bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 5
Revelation 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 6 →
1
Û min di destê rastê yê ku li ser text rûniştiye de kitêbek ji hundir û ji derve hatiye nivîsandin û bi heft mohran ve hatiye mohr kirin dît.
2
Û min milyaketekî xurt bi dengek bilind dibêje: Kî liyaqî vekirina kitêbê û mohran e? dît.
3
Û ne li ezman û ne li rûyê erdê û ne jî li binê erdê tu kesê ku kitêbê veke û li hundirê wê binihêre tunebû.
4
Û ez zehf digiriyam; ji ber ku tu kesê liyaqî kitêbê veke û li hundirê wê binihêre nehat dîtin.
5
Û yekî ji kalepîran ji min re got: Megrî! A vay, Şêrê ji eşîra Cihûda ve ye, reha Dawid, di vekirina kitêbê û heft mohrên wê de serdest hat!
6
Û di nava text û çar afirên zindî de û di nava kalepîran de, min Berxikekî mîna ku hatibe serjêkirin sekiniye dît; heft qiloç û heft çavên wî hebûn; vana heft Ruhê Xwedê yê ku ji hemûya dinê re hatine şandin in.
7
Û hat û ji destê rastê yê li ser text rûniştiye kitêbê girt.
8
Û dema wê girt, çar afirên zindî û bîst û çar kalepîr li ber Berxikê, bi erdê ve secde kirin û di destê her yekî de çenkek û wekî tasên zêrînî yên bi buxurê ve tijî, yên ku duayên pîrozan in; hebûn.
9
Û wan bi sitrandina qesîdeyek nû digotin: Tu liyaqî girtina kitêbê û vekirina mohrên wê yî; ji ber ku tu hatî serjêkirin û te mirovên ji her eşîrî û ji her zimanî û ji her gelî û ji her neteweyî bi xwîna xwe ve ji bona Xwedê kirîn
10
û te, wan di xizmeta Xwadayê me de kir qiraliyet û kahînan û ew dê li ser dinê serweriyê bajon!
11
Û li dora text û afirên zindî û kalepîran ve min gellek milyaketan dît û dengên wan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar, bi dehhezaran dehhezar bû;
12
bi dengekî bilind digotin: Berxê ku hatiye serjêkirin, liyaqî girtina qudretê û dewlemendiyê û hîkmetê û hêzê û birêziyê û bilindahiyê û pesnahiyê ye!
13
Û min bihîst ku hemû afirên li ezman û li rûyê erdê û li binê erdê û li ser behrê ne û hemû tiştên ku di wan de ne digotin: Pesnahî û hurmet û bilindahî û qudret heta abadîna abadînan, bila ya yê li ser text ve rûniştiye û ya Berxikê be!
14
Û çar afirên zindî gotin: Amîn! Û bîst û çar kalepîr bi erdê ve secde kirin û ji yê heta abadîna abadînan dijî re peristin.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22