bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 14
Revelation 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 15 →
1
Û dîtim û a vay, Berxik li ser Çiyayê Siyonê sekiniye û tevî wî sed û çel û çar hezar kesê li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî hatiye nivîsandin hebûn.
2
Û ji ezman dengekî mîna dengê gellek avan û mîna dengê gurminiya ezmanan ya mezin bihîstim û dengê ku bihîstim, mîna dengê çenkvanên ku li çenkên xwe dixînin bû.
3
Û wan li ber text, li ber çar afirên zindî û kalepîran ve wekî qesideyekî nû bistirên û xeynî sed û çel û çar hezar kesên ku ji rûyê erdê ve hatine stendin, tu kes hînî wê qesîdê nabe.
4
Yên ku xwe bi pîrekan ve bi leke nekirine vana ne; ji ber ku pak in. Vana, Berxik biçe ku, yên li pey wî diçin in. Bona ku ji Xwedê û Berxikê re bibin nûber, vana ji nav mirovan ve hatine stendin.
5
Û di devê wan de derew nehat dîtin; ji ber ku ew li ber texta Xwedê bêqisûr in.
6
Û min milyaketekî din, yê ku bona her gelî û nîjadî û zimanî û netewî mizgînî bike, di wî de Mizgîniya abadîn heye û di navenda ezmên de difire dît.
7
Bi dengekî bilind digot: Ji Xwedê bitirsin û mezinahiyê bidin wî; ji ber ku saeta wî yî daraz kirinê hat û bi yê ezman û erd û behrê û çavkaniyên avê afirandiye ve biperistin!
8
Û milyaketekî din, yê duwemîn, ji pey wî hat û got: Xera bû, Babîla mezin ya ku ji xemra zînaya xwe yî har bi hemû gelan ve da vexwarinê xera bû!
9
Û milyaketekî din, yê sêwemîn, yê ji pey wan hat, bi dengekî bilind got: Ger kesek bi cenawir û bi senemekî di mînaka wî de yî biperiste û li ser eniya xwe, an jî li ser destê xwe mohra wî qebûl bike,
10
dê ew jî ji xemra hêrsa Xwedê ya di kaseya xezeba wî de bi safî hatiye amade kirin vexwe û dê ji wî re, li berya Berxik û milyaketên pîroz ve bi agir û kewkurdê ve lêdan bê kirin.
11
Û duhê lêdana ku dikişînin, heta abadîna abadînan didome û aramiya yên bi cenawir û bi senemê wî ve diperistin û mohra navê wî qebûl dikin, bi roj û şev nîne.
12
Sebra pîrozên ku bi emirên Xwedê û baweriya Îsa ve digirin di vê de ye.
13
Û min dengek ji ezman ve bihîst û ji min re got: Binivîsîne: Ji niha pê ve, xwezî li kesên bi aidbûna Xudan ve bimirin! Ruh dibêje: Belê, dê ji şuxlên xwe ve rawestin; ji ber ku dê kirinên wan li pey wan biçin.
14
Û min dît û a vay, ewrekî sipî û yekî mîna lawê mirov li ser ewran rûniştî, di serê wî de tacekî zêrînî û di destê wî de oraqekî tûj hebû.
15
Û milyaketekî dinî ji Perestgehê ve derket, ji yê li ser ewran ve rûniştiye re, bi dengekî bilind bang kir û got: Oraqa xwe dirêj bike û biçîne; ji ber ku saeta çinandinê hat; ji ber ku dexla erdê gîhaştiye!
16
Û yê li ser ewran rûniştiye, oraqa xwe li ser erdê ve kil kir û dexla erdê hate çinandin.
17
Û ji Perestgeha li ezman, milyaketekî din derket; oraqek wî yî tûj jî hebû.
18
Û milyaketek dinî li ser agir ve rayedar e ji pêşkêşgehê derket û ji yê oraqa wî yî tûj heye re, bi dengekî bilind bang kir û got: Oraqa xwe yî tûj bişîne û tiriyên mêwê erdê bicivîne; ji ber ku tiriyên wê gîhaştin!
19
Û milyaket oraqa xwe avêt ser erdê û tiriyên mêwa erdê berhev kir û avêt mahsera mezin ya hêrsa Xwedê.
20
Û li derveyî bajêr di mahserê de hate pêlê kirin û ji mahserê, di dûrahiya hezar û şeş sed tîr avêtinê de, xwîn heta lixabê hespan bilind bû.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22