bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 3
Revelation 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 4 →
1
Û ji milyaketê Dêra li Sardisê ye re binivîsîne: Yê ku tê de heft Ruhê Xwedê û heft sitêrk hene, ûsa dibêje: Ez bi karên te dizanim; te bi jiyînê ve nav kiriye û tu mirî yî.
2
Hişyar bibe û tiştên li paş ve mayîne û li ber mirinê ne xurt bike! Ji ber ku min li ber Xwedayê xwe, karên te temambûyî nedîtin.
3
Niha, di bîra xwe de bîne ku, ka te çawa girtiye û bihîstiye û pê bigire û tobe bike! Niha, ger tu ne hişyar be, ez ê mîna dizekî werim ser te û tuyê nizanibe ku ez ê di kîjan saetê de bêm ser te.
4
Lê belê li Sardisê çend kesên te hene ku, wan kincên xwe gemarî nekirine û ew ê bi min re di nava kincên sipî de bimeşin; ji ber ku liyaq in.
5
Yê ku serdest bê, dê bi vî awayî kincên sipî li xwe bike û ez navê wî ji kitêba jiyanê ve betal nakim û ez ê li berya Bavê xwe û milyaketên wî navê wî kesî mukir bêm.
6
Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje!
7
Û ji milyaketê Dêra li Fîladelfiyayê ye re binivîsîne: Yê pîroz û rast e, yê xwediyê qufleya Dawid e, yê ku vedike û kes nikare bigire û digire û kes nikare veke, ûsa dibêje:
8
Ez bi karên te dizanim. A vay, min deriyek vekirî ku tu kes nikare bigire danî ber te; ji ber ku hinek hêza te heye û te bi gotina min girt û te navê min înkar nekir.
9
A vay, ez hin kesên ji kenişta Îblîs, yên çawa ku ne Cihûd in, lê bi derewan ji xwe re dibêjin em Cihûd in, didim; a vay, ez ê wan ûsa bikim ku dê werin û li ber lingên te secde bikin û dê bizanibin ku ez ji te hez dikim.
10
Madem ku te bi gotina sebra min ve girt, ez ê jî ji saeta ceribandinê ya ku bona kesên li rûyê erdê dijîn biceribîne bê ser hemûya dinê, te biparêzim.
11
A vay, ez zû têm; bona ku tu kes taca te ji te negire, bi ya ku tu xwediye bi hijdîn pê bigire!
12
Ez ê yê ku serdest bê, di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûnekî û ew dê êdî dernekeve derve û ez ê li ser wî navê Xwedayê xwe û navê bajarê Xwedayê xwe, ya ji Xwedayê min, ji ezman ve daketiye, navê Orşelîma nû û navê xwe yî nû binivîsînim.
13
Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje!
14
Û ji milyaketê Dêra li Lawdîkyayê ye re binivîsîne: Yê Amîn, dilsoz û şahdeyê rasteqîn, çavkaniya afirandina Xwedê ûsa dibêje:
15
Ez bi karên te dizanim, tu ne sar î, ne jî germ. Xwezîka tu sar an jî germ bûya!
16
Bi vî awayî ji ber ku tu ne germ î ne jî sar, lê bona ku tu sarogermî yî; ez ê te ji devê xwe verşînim.
17
Ji ber ku tu dibêjî, ez dewlemend im û ez dewlemend bûm û motajiya min ji tu tiştî re nemaye! Û tu nizanî ku tu reben û di rewşekî heyfînî û xizan û kor û tazî de yî.
18
Bona ku tu bibî dewlemend, zêrê bi agir ve hatiye safî kirin û bona ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te xuyanî nebe, kincê sipî û bona ku tu bibînî, ji bo tu di çavên xwe de bidî ji min stendina merhema çavan, ez ji te re şîret didim!
19
Ez bi hemû hezkirê xwe ve dipekim û perwerde dikim. Niha, bi vî awayî were xîretê û tobe bike!
20
A vay, ez li ber derî sekinî me û li derî dixim; ger kesek dengê min bibihîze û derî veke, ez ê têkevim cem wî û ez bi wî re û ew jî bi min re, em ê bi hev re şîvê bixwin.
21
Ez çawa bi serdestî hatina xwe û bi Bavê xwe re li texta wî rûniştim, ez ê jî mafê bi min re, li texta min rûniştinê bidim yê ku serdest bê.
22
Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje!
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22