bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 16
Revelation 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 17 →
1
Û min dengekî bilind ji Perestgehê bihîst ku, ji heft milyaketan re got: Herin û heft tasên bi hêrsa Xwedê ve tijî li ser rûyê erdê ve valakin!
2
Û yê yekemîn çû û tasa xwe li ser rûyê erdê vala kir û li ser kesên ku mohra cenawir li wan e û bi pûtê di mînakiya wî de ye diperistin, birînên erjeng û êşê dide çêbûn.
3
Û yê duwemîn tasa xwe valayî behrê kir û ew bû mîna xwîna miriyan û hemû zindiyên di nav behrê de ne mirin.
4
Û yê sêwemîn tasa xwe valayî çem û çavkaniyên avê kir û vana vegeriyan xwînê.
5
Û min bihîst milyaketê ku ji avan ve rayedar e got: Ya Xudanê Pîroz, yê ku heye û yê ku hebû, tu bi dad î; ji ber ku te wusa daraz kir!
6
Ji ber ku wan xwîna pîrozan û peyxamberan rijandin û te bona vexwarinê xwînê da wan; ji ber ku vêya li xwe heq kirin!
7
Û min bihîst ku yekî din ji pêşkêşgehê ve dibêje: Belê, ya Xudan, Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye, daraziyên te rast û bi dad in!
8
Û yê çaremîn, tasa xwe valayî ser rojê kir û hêza bi agir ve qemirandina mirovan jê re hate dayîn.
9
Û mirovan, bi germiyekî mezin qeliyan û wan ji navê Xwedayê ku serwerê van asîwan e re kufir kirin û tobe nekirin ku bilindahiyê bidin wî.
10
Û yê pêncemîn, tasa xwe bi ser texta cenawir ve vala kir û serweriya wî tarî bû û wan ji êşê, zimanê xwe gez kirin.
11
Û ji ber êş û birînên xwe ji Xwedayê ezman re kufir kirin û ji karên xwe tobe nekirin.
12
Û yê şeşemîn, tasa xwe li ser çemê Ferata mezin ve vala kir û bona ku rêya qiralên ji rojhilatê ve tên amade bibe, avên wê ziwa bûn.
13
Û min sê ruhê mindar, yên mîna beqan ji devê ejderha û ji devê cenawir û ji devê peyxamberê sexte ve derketin dît.
14
Ji ber ku vana ruhên cinên mûcîzetan dikin in; bona cenga dê di roja mezin ya Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye de bibe, diçûn civandina hemû qiralên dinyayê.
15
– A vay, ez mîna dizekî têm! Xwezî li kesê ku bona tazî nemîne û di şermezariyê de nemîne, hişyar dimînin û kincên xwe li ser xwe dihêlin! –
16
Û wî ew li cîhê ku navê wê di zimanê Îbranî de Armagedon e, civand.
17
Û yê heftemîn tasa xwe valayî ser hewayê kir û ji Perestgehê, ji textê; bi gotina: Bû! dengekî bilind derket.
18
Û birûsk û deng û gurmîniyên ezman bûn û erdhejînek mezin çê bû; wusa ku, ji dema ku mirov li rûyê erdê ne ve, mîna wê, erdhejînek ewqas mezin çênebû.
19
Û bajarê mezin bû sê parî û bajarên netewan têkçûn û bona ku, kaseya bi xemra bi hêrsa xezeba wî ve tijî jê re bête dayîn, Babîla mezin li ber Xwedê ve hate bîr anîn.
20
Û her girave reviyan û çiya nehatin dîtin.
21
Û ji ezman, li ser mirovan ve zîpikek mezin ya wekî di giraniya talantekî de be, bariya û mirovan ji ber asîwa zîpikê ji Xwedê re kufir kirin, ji ber ku asîwa wê zehf mezin bû.
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22