bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 20
Revelation 20
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 21 →
1
Û min dît ku milyaketek di destê wî de kilîda kuritiyên bêbinî û zincîrek mezin heye, ji ezman ve dadikeve.
2
Û wî ejderha, ew marê kevn ku bi navê Îblîs û Şêytan tê binav kirin, girt û bona hezar salî ew girê da.
3
Û bona heta hezar sal temam bibe, êdî neteweyan ji rê ve dernexe, wî avêt kuritiyên bêbinî, li wir girt û li ser wî bi mohr kir. Û piştî vêya, dê lazim e ku bona demekî kurt serbest bê berdan.
4
Û min textan dît û ew li ser wan rûniştin û rayedariya daraz kirinê ji wan re hate dayîn û min canê kesên di oxra şahdeyiya Îsa û gotina Xwedê de serê wan hatine jêkirin, yên ku bi cenawir û senemê wî ve peristinê nekirine û li ser enî û destê xwe mohra wî nestendine dîtin û ew vejiyan û bi Mesîh re hezar salî serweriyê ajotin.
5
Miriyên din, heta ku hezar sal temam nebe, ranebûn. Vejîna yekemîn ev e.
6
Yên tevî vejîna yekem bûne, pîroz û dilxweş in! Tu rayedariya mirina duwemîn li ser vana nîne; lê belê dê ew bibin kahînên Xwedê û Mesîh û bi wî re hezar sal serweriyê bajon.
7
Û dema hezar sal temam bibe, dê Îblîs ji zîndana ku hatiye avêtin bê berdan
8
û bona neteweyên çar hawirdorê rûyê erdê, Gog û Magog ji rê ve derxe û wan bona şer li cem hev bicivîne, dê derkeve; hejmara wan mîna qûma behrê ye.
9
Û derketin ser firehiya rûyê erdê û dorûbera artêşgeha pîrozan û bajarê xoşewîst girtin û agir ji ezmên ve, ji Xwedê ve daket û wan xwarin.
10
Û Îblîsê ku wan ji rê derxistiye, bi gola agir û kewkurdê ve hate avêtin, ya ku cenawir û peyxamberê sexte tê de ne û roj û şev, dê bi abadîna abadînan ve lêdan li wan bê kirin.
11
Textek mezin yê sipî û yê ku li ser wê rûniştiye dîtim; ji ber wî erd û ezman reviyan û ji bo wan cîhek nehat dîtin.
12
Û min miriyan, yê mezin û yê biçûk, li ber text sekinîne dîtin û kitêb vebûn û kitêbek din, ya ku kitêba jiyanê ye vebû û bi tiştên di kitêban de nivîsandîne, ji miriyan re, li gor karên wan hate darazî kirin.
13
Û behr, miriyên di xwe de ne, dan û mirin û warê miriyan miriyên di xwe de ne, dan û her yek, li gor karên xwe hatin daraz kirin.
14
Û mirin û warê miriyan bi gola agir ve hatin avêtin. Gola agir, mirina duwemîn ev e.
15
Û her kesê ku di kitêba jiyanê de nivîsandî nehate dîtin, hate avêtinî gola agir.
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22