bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 6
Revelation 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 7 →
1
Û min dît, gava ku Berxikê ji heft mohran yekî vekir û min bihîst ku yekî ji çar afirên zindî, bi dengekî mîna gurmîniya ezmên got: Were!
2
Û dîtim û a vay, hespekî sipî û kevanekî yê li ser wê siwar e hebû û tacekî bona wî hate dayîn û bona ku serfiraz bê, bi serkeftinê ve derket.
3
Û Dema mohra duwemîn vekir, min gotina afirê zindî yê duwemîn ku got: Were! bihîst.
4
Û hespekî din, hespek sor derket û bona aşitî ji dinê ve rake û bona hev û din serjêkirinê rayedarî ji yê ku li ser wê siwar e re hate dayîn û şûrekî mezin ji wî re hate dayîn.
5
Û dema mohra sêwemîn vekir, min gotina afirê zindî yê sêwemîn ku got: Were! bihîst. Û dîtim û a vay, hespekî reş û şehînek di destê yê ku li ser wê siwar bû de hebû.
6
Û di nava çar afirên zindî de wekî dengekî ûsa axifî bihîstim: Olçekek genim bi dînarekî û sê olçek ceh bi dînarekî û xesarê nede zeyt û xemrê!
7
Û dema mohra çaremîn vekir, min gotina afirê zindî yê çaremîn ku got: Were! bihîst.
8
Û dîtim û a vay, hespekî rengê wê çilmisokî ye; navê suwarê wê Mirin bû û warê miriyan li pey wî dihate. Ji vana re, bona ku bi şûr, bi xela, bi weba û bi ajalên hov yên rûyê erdê ve mirinê biweşînin, li ser çarî yek rûyê erdê rayedarî hate dayîn.
9
Û dema mohra pêncemîn vekir, min li binya pêşkêşgehê canê yên bona gotina Xwedê û şahdeyiya ku domandine hatine kuştin dît.
10
Û bi dengekî bilind qêriyan û gotin: Ya Efendiyê pîroz û rast! Bona ku tu yên li rûyê erdê daraz bikî û heyfa xwîna me bistînî, hîn tuyê çiqas bisekinî?
11
Û ji her yekî ji wan re, qeftanê sipî hate dayîn û ji wan re hate gotin ku bila heta hejmara rêhevalên wanî dîl û birayên wanî mîna wan bên kuştin temam bibe, demekî kurt rehet bikin.
12
Û dema mohra şeşemîn vekir, min dît û a vay, erdhejînek mezin bû û roj, mîna pertalek ji mûyê be, reş bû û hemûya heyvê bû mîna xwînê
13
û sitêrkên ezman, gava ku darê hêjîrê bi bayek xurt bête kilkirin çawa hêjîrên xwe yî xag diweşîne, ketin ser rûyê erdê.
14
Û ezman, mîna tomarek bê pêçandin ji holê ve rabû û her çiya û her girav ji cîhê xwe ve hatin rakirin.
15
Û qiralên dinê û mezinên wê û fermandarên wê û dewlemendên wê û xurtên wê û hemû azad û mirovên wê yî dîl li şikeftan û di nava zinarên çiyayan de xwe veşartin
16
û ji çiya û zinaran re digotin: Bi ser me ve bikevin û ji rûyê yê li ser text ve rûniştiye û ji xezeba Berxikê ve me veşêrin!
17
Ji ber ku roja mezin ya xezeba wî hat û ma kî dikare bisekine?
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22