bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 17
Revelation 17
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 18 →
1
Û yekî ji heft milyaketên ku heft tasên wan hene, hat û bi min re axifî û got: Were! Ez ê cezayê ji fahîşeya li qeraxa avên mezin ve rûniştiye nîşanî te bidim.
2
Qiralên erdê, bi wê re zinê kirin û yên li ser rûyê erdê dijîn, bi xemra zînaya wê ve serxweş bûn.
3
Û wî min di Ruh de bir çolistanê û min li ser cenawirekî sor, yê ku heft serî û deh qiloçên wî hene û bi navên kufrê ve tijî ye, jinikekê siwarbûyî dît.
4
Û pîrek, kincên erxewanî û sor li xwe kiribû û xwe bi zêr û kevirên bi qîmet û bi înciyan ve xemilandibû û di destê wê de kaseyek zêrînî ya bi tiştên erjeng û bi mindariyên zînaya xwe ve tijî hebû
5
û li ser eniya wê, navek hatibû nivîsandin: RAZ, BABÎL A MEZIN, DAYÎKA FAHÎŞEYÊN Û ERJENGIYÊN DINÊ.
6
Û min dît ku, pîrek bi xwîna pîrozan ve û bi xwîna şahidên Îsa ve serxweş bûye û dema min wê dît, ez ketim şaşiyek mezin.
7
Û milyaket ji min re got: Çima tu şaş ma? Raza pîrekê û ya cenawirê bi heft serî û deh qiloçî ez ê ji te re bibêjim.
8
Cenawirê ku tu dibînî, demekê hebû û niha tune ye û demek din dê ji kûritiyên bê binî ve derkeve û bi têkçûnê ve biçe. Û kesên li ser rûyê erdê rûdinin û navê wan cergî dinya ava bûye di kitêba jiyanê de nehatiye nivîsîn, dema cenawir bibînin, dê şaş bibin; ji ber ku ew demekê hebû û niha nîne û dê dîsa bibe.
9
Bona fêhm kirina vêya hewce ji zaniyariyê heye! Heft serî, heft çiyayên ku pîrek li ser wan ve rûniştiye û heft qiral in.
10
Û pênc heb ketin û yek disekine, yê din jî hîn nehatiye û dema bê, lazim e ku demekî kurt bimîne.
11
Û cenawirê ku hebû, lê belê niha nîne, bi xwe jî yê heyştemîn e û dê ew ji heftan bibe yek û here têkçûnê.
12
Û deh qiloçên ku tu dibînî, deh qiralên ku hîn qiraletiyê nestendine nin; lê belê vana, tevî cenawir mîna qiralan, dê bona saetekî rayedariyê bistînin.
13
Ramanên vana yek in, hêzên xwe û rayedariyên xwe didin cenawir.
14
Dê vana bi Berxikê re şer bikin û dê Berxik wan bindest bike; ji ber ku ew Xudanê xudanan, Qiralê qiralan e û yên bi wî re ne, yên ku hatine bang kirin, hatine bijartin û yên bi wî re dilsoz maye ne.
15
Û wî ji min re got: Van avên ku tu dibînî, cîhê ku fahîşe lê rûniştiye, gelan û civakan û neteweyan û zimanan in.
16
Û deh qiloçên ku te li ser cenawir dît, ew dê ji fahîşê ve bikerihin, wê perîşan bikin û tazî bihêlin û ew dê goştê wê bixwin û wê di agir de bişewitînin.
17
Ji ber, heta ku gotinên Xwedê biçe serî, Xwedê kirina ramanê xwe û di yek ramanê de bûyînê û qiraletiya xwe bi cenawir ve dayînê xist dilê wan.
18
Û ev pîreka ku tu dibînî, bajarê mezin yê li ser qiralên dinê qiraletiya wê heye ye.
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22