bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 21
Revelation 21
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 22 →
1
Û min ezmanek nû û erdekî nû dît; ji ber ku ezmanê pêşîn û erdê pêşîn derbas bûn û êdî behr nîne.
2
Û min dît ku bajarê pîroz, Orşelîma nû, mîna bûka ku xwe ji bo zavê amade kiriye û xemilandiye ji ezman, ji cem Xwedê ve daket.
3
Û min ji textê ve dengekî geş bihîst: A vay, kona Xwedê digel mirovan e! Û ew dê bi xwe di nava wan de rûne û ew dê bibin gelên wî û dê Xwedê bi xwe bi wan re be, Xwedayê wan.
4
Û dê Xwedê hemû hêstiran ji çavên wan ve paqij bike û êdî dê mirin tune be û êdî dê ne şîn hebin û ne girî û ne jî êş hebin; ji ber ku sazûmana berê ji navendê ve rabûye, digot.
5
Û yê li ser text rûniştibû got: A vay, ez her tiştî nû dikim! Û wî ji min re got: Binivîse! Ji ber ku ev gotin ewledar û rast in!
6
Û ji min re got: Bû! Alfa û Omega, destpêk û dawî ez im. Ez ê ji ava kaniya jiyanê ve bê berdêl bidim kesên ku tî bûne!
7
Yê serdest bê, dê vana bi mêrasî bigire û ez ê ji wî re bibim Xwedê û ew ê ji min re bibe law.
8
Lê belê, gava em bên kesên tirsok û bêbawerî û mekrûh û mêrkuj û zînekar û yên sêrbaz û senemperest û hemû derewçînan, cîhê wan gola agir ya bi kewkurdê ve dişewite ye; mirina duwemîn ev e.
9
Û ji heft milyaketên ku bi wan re heft tasên bi heft asîwên dawîn ve tijî ne hene, yek hat, bi min re axifî û got: Were, ez Bûka ku dê ji Berxikê re bibe Jin nîşanî te bidim!
10
Û min di Ruh de, bir çiyayekî mezin û bilind û bajarê mezin, Orşelîma pîroz, ya ji ezman, ji Xwedê ve dadikeve, nîşanî min da
11
û di wê de rewnaqiya Xwedê hebû; nûra wê, mîna kevirekî zehf bi qîmet, mîna kevirê hêşînorkê ya wekî billûrê dibiriqe bû.
12
Dîwarê wê yî mezin û bilind û donzdeh deriyên wê hebûn û di deriyan de donzdeh milyaket hebûn û navên ku li ser deriyan nivîsandîne hebûn; vana navên donzdeh eşîrên lawên Îsraêlê ne.
13
Li rojhilatê sê derî û li bakurê sê derî û li başûrê sê derî û li rojavayê sê derî hebûn.
14
Û donzdeh kevirên bingehê dîwarên bajêr û li ser wan, donzdeh navên şagirtên Berxikê hebûn.
15
Û di destê yê ku bi min re diaxifî de, bona pîvana bajêr û deriyên wê, qamîşekî pîvanê ya zêrînî hebû.
16
Û bajar çargoşe ye û dirêjiya wê qasî firehiya wê ye. Û wî bajêr bi pîvanê ve pîva û qasî donzdeh hezar tîr avêtinê bû; dirêjiya wê; firehiya wê û bilindahiya wê wek hev in.
17
Û wî dîwarên wê pîva; li gor pîvana mirovan, yanê, li gor pîvana milyaket, sed û çel û çar arşinî bû.
18
Û dîwarê wê ji hêşînorkê ve hatibûn çêkirin û bajar di zelaliya camê de, ji safî zêran ve hatibû çêkirin.
19
Kevirê bingehên dîwarê bajêr, bi her tewrî kevirê biqîmet ve hatibû xemilandin; kevirê bingehê ya yekemîn hêşînork, ya duwemîn yaqûta şîn, ya sêwemîn eqîqa belek, ya çaremîn zimrûd,
20
ya pêncemîn eqîqa sipî, ya şeşemîn eqîqa sor, ya heftemîn yaqûta zerînî, ya heyştemîn berîl, ya nehemîn yaqûta zer, ya dehemîn zumrida zerikî, ya yanzdehan yaqûta ezmanî û ya donzdehan yaqûta mor bû.
21
Û donzdeh derî, donzdeh încî bûn; her yekî deriyan ji înciyekî hatibûn çêkirin û rêya bajêr ya mezin di zebloqiya camê de, safî ji zêran ve hatibû ava kirin.
22
Û min di wê de Perestgeh nedît; ji ber ku Xudan, Xwedayê şiyandarê her tiştî û Berxik, Perestgeha wê ne.
23
Û bona ronahiya bajêr hewceyî rojê, an jî heyvê nîne; ji ber ku rewnaqiya Xwedê wê ronî dike û Berxik çiraya wê ye.
24
Û dê neteweyên ku xelas dibin, di ronahiya wê de bimeşin û dê qiralên dinê bilindahî û rûmeta xwe bînin nav wê.
25
Û deriyên wê dê hemûya rojê qet neyên girtin; ji ber ku dê li wir şev nebe.
26
Û dê rûmet û dewlemendiya netewan, bînin nav wê.
27
Û ne yên rêze, an jî kesê pîsitiyê dike û derewan dibêje, lê tenê kesên ku navên wan di kitêba Berxikê, ya jiyanê de hatine nivîsandin dê têkevin wir.
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 22 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22