bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 1
Revelation 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 2 →
1
Peyxama Îsa Mesîh e. Vêya, Xwedê, bona ku bûyerên dê di dema nêzîk de çê bibin nîşanî qûlên xwe bide, da wî û ew, bi navgîniya milyaketê xwe şand û wê nîşanî qûlê xwe Yûhena da;
2
wî jî li gotina Xwedê û li şahdeyiya Îsa Mesîh, yanê, li hemûya tiştên ku dîtiye, şahdeyiyê kir.
3
Xwezî li kesên ku gotinên vê peyxambertiyê dixwînin û guhdarî dikin û bi tiştên ku di wê de hatine nivîsandin digirin! Ji ber ku dem nêzîk e.
4
Ji Yûhena ve, ji heft Dêrên li Asyayê ne re: Bila ji Mesîh Îsa, yê ku hebû û dê hebe û dê were û ji yê heft ruhê ku li ber texta wî ne û ji şahdeyê dilsoz
5
û ji miriyan pêşiyê welidiye û serokê qiralên dinê ye ve, xêr û xweşî ji we re be! Ji yê ku ji me hez kiriye û di xwîna xwe de me ji gunehên me ve şuştiye
6
û ji yê ku, me ji Bavê xwe Xwedê re kiriye qiralan û kahînan re, ji heta bi abadîna abadînan ve bilindahî û qudret bibe! Amîn.
7
A vay, bi ewran ve tê û dê her çav û yên bedena wî qul kirine jî wî bibînin û bona wî dê hemû neteweyên rûyê erdê li xwe bixin! Belê, Amîn.
8
Xudan, Xwedayê ku hêza wî têra her tiştên hene, hebûn û dê hebin dike, dibêje: Alfa û Omega ez im.
9
Ez, yê ku tevî we pardarê tengasî û milyaket û sebra di Îsa de ye, birayê we Yûhena, bona gotina Xwedê û şahdeyiya Îsa, li girava ku navê wê Patmos e, bûm.
10
Di roja Xudan de, ez di Ruh de bûm û li paşî xwe dengekî bilindî mîna borîjenê bihîstim;
11
ku digot: Alfa û Omega, yê Yekemîn û Dawîn ez im! Û dîtinên xwe li kitêbekê binivîse û ji heft Dêrên ku li Asyayê ne re bişîne: Ji Efesê re, ji Îzmîrê re, ji Bergamayê re, ji Tiyatêrayê re, ji Sardisê re, ji Fîladelfiyayê re û ji Lawdîkyayê re!
12
Û bona ez dengê ku bi min re diaxife bibînim, vegeriyam paş xwe û gava vegeriyam, min heft şimadankên zêrîn
13
û di nava şimadankan de, yekî mîna lawê mirov, kincên li ser wî digihêje lingên wî û sînga wî bi şûtika zêrînî ve hatiye pêçandin dîtim.
14
Û serê wî û porê wî sipî, mîna hiriyê sipî, mîna berfê bû û çavên wî mîna pêtê agir bûn!
15
Û lingên wî mîna tûncê dibiriqî yê di firnê de bûye pêtî bû û dengê wî mîna dengê pirr avan bû.
16
Û di destê wî yê rastê de heft sitêrk hebûn û ji devê wî şûrekî du devî yê tûj derdiket û wecê wî mîna roja bi hemû hêza xwe ve dibiriqe bû.
17
Û dema min wî dît, ez mîna miriya li ber lingên wî ketim. Û wî destê xwe yî rastê danî ser min û got: Metirse! Yê pêşîn û yê dawîn
18
û yê zindî ez im û ez miribûm û a vay, ez bi abadîna abadînan ve zindî me û kilîdên mirinê û warê miriyan bi min re ne.
19
Niha tiştên ku te dîtine, yên ku niha bibin û yên ku ji piştî vêya ve dê bibin binivîsîne.
20
Raza van heft stêrkan yên ku te di destê minî rastê de dît û heft şimadankên zêrînî, heft sitêrk milyaketên heft Dêran in û heft şimadank jî heft Dêr in.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22