîroz ve bête pîroz kirin û meqbûl be.
17
Niha, di tiştên aidî Xwedê de di Mesîh Îsa de pesnahiya min heye.
18
Ji ber ku bona îtaetkirina netewan, ez nawêrim ku bilî çêkirinên Mesîh, yê bi navgîniya min, bi gotin û lêkeran,
19
bi hêza ku mûcîze û nuwazeyan diafirîne, bi hêza Ruhê Pîroz ve çêkiriye pê ve, qala tiştekî din bikim; ûsa ku, ji Orşelîmê dest pê kirim û heta herêma Îllîryayê bi gerê ve Mizgîniya Mesîh, li her derê ve bi temamî waz kirim.
20
Û bi vî awayî bona ku li ser bingeha yekî din, ava nekim, min xîret kir ku Mizgîniyê, li cîhên navê Mesîh nehatiye gotin waz bikim.
21
Lê belê mîna ku hatiye nivîsandin: Kesên di derheqê wî de xeber ji wan re nehatiye dayîn, dê bibînin û yên nebihîstine, dê fêhm bikin.
22
Bo vê yekê jî pirr caran tengasî li ber hatina minî cem we çêkirin.
23
Lê belê niha bona ku li van deran êdî tu karê ku ez çêkim nemaye û bi salan ve ye ku xwesteka min heye ez bêm cem we,
24
dema ku ez biçim Îspanyayê, ez ê werim cem we jî; ji ber ku ez di wê hêviya de me ku, dema ez derbas bibim pêşiyê we bibînim û demekê bi hevaletiya we ve têr bibim, dawiyê jî ji aliyê we ve oxirê wê derê bibim.
25
Lê belê niha bona ku ji pîrozan re xizmetekî bikim, diçim Orşelîmê.
26
Ji ber ku yên li Makedonyayê û Ahayayê ne, li cîh dîtin ku alîkariyê bona xizanên di nava pîrozên li Orşelîmê de ne, bidin hev.
27
Belê, li cîh dîtin û deyndarê wan in jî. Ji ber ku li gor, netewan şirîkê tiştên wanî ruhanî ne, deyndar in ku bi tiştên bûjenî jî xizmeta wan bibînin.
28
Bi vî awayî li pey qedandina vî karî û alîkariya ku hatiye civandin bigehînim wan pê ve, ez ê serîkî li we bixim û pişt re herim Îspanyayê.
29
Û dema ku ez bêm cem we, ez dizanim ku, ez ê bi tijîbûna bereketa Mesîh ve bêm.
30
Ya birano, bona Xudanê me Îsa Mesîh û bona hezkirina Ruh, ez li ber we digerim, bona ku ez ji îtaetnekirên li Cihûdayê ne, xelas bibim
31
û xizmeta min ya ji Orşelîmê re ye ji pîrozan re meqbûl be, di duayên xwe de bona min ji Xwedê re, tevî min cehd bikin!
32
Da ku, bi xwestina Xwedê, di nava kêfxweşiyê de ez bêm cem we û bi hevaltiya we ez bi we re bêhna xwe bidim.
33
Û bila Xwedanê dilxweşiyê bi we hemûyan re be! Amîn.
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
Recommended Reading
Commentary
Romans Commentaries
→
Devotional
Romans Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→