bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 10
Revelation 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 11 →
1
Û min milyaketekî din, yê bihêz ji ezman ve dadikeve dît; xwe bi ewran ve pêça bû û keskesorek li ser serê wî hebû û wecê wî mîna rojê û lingên wî mîna sitûnên agir bûn.
2
Û di destê wî de kitêbek biçûk, ya ku hatiye vekirin hebû û wî lingê xwe yî rastê avêt ser behrê û yê çepê jî avêt ser erdê
3
û mîna gurmîniya şêran bi dengekî bilind bang kir û dema wî bang kir, heft gurmîniyên ezman bi dengê xwe bang kirin.
4
Û dema heft gurmîniyên ezman bang kirin, xwestim ku binivîsim û ji ezman ve dengekî: Gotinên heft gurmîniyên ezman nenivîsîne, wan bi mohr bike! dibêje bihîstim.
5
Û milyaketê ku min li ser behr û li ser erdê ve wî dît, destê xwe yî rastê ber bi ezman ve rakir
6
û bona heqê yê ku ezman û yên li ezman in û erd û yên li erdê ne û behr û yên di behrê de ne afirandiye û yê bi abadîna abadînan ve dijî sond xwar û got: Êdî dê muhlet nebe.
7
Lê belê di rojên dengê milyaketê heftan de, dema dê li borîjenê bixine, wekî ku ji qûlên xwe yî peyxamber ve mizgînî daye, dê raza Xwedê jî biçe serî.
8
Û dengê ku min ji ezman ve bihîstibû, dîsa bi min re dest bi axaftinê kir û got: Here, kitêba biçûk ya vekirî, ya di destê milyaketê li ser behr û erdê de sekiniye bistîne!
9
Û ez çûm cem milyaket û jê re gotim ku: Bila kitêba biçûk bide min! Û ji min re got: Bigire û vêya bixwe û dê di zikê te de tahliyek çê bike, lê belê di devê te de dê mîna hungiv şêrîn bibe.
10
Û min kitêba biçûk ji destê milyaket girt û xwar û di devê min de mîna hungiv şêrîn bû. Lê belê dema min wê xwar, mahdê min tahl bû.
11
Û wî ji min re got: Hewce ye ku, tu dîsa di derheqê gellek neteweyan û gelan û zimanan û qiralan de peyxambertiyê bikî!
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22