bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 13
Revelation 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 14 →
1
Û min cenawirekî ji behrê ve derdikeve dît, deh qiloç û heft seriyê wî û li ser qiloçên wî deh heb tacên wî û li ser seriyên wî navên kufrê hebûn.
2
Û cenawirê ku min dît, mîna parsekî bû û lingên wî mîna lingên hirçan û devê wî mîna devê şêran bû û ejderha, tevî hêz û texta xwe, rayedariyek mezin da wî.
3
Û ji seriyên wî yekî mîna birînek mirinî stendîbe dîtim û birîna mirinê hate başkirin û hemûya dinê, li pey cenawir ve şaş û metal ma.
4
Û wan bi ejderhayê rayedariyê daye cenawirê ve peristinê kirin û bi gotina: Ma qey ya mîna cenawir heye? Kî dikare bi wî re şer bike? ji cenawirê re peristîn.
5
Û devekî gotinên bi quretî û kufiran bike û rayedariyek bi çel û du mehî bişuxulîne ji wî re hate dayîn.
6
Û bona li dijî Xwedê kufir bike, bona kufiran ji navê wî û mala wî re, yanê, ji yên li ezman ve dijîn re bike, devê xwe vekir.
7
Û ji wî re destûr hate dayîn ku, bikaribe li dijî pîrozan şer bike û wan bindest bike û ji wî re li ser her eşîr û her gel û her ziman û her neteweyan ve rayedarî hate dayîn.
8
Û hemûyên li rûyê erdê ve dijîn û ji ava kirina dinê ve navê wan di kitêba jiyanê ya Berxê ku hatiye serjêkirin de nehatiye nivîsîn, dê ji wî re biperistin.
9
Ger guhên kî hebe, bila bibihîzin!
10
Ger mirovek bona bindestiyê be, ew dê here bindestiyê. Ger yekî bi şûr ve bikuje be, divê ew bi şûr ve bête kuştin. Sebir û baweriya pîrozan di vê de ye!
11
Û min cenawirekî dinî ji erdê ve derdikeve dît û mîna berxikekî du qiloçê wî hebûn û mîna ejderha diaxifî.
12
Û hemû rayedariya cenawirê yekemîn, li ber çavê wî dişuxulîne. Û bi rûyê erdê û heçî kesên li ser wê ve dijîn, ji cenawirê yekemîn, yê birîna wî yî mirinî baş bûye re dide secde kirin.
13
Û li ber mirovan, mûcîzetên qasî ji ezman ve agir bibarîne rûyê erdê çê dike.
14
Û ji yên ku li ser rûyê erdê rûdinin re, bona ji cenawirê ku pê re birîna şûr heye û jiya ye sûretekî çêbikin dibêje û ji ber sedema elametên ku bona li ber cenawir bête çêkirin jê re hatine dayîn, yên ku li rûyê erdê ve rûdinin ji rê ve çewt dike.
15
Û bona ku hilma jiyanê bide senema cenawir, wî biaxifîne û bona hemûyên ku ji wî re peristinê nekin bide kuştin, qudret ji wî re hate dayîn.
16
Û mohrek li ser destê rastê an jî eniya her kesê biçûk û mezin û dewlemend û xizan û azad û dîl ve dide xistin
17
û xeynî kesên ku navê cenawir, an jî mohra hejmara navê wî nîşan dide bi wan re ye, tu kes nikare bikire, an jî bifiroşe.
18
Hîkmet li vir e. Yên dikarin fêhm bikin, bila hejmara aidî cenawir e bihesibînin; ji ber ku hejmara mirovekî ye û hejmara wî şeş sed û şêst û şeş e.
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22