bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 18
Revelation 18
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 19 →
1
Û piştî vêya dîtim ku, milyaketek din yê ku xwediyê rayedariyên mezin e, ji ezman ve dadikeve û rûyê erdê, bi rewnaqiya wî ve ronahî bû.
2
Û wî bi dengekî hêzdar bang kir û got: Xera bû, Babîla mezin xera bû û bû warê cinan û zîndana bi her tewrî ruhên xerab û bû sitargeha bi her tewrî civîkên mindar û erjeng in.
3
Ji ber ku hemû neteweyan, ji xemra wê ya zînaya har vexwarin û qiralên dinê bi wê re zinê kirin û bazirganên dinê ji hêza sefaheta wê ve dewlemend bûn.
4
Û min dengekî din ji ezmanan ve bihîst û got: Ya gelê min, bona ku hûn nebin şirîkê gunehên wê û rastî belayên ku tên ser wê neyên, ji wir derkevin!
5
Ji ber ku gunehên wê gîhaştin ezman û Xwedê neheqiyên wê di bîra xwe de anî.
6
Wê bi xwe çawa daye we, ûsa bidin wê û li gor karên wê bi du qatî ve bidinê! Û du qatê kaseya ku wê ji we re tijî kiriye, jê re tijî bikin!
7
Qasî ku xwe bilind dikir û di sefahetê de dijiya, êş û keseran bidin wê! Ji ber ku di dilê xwe de dibêje: Ez bi qiralîçetî rûdinim û ez ne bî me û ez ê tu carî şînê negirim!
8
Bo vê sedemê, dê asîwên wê, mirin û şîn û xela, di nava rojekê de bên û dê ew ê bi agir ve bête şewitandin; ji ber ku Xudan, Xwedayê ku wê daraz dike biqudret e.
9
Û qiralên dinê yên ku bi wê re zinê û sefahetê kirine, dema duhê şewitandina wê bibînin, dê bona wê bigirîn û li xwe bixînin
10
û bi tirsa êşa ku ew dikişîne, dê li dûr ve bisekinin û bibêjin: Wey, wey, bajarê mezin, bajarê xurt Babîl! Ji ber ku di nava saetekê de dawiya te hat!
11
Û bazirganên dinê dê bona wê bigirîn û şînê bigirin; ji ber ku êdî tu kesê ku malên wan bistînin nîn in.
12
Êdî tu kesê ku, zêran û zîvan û kevirên biqîmet û înciyan û ketena zirav û erxewanî û îpek û qumaşên mor û sor û bi her tewrî darên bi bêhn û bi her tewrî firaqên ji diranê fîlan û bi her tewrî malên ji darên bi herî buha û bi her tewrî malên ji tunc û hesin û mermer û
13
darçîn û biharat û buxur û rûnê bêhnxweş û tutsî û xemr û zeyt û ardên hûr û genimê wê û gayan û pezan û hespan û erebeyan û beden û canê mirovan bikire nîne.
14
Û mêwên ku canê te wan dixwest, ji destê te çûn û hemû malên te yî bi qîmet û çavê mirovan digire ji te tune bûn û tuyê êdî carekî din vana nebînî.
15
Bazirganên van malana difirotin û yê ji wê dewlemend bûbûn, dê bi tirsa êşên ku ew dikişîne li dûr ve bisekinin û bigirîn û şînê bigirin.
16
Dê bibêjin: Wey, wey! Bajarê mezin, yê ku bi ketenê zirav û bi erxewanî û sor û mor ve hatiye pêçandin û yê bi zêran û bi kevirên bi qîmet û bi înciyan ve hatiye xemilandin!
17
Ji ber ku ev dewlemendiya ewqasî mezin, di nava saetekî de tune bû! Û serokê her keştiyê û rêwiyên wê û karkerên wê û hemû kesên jiyana xwe bi şuxla behrê ve didomînin
18
û dema duhê agirê ku wê dişewitîne dîtin, li dûr ve sekinîn û bi gotina: Mînakekî dinî bajarê mezin gelo heye? qêriyan.
19
Û wan axê bi ser serê xwe ve rijandin û bi girî û şîn girtinê ve qêriyan û gotin: Wey, wey, bajarê mezin! Hemû kesên di behrê de keştiyên wan hebûn, bi malên wê yî bi qîmet ve dewlemend bûbûn! Ji ber ku, ew di saetekê de wêran bû!
20
Ya ezman û pîroz û şagirt û peyxamberan, li ser wê kêfxweş bibin; ji ber ku Xwedê wê daraz kir û mafê we ji wê stend!
21
Û milyaketekî bihêz, kevirekî mezin yê wekî kevirê aşê be, rakir û bi gotina: Bajarê mezin, Babîl, dê bi avêtinekî ûsa bête avêtin û êdî tu carî neyê dîtin! wê avêt behrê.
22
Û êdî dê di te de dengê kesên li çenkan dixin û murxan dixwînin û li bilûr û borîjenê ve dixinin, tu carî neyê bihîstin û êdî dê di te de tu hunermendê hunerekî neyê dîtin û êdî dê di te de tu carî dengê aşê neyê bihîstin.
23
Û êdî di te de şewqa tu çirayî dê nebiriqe û êdî di te de tu carî dengê bûk û zava dê neyê bihîstin! Ji ber ku bazirganên te mezinên dinê bûn; ji ber ku hemû netewe, bi sêrbaziya te, ji rê ve derketibûn.
24
Û xwîna peyxamberan û pîrozan û hemû kesên ku li ser rûyê erdê hatine serjêkirin di wê de hate dîtin.
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 19 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22