bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 7
Revelation 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 8 →
1
Û paşî vêya, bona ku bi ser erdê ve û bi ser behrê ve û bi ser darê her wekî ve ba nebe, çar milyaketên ku bi girtina çar bayê erdê, li çar aliyê rûyê erdê ve disekinin, dîtim.
2
Û milyaketekî din, yê ku mohra Xwedayê zindî pê re bû, ji rojhilatê ve derdikeve dîtim û wî ji çar milyaketên ku rayedariya xesariya erd û behrê ji wan re hatiye dayîn re bi dengekî bilind qêriya û got:
3
Heta ku em qûlên Xwedayê xwe ji eniya wan ve bi mohr bikin, xesarê nedin erd û behr û daran!
4
Û min hejmara yên ku hatine mohrkirin bihîst: Ji hemû eşîrên Lawên Îsraêl, sed û çel û çar hezar hatibûn mohrkirin.
5
Ji eşîra Cihûda donzdeh hezar hatibûn mohrkirin; ji eşîra Rûben donzdeh hezar, ji eşîra Gad donzdeh hezar,
6
ji eşîra Aşer donzdeh hezar, ji eşîra Naftalî donzdeh hezar, ji eşîra Manaşşe donzdeh hezar,
7
ji eşîra Şîmeûn donzdeh hezar, ji eşîra Lêwî donzdeh hezar, ji eşîra Îsşakar donzdeh hezar,
8
ji eşîra Zebûlûn donzdeh hezar, ji eşîra Ûsiv donzdeh hezar, ji eşîra Benyamîn donzdeh hezar hatibûn mohrkirin.
9
Paşî vêya dîtim û a vay, ajaweyek mezin ya ku kes nikare bijmêre, ji her netewî, ji her eşîrî, ji her gelî û ji her zimanî ava bûye, li ber text û li ber Berxikê ve sekinîbûn; qeftanên sipî li xwe kiribûn û di destê wan de guliyên xurmê hebûn.
10
Û bi dengekî bilind diqêriyan û digotin: Xelaskirin, mexsûsî Xwedayê me yî li ser text ve rûniştî û Berxikê ye!
11
Û hemû milyaket li dora text û kalepîran û çar afirên zindî ve disekinîn û li ber text xwe bi ser rû davêtin erdê, ji Xwedê re diperistin û digotin:
12
Amîn! Bila pesnahî û bilindahî û zaniyarî û şikirî û hurmet û hêz û qudret, bi abadîna abadînan ve ji Xwedayê me re be! Amîn.
13
Û yekî ji kalepîran bersiv da min û got: Vanê ku qeftanê sipî li xwe kirine kî ne û ji ku ve hatine?
14
Û ji wî re gotim: Ya efendiyê min, tu dizanî! Û wî ji min re got: Vana, yên ji wê tengasiya mezin ve têne ne û wan qeftanên xwe şuştin û wan qeftanên xwe di xwîna Berxikê de sipî kirin.
15
Bona vêya li ber texta Xwedê ne û roj û şev di Perestgeha wî de, ji wî re xizmetê dikin û yê li ser text ve rûniştiye, dê çadira xwe li ser wan ve vegire.
16
Û ew dê êdî birçî nebin û êdî tî nebin û ne roj, ne jî germayiyek li wan nexîne;
17
ji ber ku dê Berxikê ku li nava text e wan bajo û bibe çavkaniyên avên jiyanê û dê Xwedê hemû hêstiran ji çavên wan ve paqij bike.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22