bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Revelation 19
Revelation 19
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 20 →
1
Û paşî vêya wekî ji ezmên ve dengekî bilind, yê civakekî mezin bihîstim û digotin: Halelûya! Xelaskarî û bilindahî û hêz mexsûsî Xwedayê me ye!
2
Ji ber ku daraziyên wî rast in û rasteqîn in; ji ber ku wî, fahîşeya mezin, ya ku rûyê erdê bi zinêya xwe ve xera kir, daraz kir û tola xwîna qûlên xwe ji wê ve stend!
3
Û wan dîsa gotin: Halelûya! Û dûmana wê dê heta bêdawiyan were.
4
Û bîst û çar kalepîr û çar afirên zindî xwe avêtin erdê û ji Xwedayê li ser text ve rûniştiye re peristîn û gotin: Amîn! Halelûya!
5
Û ji text ve dengek derket, got: Ya hemû qûlên wî û hemûyên ku ji wî ditirsin, yê biçûk û yê mezin, ji Xwedayê me re şikir bikin!
6
Û wekî dengê civakekî mezin, dengekî mîna dengên pirr avan û mîna gurminiya ezman, ya bihêz be, bihîstim û digotin: Halelûya! Ji ber ku Xudan, Xwedayê me, şiyandarê her tiştî, serweriyê dajo!
7
Em kêfxweş û bicoş bibin û wî bilind bikin! Ji ber ku daweta Berxikê hat û Jina wî xwe amade kir.
8
Û ji bo ku li xwe ke kincên pak û dibiriqe, ji ketenê zirav e dan wê; ji ber ku ketena zirav, karên pîrozan yên bi dad in.
9
Û wî ji min re got: Binivîse: Yên bona ziyafeta daweta Berxikê ve hatine bang kirin, çiqas dilxweş in! Û ji min re got: Vana gotinên rasteqîn yên Xwedê ne!
10
Û bona ku jê re secde bikim, xwe avêtim lingên wî. Û wî ji min re got: Qet meke! Ez rêhevalê te yê xulam û yê birayên te me, yên ku şahdeyiya Îsa di wan de heye; ji Xwedê re secde bike! Ji ber ku şahdeyiya Îsa, ruhê peyxambertiyê ye.
11
Û ezman vebûyî dîtim û a vay, hespekî sipî li wir sekiniye û ji yê ku li ser wê siwar bûye re: Dilsoz û Rasteqîn tête gotin û bi dadî daraziyê dide û cengê dike.
12
Û çavên wî mîna agirekî pêt û pêt dişewite ye û di serê wî de, bi gellek hejmaran tac hene û li ser wî, navekî xeynî wî kes nizane hatiye nivîsandin heye.
13
Û qeftanekî di xwînê de hatiye dakirin li xwe kiriye û ew bi navê: Gotina Xwedê tê bîr anîn.
14
Û artêşên li ezman yên ketenê zirav yên paqij û sipî li xwe kirine, li hespên sipî siwar bûbûn û li pey wî dihatin.
15
Û bona ku li netewan bixe, şûrekî tûj ji devê wî ve derdikeve û ew bi xwe, dê wan bi darekî hesinî bajo û cenderaya xemra xezeba bi agir ya Xwedayê ku hêza wî têra her tiştî dike, ew dê bi xwe bişidîne.
16
Û li ser qeftan û qorikên wî, navê wî yî bi: QIRALÊ QIRALAN Û XUDANÊ XUDANAN hatiye nivîsandin hebû.
17
Û min milyaketekî di rojê de disekine dît û bi dengekî bilind bang kir û ji hemû civîkên li nava ezman difirin re got:
18
Bona xwarina goştên hemû qiralan û goştên fermandaran û goştên egîdan û goştên hespan û yên li ser wan siwar dibin û azad û dîl û mezin û biçûk û hemûyan, bicivin û werin ziyafeta Xwedê, ya mezin!
19
Û min dît ku, cenawir û qiralên dinê û artêşên wan, bona bi yê ku li ser hespê siwar bûye û bi artêşa wî re cengê bikin, li cem hev civiyane.
20
Û cenawir û peyxamberê sexte, yê ku li ber wî mûcîzetan dikir û bi mûcîzetan ve yên mohra cenawir radihiştin û bi sûretê wî ve diperistin ji rê derxistibû, hatin girtin; ev her du bi saxî bi gola agir, ya bi kewkurdê ve dişewite hatin avêtin.
21
Û yên li paşê mayîne, bi şûrê ji devê yê li hespê siwar bûye derdikeve ve hatin kuştin û hemû civîk, ji goştên vana ve têr bûn.
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 20 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22